Sûriye di navbera Trump û Erdogan de

27-01-2025
Zubêr Resûl
Nîşan Sûriye Trump Erdogan
A+ A-

Nêrîna her yek ji Trump û Erdogan heta radeyekê pir girêdayî bandora karaktera wan a siyasî ya taybet e, loma jî di pêvajoya sazkirina biryaran de wekî nêrîna serdest a serkirde li ser biryara siyasî tê dîtin. Di serî de girîng e ku em fêm bikin ku rûxandina rejîma Sûriyeyê derfeteke dîrokî ji bo serîhildana pirsa Kurd û vejîna wê li herêm û cîhanê afirandiye.

Ti caran pirsa Kurd di asta navendên akademî û siyasî yên cîhanê de wekî niha nebûye xwedî piştgir û parêzvan. Vêga helwesta gelek welatan di parastina pirsa Kurd de zelaltir û ronîtir e. Bê guman dê bandora vê yekê li ser bipêşketina doza Kurd ne tenê li Rojavayê Kurdistanê lê li beşên din ên Kurdistanê jî hebe.

Nêrîna Trump

Ji bo fêmkirina pirsa Kurd di siyaseta bê ya Trump de, girîng e ku em zanibin cihê Tirkiye û Sûriyeyê di stratejiya dîplomasî ya "Projeya 2025"an de çi ye. Xala hestyar ew e ku ev proje (Project 2025) daxwaza xurtkirina têkiliyên bi Tirkiyeyê re kiriye. Proje wisa dibîne ku li ber ronahiya pêşbaziya cîhanî ya di navbera Amerîka, Rûsya û Çînê de, divê Amerîka piştrast be ku Tirkiye li hêla rojavayê bimîne.

Di planê de, li wê yekê tê mikurhatin ku dibe ku pêwîstiya vê yekê bi gihîştina lihevkirinekê bi Enqereyê re hebe ku Washington piştgiriyên xwe ji bo YPG/PKKyê rawestîne ku bi baweriya Enqereyê "metirsiyeke hebûnî li ser ewlehiya welatê wê çêdike", lê piştî ketina Esed niha rewşa Sûriye û navçeyê guheriye û, pirsa Sûriyeyê ji bo Amerîkayê ne tenê Kurd in, lê bêtir girêdayî pirsa ewlehiya dostên Amerîkayê li navçeyê ye, xasma jî Îsraîl, Urdin û welatên Kendavê.

Berî ketina rejîma Esed, nêzî 900 leşkerên Amerîkayê li bakurrojhilatê Sûriyeyê hebûn, niha nêzî du hezar leşkerên wan hene ku beşek ji hevpeymaniya 80 welatan ji bo dijayetiya DAIŞê ye. Donald Trump, çend caran gotiye dixwaze wan hêzan vekişîne.

Ji vê goşeyê em dikarin bibêjin ku mayîna Amerîka li Sûriyeyê ne garantî ye lê bi îhtimaleke mezin, Amerîkî dê wisa zû ji Sûriyeyê neçin hetanî ku bi zelalî rewşa veguhastina desthilata leşkerî bo sivîl nebînin, ango dî di qonaxa veguhastina desthilata leşkerî bo sivîl de çavdêr bin.

Di wê qonaxê de, Tirkiye guşareke mezin dixe ser Amerîkayê ku bergiriyê li Hêzên Sûriya Demokratîk neke, Blinken di serdana xwe ji bo Tirkiyeyê de neveşart ku cudahiyên wan ên mezin bi Tirkiyeyê re hene, lê di heman demê de dibe ku bandora Îsraîlê li ser îdareya duyem a Trump hebe, bi wê yekê ku Kurdan li Sûriyeyê bi tenê nehêlin.

Dibe ku dawiya dawî her yek ji Tirkiye û Amerîkayê bigihîjin lihevkirinekê bi hêzên Kurdî yên Sûriyeyê re ku têkiliyên xwe bi PKKyê re bi dawî bînin. Her çend di nav îdareya duyem a Trump de gelek kes hene ku Kurdan nas dikin û helwesta xwe ji bo piştgiriya Kurdan neveşartine, wek Marco Rubio (Wezîrê Karên Derve), Mark Waltz (Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî), di Kongreyê de jî Lindsey Graham û Chris Van Hollen, ji ber vê yekê jî xuya nake ku Rojavayê Kurdistanê bi wî rengî be ku Tirkiye dixwaze. Di qonaxa veguhêz a desthilatê li Sûriyeyê de, siyaseta Amerîkayê dê ji karkirina bi Îsraîl û hevpeymanên wê re pêk were.

