Gelo şerê Xezeyê hinartina petrola Kurdistanê asteng dike?
Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û kompanyayên petrolê geşbîniya xwe derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê nîşan da lê belavbûna şerê Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser îmkana her rêkeftineke sêalî di vî warî de kiriye.
Axa Herêma Kurdistanê bûye qada şer û pevçûnên di navbera hêzên deverê de û ev yek jî bûye sedema peydabûna dudilî û bêbaweriyê li nik kompanyayên biyanî xasma kompanyayên petrolê.
Êrişên li ser binesaziya aborî ya Herêma Kurdistanê wekî firokexane, zeviyên petrol û gazê û herwisa malên sermayedaran, bûne sedem ku her sê aliyên girêdayî petrola Herêma Kurdistanê nikaribin bigihin xaleke hevbeş, tevî ku ew bi xwe dibêjin ku danûstandin di vî warî de berdewam dikin.
Bêparkirina Herêma Kurdistanê ji pişka wê ya dadmend wekî ku di qanûna budceyê de hatiye destnîşankirin ji aliyê Bexdayê ve, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dudilî kir ku hefsarê sektora petrol û gaza xwe bi hêsanî radestî Bexdayê bikin.
Hefteya borî, hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî nêrîna dadgerekî navdar belav kir ku piştrast dike ku mafê Herêma Kurdistanê heye petrola xwe berhem bîne û sektora xwe ya petrolê bi rê ve bibe.
Dadger Stephen Schoebel ku xwediyê ezmûneke berfireh a dadweriya navdewletî ye û xwediyê pêgeheke bihêz e di pergala dadweriya cîhanî de, tewra di wê baweriyê de ye ku biryara Dadgeha Federal a Îraqê ku Sibata 2022yan, yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê wekî neyasayî nasand, ti statûyeke wê biryarê ya qanûnî nîne.
Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ku dadgehê neyasayî dibîne neguheriye û ev jî bandorê li gotûbêjên ku li ser qanûna federal a petrol û gazê tên kirin, dike.
Eşkere ye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare bi yasayeke federal a petrol û gazê ku mafên wê li ber çav nagire, qayîl bibe.
Ev yek jî rêkeftina sêalî di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê û kompanyayên berhemanîna petrolê de li ser hinartina petrolê zehmet dike.
Berpirsên Bexdayê dizanin ku razîbûna bi peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel kompanyayên petrolê û dayîna mafên darayî yên guncav bi şirketan ji bo destpêkirina hinartina petrolê, dê rasterast bandorê li gotûbêjên girêdayî nivîsandin, pêdaçûn û pesendkirina yasaya federal a petrol û gazê bike.
Ji aliyekî din ve, êrişên li ser Herêma Kurdistanê, helwesta kompanyayên petrolê tundtir kir. Divê êdî şirketên petrolê ji bo berjewendiyên demdirêj dev ji berjewendiyên xwe yên demkurt û mafên xwe yên darayî bernedin.
Di daxuyanî û helwestên xwe yên herî nû de ku li ser malperên wan hatine weşandin, van şirketan teqez kiriye ku firotina niha ya petrolê li sûka navxweyî tenê têra wê yekê dike ku bikarin karên xwe pê bimeşînin, heke na, du li ser sisêyê hêza xwe ya kar xasma hêza karê navxweyî şandine mal û piştrast dikin jî ku nikarîbûn hilberîna xwe ya çend sed milyon dolarî yan milyar dolarî qerebû bikin.
Nezelaliyên girêdayî çawaniya bidawîhatina şerê li Rojhilata Navîn û pêşbînînekirina encamên şer ên li ser Îraq û Herêma Kurdistanê û îhtîmala vekişîna hêzên Amerîkayê yan jî guhertina erkê van hêzan, bûne sedem ku her sê aliyên têkildarî mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê helwestên xwe di danûstandinan de tundtir bikin. Herêma Kurdistanê mijara mafên xwe di birêvebirina zeviyên xwe yên petrolê de vejandiye.
Şirketên neftê ne amade ne ku bi xerciyeke navîn dest bi berhemanîna petrolê bi mebesta hinardekirina wê bikin û hikûmeta federal jî ne amade ye ku li peymanên petrolê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayên petrolê re mikur were, ne amade ye jî ku deynên kevn ên şirketên petrolê ku li Herêma Kurdistanê kar dikin li stûyê xwe bigire.
Wekî encam, egereke mezin heye ku ev sedem hinartina petrola Herêma Kurdistanê hîn bêhtir dereng bixin.