Bila welat me bike yek an jî em welat parçe parçe bikin!
Welat hebûn û çavkaniya herheyî û bêdawî ya tikîtenê ye. Me tevan, hemû partî, kesayetî, text û bextên me, serê xwe li welêt derxistiye û xizmeta welêt jî hebûna me rewa dike.
Her yek ji me, dema ku em nema bi kêrî vê xizmetê hatin û li ser rêya pêşketin û geşbûna welêt bûne kelem û astengî, em dê êdî nemînin û biçin û hinekên ji me çêtir û bikêrhatîtir dê dewsa me bigirin.
Merema min ji xizmet û bikêrhatina ji bo welêt ango ked û hewldanên berdewam ên pêkanîna bextewarî û rehetiyê, tekzûkirina aştiyê û dûrxistina şer û qirênan, peydakirina aramiya siyasî, ewlekarî û dadmendiya civakî, peydakirina ketwareke bê dilfikarî û paşerojeke tije ewledarî û parastina ser û malên xelkê. Ji xwe, di wateya xwe ya exlaqî ya herî bilind de, kakil û armanca siyasetê ev bi xwe ye.
Di rastiyê de, ne tenê man û jiyana gelê Kurdistanê ne girêdayî çarenivîsa ti alî û partiyekê ye, li şûnê man û berdewamiya tevahiya partî, alî û serkirdeyan jî girêdayî man û serbilindiya wî welatî bi xwe ye.
Îcar ji bo ku welat bibe xwedî hebûneke birûmet, sax û saxlem, em jî tev bi saya wî hebin, divê em tev wî di ser xwe re bibînin û em serketina xwe di serfiraziya wî de bibînin. Ji bo ku welat serfiraz jî bibe, divê:
* Em êdî wekî meydana hevrikî û li erdê xistina pişta hevdu lê mêze nekin û wî bi gefa dabeşbûn û parçebûnê re rû bi rû nehêlin. Divê em karekî nekin ku li şûna ku ew me bike yek, em wî parçe parçe bikin. Êdî em li ser libakirina kaya kevn a bê qîmet, pêsîra hevdu negirin û welat bi agirê şerê xwe yê bêhûde neşewitînin.
* Divê em jê biqerin ku evîna welat nifşa nû bike yek. Divê em rê nedin ku partîzaniya teng û girêdana nesereke ya bi êl, bajar, navçe, şêwezar, deste û koman ve wan parçe parçe bike. Bila evîna wan ji cîwarê wan re wer bike ku bi sedema çewtî û kil û kêmasiyên desthilatê û qada siyasî, kîna welat nekşînin û pişta xwe nedin Kurdistanê. Bila baweriya wan bi beşdariya siyasî û siberojê û avakirina welêt bimîne û xwe bi dest bêhêvîtiyê ve bernedin.
* Bila em welat bi tu aliyekî re tûşî aşop, serkêşî û şerên nehevta nekin û em nehêlin ku di ti bela û bahozeke derdor û navçeyê de wer bibe. Ne welat serê kesî biêşîne û ne jî kes serê wî biêşîne.
* Bila em karekî nekin ku dost, hevpeyman û piştevanên wî jê dûr herin û destên wî berdin. Bila em navdariya welat çelexwarî nekin û wî nola nimûneyeke geş a demokrasî û nirxên mirovî bihêlin. Bila em cîhana ku ji serketina vê ezmûna ku hêviya xwe li ser girêda û hêjayî piştevaniyê dît, bêhêvî nekin.
* Bila em bi Bexdayê re bingeha jiyaneke hevbeş a hêgin û li ser hîmê (du qeware û yek dewlet bi biryara destûrê) saz bikin û gelê xwe ji dilfikariya demdirêj û qeyranên piştşikên rizgar bikin. Bila em tev jî bi hev re û bi yek dengî maf û destkeftên welêt li Bexdayê biparêzin.
* Divê em di zûtirîn dem de zemîna pêwîst ji bo hilbijartineke giştî bi beşdariya hemî aliyan amade bikin da ku em rewatiyê bidin sazî û dezgehên xwe. Divê amadekirina her zemînekê jî ji bo garantiya serketina Kurdistanê be ku ji serketina tevahiya partiyan mezintir û giringtir e.
Serok Nêçîrvan Barzanî di çend rojên borî de û di dîdara Silêmaniyê de, xwest cardin peyama xwe ya herdemî bi ber guhê elîta siyasî ya Kurdistanê bixe. Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî gotina kûrahiya dilê Kurdistaniyan e. Ger siyaset jî bi armanca xêr, bextewarî û berjewendiya giştî be, divê ji kûrahiya dil û xwestekên gel bizê, divê dilê wê bi dilê welêt re bike gupegup, heke na ew siyaset dê biqede û li şûn bimîne, dê biçe bêyî ku welat li pey wê biçe… Dê biçe lê welat naçe û dê her û her bimîne.