Thomas Friedman çend rojan piştî ketina rejîma Esed gotarek di New York Timesê de belav kir û got: "Îhtimaleke gelekî kêm heye ku em dawiyeke aram li Sûriyeyê bibînin. Berevajî rûxandina rejîma Sedam li Îraqê, li Sûriyeyê ti pêwîstiyeke Amerîkayê nîne ji bilî piçek alîkariya darayî û hêzeke biçûk ji bo ku em alîkariya wan ji bo qonaxa veguhastinê bikin, lê bêyî alîkarî û serkirdatiya Amerîkayê û hinek dîplomasiya cihgirtî û tekûz, ev pêk nayê. Hevrikî û pevçûna di nava Sûriyeyê de - her wiha li ser Sûriyeyê ji aliyê hêzên derveyî ve ji bo hemû deverê belav dibe. Ev şer dê heta hetayê berdewam be, rê xweş dike ji bo veger û derketina rêxistina dewleta Îslamî, dibe ku gelekî bi hêsanî bibe sedema leqandin û hejandina demokrasiyên lawaz ên Îraqê û qraliyeta Urdinê, Îsraîl jî ber bi Sûriyeyê ve bikişîne, dê pêwîstiya vê yekê jî bi milyaran dolarên alîkariya Amerîkayê hebe." Merema Thomas Friedman ew e, ji bo ku ev yek çênebe divê Amerîka ji Sûriyeyê dernekeve û çavdêriya qonaxa veguhastina desthilatê bike.

Loma di wê qonaxê de desthilata nû ya Sûriyeyê dê xwe di navbera zext û guvaşên Washington û Enqereyê de bibîne. Wezareta Karên Derve bi serkirdayetiya Marco Rubio û Pentagonê li jêr fişara CENTCOMê, xuya dike ku dê pêdagiriyê li ser hinek otonomiya operasyonî ji bo hêzên YPG/HSDyê di şerê wan ê li dijî DAIŞê de bi piştgiriya leşkerî ya Amerîkayê ji bo sala 2025an wekî pîvaneke mercdar ji bo vekişîna beşekî - (partial withdrawal) bike.

Eger yekîneyên leşkerî yên nû yên Sûriyeyê piştrast bikin ku şiyana wan heye bi awayekî karîger li dijî DAIŞê derkevin, wê demê Amerîka dikare di dawiya sala 2026an de ji Sûriyeyê vekişe. "Di rastiyê de du komên rikber di nav tîma Trump de hene - yek ji wan bi kûrî veder e ku dixwaze hêzên Amerîkayê vekişîne û têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re baş bike li ser piştgiriya Kurdan. Ya din ku dixwaze bimîne ji bo rûbirûbûna (paşmayiyên) Dewleta Îslamî û xurtkirina desthilata Amerîkayê li navçeyê."

Welatên Ereban jî bi taybetî Misir û Urdin û welatên Kendavê ditirsin ku senaryoya Îraqê li Sûriyeyê ducare bibe, ango wekî çawa ketina Sedam Îraq xist hembêza Îranê, wisa jî ketina Esed, Sûriyeyê bixe hembêza Tirkiyeyê, bi vê rêyê Tirkiye hegemonya û guşarê bixe ser welatên herêmê û Amerîkayê jî.

Çend pirs hene ku dê bandorê li ser siyaseta Amerîka li Sûriyeyê bikin: Dilniyabûn ji îdare û hikûmeta nû ya Sûriyeyê, gelo dikare Sûriyeyê veguhêze qonaxa hikûmeteke rewa û parastina mafê pêkhateyan? Gelo ew hikûmet heta çi qasî dê bibe metirsî li ser ewlehiya Îsraîlê û hevpeymananên Amerîkayê li navçeyê? Gelo hikûmet û desthilata nû ya Sûriyeyê dikare şerê dijatiya terorê, xasma DAIŞê li Sûriyeyê bike?

