Tarik Remezan li Muzexaneya Holokostê ye

Roja 4ê Gulanê ji bo behskirina Helebce û Enfalê li Muzexaneya Holokost a Chicagoya Amerîkanê ez û 3 kesên din hatin vexwendin. Ji me xwestin em 2 seat beriya destpêkirina panelê li muzexaneyê amade bin da ku ji me re behsa jenosîda Holokostê bikin. Di nava muzexaneyê de muzexaneyeke din a gerok (mobil) hebû. Gotin ew muzexaneya mobil ji Îsraîlê anîne û ji bo pêşandanê her çend meh dibin bajareke din ê Amerîkayê.

 

Mebesta pêşandana wê muzexaneya gerok ew e ku bidin xuyandin Îsraîl nahelê ew kesên ku tawan li beramberî cihûyan kiriye ji yasayên hukmî birevin. Di heman demê de ew muzexane ji bo çavtirsandina neyarên Îsraîlê ye û hendazetiya bicîkirina planên wan dide nîşandan.

 

Ew muzexaneya gerok a Adolf Eichmann bû. Adolf Eichmann efserekî pile bilind ê artêşa Almanyan bû û wî veguhestina cihûyan a bi komî û kuştina wan organîze kiribû. Wekî gelek naziyan Eichmann jî piştî şikestina Almanyayê di sala 1950an de reviya Arjantinê û nasnameya xwe guherandibû.

Îsraîlî piştî şerî ketin bi şopên Adolf Eichmann da ku wî bibînin. Hin kesên ji Holoksot rizga bûyîn jiyana xwe ji bo dîtina Adolf Eichmann tarxan kirin.

 

Adolf Eichmann di sala 1950ê de li paytexta Arjantinê hat dîtin û konsulxaneya Îsraîl a li Viyanayê hat agahdarkirin. Pişt re bi operasyonek ji aliyê 10 endamên Mosadê ve hatî organizekirin di sala 1960an de ji Arjantinê hat revandin. Di sala 1962yan de piştî ku hemû tawanên kirin ji aliyê dadgehê ve bi belgeyan li ser hat selmandin ew hat îdam kirin.

 

Tişta girîng ew bû ku tevahiya dadgehkirina wî bi rêya medyayê ji bo tevahiya cîhanê hat veguhestin. Ev yek ji bo îsraîl û cihûyan mezintirîn û girîngtirîn çeka diplomasî û peydakirina piştgirî û hevsozî bû. Adolf Eichmann bûye yekem kes û dawî kes di dîroka Îsraîlê de hatiye îdamkirin.

Behskirina Adolf Eichmann li muzexaneyê raste rast Tarik Remezan anî bîra min. Tarik Remezan ew kes bû ku li asayişa Silêmaniyê li xwe mikur hat ku ew wekî pîlot di sala 1988ê de beşdarî kimyabarana Helebceyê bûye.

 

Di sala 2006an de me xwest ku em hevpeyvîneke li gel Tarik Remezan ji rojnameya Dail Mail a îngilîzî re bikin lê destûr nedan me û gotin; Tarik Remezan tawanbartirîn kes e û wî hemû tawanên xwe qebûl kiriye û îmzeya xwe avêtiye.

 

Ez nizanim Tarik Remazan tawanbar e an ne, ew  karî dadgeheyê li ser biryarê bide. Lê şêweya berdana Remezan di sala 2008ê de; mirov dev ji yasayan û xelkê Kurdistanê berde jî lê şaşiyeke mezin a li beramberî mirovahiyê bû. Çimkî kesên ku wekî Tarik Remezan bikaribin ji darazandinê birevin, ew yek rê li ber komkujiyên wekî Helebce û Enfalê rû bide xweş dike.

 

Ti guman di vê mijarê de nîne ku mezintirîn zerar li me Kurdan bû. Çimkî Tarik Remezan mezintirîn û girîngtirîn belge bû, ku ji bo civaka navnetewî komkujiya Enfal û Helebceyê ya li hemeberî Kurdan nas bike. Heger em bipirsin ku hê jî li çend paytextên dewletên cîhanê Enfal û Helebce wekî komkujî nayên naskirin. Bersiva pirsê ev e: Çimkî em di parastina belgeyên karesatên bi ser Kurdan hatine de ne jêhatine. Heger bi rêya dadgehê tawanî wî bihata selmandin, kesekî wekî Tarik Remezan  di vê mijarê de dibe ku bûbûya belgeya herî baş û girîng.

 

Ew kesê li muzexaneyê behsa Adolf Eichmann kirî navê wî Gari Auslander bû û temenê wî nêzîkî 70yê bû. Diyar dibû ku kesekî gelekî dilsozê Îsraîl û muzexanê ye. Gari Auslander got, ew bi Îsraîlê şanaz in ku welatê wan di warê bicîkirina planan de serkeftî ne û rê liber revana tawanbara girtiye.

  

Berevajoyê Tarik Remezan ku bê biryara dadgehê hat berdan û piştre asayişî îdia kir ku reviyaye, li muzexaneya gerok her belgeyên derbarê Adolf Eichmann hatine parastin. Heta ku bilêtên sixûrên Mosadê yên bi çûna 10 welatên cuda, plakayên otomobilên wan û derziya (enjektor) Eichmann bi hatiye tevizandin jî li muzexaneyê tê pêşandin.


Di rastiyê de Tarik Remezan ne li muzexaneyê bû, lê kesekî wekî û her tiştên derbarê wî de dianî bîra mirov li wê derê bû. Remezan piştî ku hat berdan li Birîtanyayê bicî bû û niha jî li wê derê dijî.


Gelo dibe ku rojekê Tarik Remezan jî bînin Kurdistanê û ew bê darizandin û me jî muzexaneyek bi navê Tarik Remezan hebe û li cîhanê bigerînin û danasîna doza kurdî bikin?