Zêdetir ramaneke bazirganî rêberiya nêrîna Trump dike, bi pîvana "qezenc û zerar"ê ne ku hebûna nêrîneke îdeolojîk an dibistaneke siyaseta derve. Di rastiyê de ti mînak û mîrateya siyasî ya rasteqîn a Trump nîne, lê bi berçavka lihevkirinan 'deal-making' li pirsên cîhanî dinêre.

Em dikarin bibêjin ku nêrîna Amerîkayê heta radeyeke mezin girêdayî hevsengiya têkiliyên wê bi Tirkiyeyê re ye, bi wateyeke din dê bandoreke mezin a faktora Tirkiye û Îsraîlê li ser helwesta Amerîk li hemberî Rojavayê Kurdistanê hebe. Ji bo Kurdan çêtir e ku siyaseteke zelal a Amerîkayê hebe, ne ku demdemî û kesayetî û dudilî be.

Bi rêya dezgehan be, wekî siyaseta derve, meclisa ewlehiya niştimanî û Pentagon..hwd.. bi dîktatoran re ne dilnerm be û piştgiriya nirxên demokrasî û mafên mirovan li deverê bike lê xebînet xuya nake ku ti yek ji van xeysetan cihê girîngiyê bin li cem Trump.

Nêrîna Erdogan

Heçî Erdogan e, ji nêrîna dîroka mîrateya siyasî û leşkerî ya dorfireh a Osmaniyan li Şam û navçeyê dinêre lê ev nêrîn dê du caran rûbirûyî nêrîna Erebî û Îranî û Îsraîliyan jî bibe.

Wekî belge nîşan didin, heta rûxandina Esed, hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê corek ji garantiyê bû ji bo Îsraîlê, niha ew garantiya berê ya Îsraîlê nemaye, loma divê strînên xwe bi destê xwe rake. Ji vî aliyî ve Îsraîl dixwaze hebûna wê ya leşkerî li Sûriyeyê hebe.

Ev jî wer dike ku plana Tirkiye û Îsraîlê li Sûriyeyê li hev bikevin çimkî berjewendiya her du aliyan cuda ye. Hefteyekê piştî ketina Esed, Hakan Fîdan got, "Îsraîl paşeroja Sûriyeyê dixe metirsiyê". Ev dikare bibe destpêka wê nakokiyê.

Ne dûr e ku ev rewşa Sûriyeyê asteke din a hevrikiyên herêmî derxe holê di navbera Tirkiye û Îranê de li herêmê. Îranî û Şîe ti carî tiştê ku Tirkiye li dijî berjewendiyên Şîeyan li li Sûriyeyê û deverê kir, ji bîr nakin.

Ev jî derî ji bo destêwerdana herêmî ya nû li Sûriyeyê, Îraqê û tewra Herêma Kurdistanê jî vedike ku ne dûr e dawiya dawî bibe jidayikbûna sîstemeke herêmî ya nû li navçeyê û hevsengiyeke nû ya hêzê jê peyda bibe.

Armanca sereke ya Erdogan nasandina YPG û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wekî hêzeke nerewa ye ku cihê wan li Sûriyeya nû nîne çimkî berevajî wê bandor li ser pirsa Kurd li Bakurê Kurdistanê dibe.

Vegerandina nêzî sê milyon penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê bo Sûriyeyê çimkî ev her tim wek xala lawaz a Erdogan ji aliyê neyarên wî ve tên bikaranîn. Ji bo ku ew dijayetiya Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê bandoreke neyînî li ser AK Partî û rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê û raya giştî ya Ewropa û Amerîkayê di sêwirandina Erdogan de wekî dijKurd durist neke, Erdogan rabûye dest bi pêvajoya aştiyê li hundirê Tirkiyeyê kiriye.

Di dawiyê de, em dikarin bibêjin, rast e ketina Esed destê Tirkiyeyê vekirîtir kir ji bo ku wê wekî kartekê dijî neyarên xwe bilivîne lê di rastiyê de heta niha Erdogan ti armanca xwe li Sûriyeyê bi cih neaniye!

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst