Hevdîtina Barzanî ligel Trump

Di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de, li ser asta rêvebiriyên pêştir çend caran hevdîtin û lûtke pêk hatine, eger ne şaş bim pênc-şeş caran Barzanî li Koşka Spî li heyam serokatiya George W. Bush û Barack Obama weke serokê dewletekî pêşwazî lê hate kirin. Di wan hevdîtin û lûtkeyan de pêşhateyên wê serdemê yên girîng ji bo peywendiyên diplomasiya Kurdistanê pêgeh û girîngiya xwe hebûye, lê hevdîtina vê carê ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û Donald Trump de Kurdistanê digihîne qonaxeke din.

Ev lûtkeya nû ya di navbera Amerîka û Kurdistanê de ji lûtkeyên pêştir ciyawaz e, tenê ew yek nîne ku protokola Koşka Spî, ala Kurdistanê ligel ala Amerîkayê danî û herwiha ew yek jî nîne ku di daxuyaniya derbarê lûtkeyê de dema behsa Serokê Herêma Kurdistanê dike, peyva “herêmê” bikar nehanî û weke Serokê Kurdistanê bi nav kir.

Ev peyamên girîng in û divê Kurd vê rewşê ji bo pêşxistina doza xwe ya rewa bikar bîne, lê dibe ku ev yek kertek be, ku Amerîka weke zext li hemberî Iraqê bikar tîne. Bi taybetî malpera Youtubê hevdîtina Donald Trump û Berhem Salih weke civîna Serokê Amerîka û Serokê Komariya Îslamî ya Îranê belav kir. Divê ev yek weke şaşiyeke nivîskî neyê xwendin an jî dîtin. Dibe ku ev hemû beşek bin ji şêwaza nû ya rikeberiya Amerîkayê ligel hêzên li herêmê. Lewma eger girîngiya vê hevdîtinê, em tenê weke ev tiştên behs tênekirin sînordar bikin, egereke zêde ye ew helwest dibe ku weke karte guşarê be.

Girîngiya hevdtîna Barzanî û Trump, peywendî bi rewşa niha ya navçe û Kurdistan heye, bi tayebtî li ser asta herêmê û li Iraqê. Kurd di van sê salên dawiyê de tûşî êriş, gef û qomployên navdewletî bûn. Dagîrkirina Kerkûk û Efrînê, êrişê Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, vekişandina Kurdan ji îdareya rêveberiya kanton û valakirina bajaran, gefên Tehranê bo ser Hewlêrê, êrişên Tirkiyê bo ser Şingal û Qendîl beşek ji wan e. Zextên Bexdayê ji bo bêhezkirina Herêma Kurdistanê, tirsa guhertina destûra bingehîn, nehiştina sistema federalî,  metirsî û planên hevbeşî yên Iraq, Îran û Tirkiyê bo êrişên ser PKKê û çend metirsiyên din weke van dihat çaverêkirin.

Lêbelê biryara vekişandina Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyên Trump ên amajey piştguhkirina hevpeyamniyên li Rojhilata Navîn dikirin û rexnegirtina rêveberiyên pêştir en Amerîkayê ji ber hêz şandiye herêmê ji aliyê Trump ve û ligel vê yekê bihêzbûna Rûsyayê û bi taybetî nêzîkbûna Rûsyayê ligel welatên Kendavê; li nav Amerîkayê bû sedema bertekên tund ku Rêvebriya Washingtonê neçar bibe helwesta xwe ya ligel Îranê biguhere. Bi vê yekê li herêmê û bi taybetî li Iraqê dê veguherinên mezin rû bidin. Ev rewş ji Kurd û Kurdistanê re dibe derfet û rewşeke guncav ku xwe ji metirsiyan dûr bixin û ji bo pêşxisatina xwe bikar bînin.

Ev lûtkeya Barzanî û Trump dikar bibe gava destpêkê ya pêşketina Kurd û Kurdistanê. Bi taybetî di demekê de ku siyaseta Trump, weke xwedî biryar e, pabendî stratejiya welatê xwe nebe û metirsî heye ji ber berjewendiyên xwe ligel welatên alî di pirsa Kurd de wiha bike ku Amerîka zêdetir dûrbikeve û Kurdan weke nêçîrekê li ber destê neyaran bihêle. Lewma nêzîkbûna ligel Trump a şexsî, bi qasî nêzîkbûna stratejiya Amerîkayê girîng e.

Nêçîrvan Barzanî bi vê yekê nîşan da ku ew dikare kar û peywendiyên xwe yên weke berê, niha jî berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî di demekê de ku Tirkiyê, Kurdên Başûr weke metirsî li ser stratejiya xwe didît, ew bîr û raya wê guhert û Tirkiye kir hevbeş ku enerjiya Kurdistanê ji bo cîhanê were veguhestin. Ev yek guhertineke mezin bû li navçeyê, kes nikare înkara wê endezyariya Nêçîrvan Barzanî ya di wê pêvajoyê de bike. Lewma lûtkeya yekem a di navbera Herêma Kurdistan û Amerîkayê de û di dûv re vexwendina Nêçîrvan Barzanî bo Washingtonê dikare bibe destpêka guhertina helwesta Trump li hemberî Kurdan û siyaseta wî ya li herêmê. Ew biryarên par ên Trump li dijî Kurd û pirsa Kurd dabûn, ji aliyê Kurdan ve cihê metirsiyan bû.

Siyaseta Trump li ser binemayên berjewendiyên enerjiyê hatine avakirin. Kurdistan xwedî stratejiyeke mezin a navçeyê ye û kareke baş kiriye heta niha ew stratejî di destê xwe de hiştiye û nexistiye di destê Bexdayê de.

Bi taybetî niha li Rojavayê Kurdistanê jî hêzên Kurdî mijûlê weke dibin ku deverên petrolê di kontrola xwe de biparêzin, di heyamake dûr û dirêj de ew yek dê bibe wesile ku Kurd li herêmê weke hêzeke xwedî bandor bimînin. Herêma Kurdistanê dikare di vê çarçoveya stratejîk de ligel hêzên mezin ên cîhanî peywendiyên xwe dane. Ji aliyê din ve, rikeberiya niha ya di navbera Amerîka û Îran de Kurdistanê dikare wê ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Bi taybetî ji ber rikeberiya di navbera Amerîka û Îranê de bandoreke wiha li Iraqê kiriye ku nikare yek gav biavêje. Iraq weke dil ligel Îranê ye û dixwaze Amerîkayê der bike, lê ji aliyê din ve aramî û rewşa aboriya wê bi temamî girêdayî Amerîkayê ye. Îran û grûpên Şîe hewl didin Amerîka ji nav axa Iraqê were derxistin, lê ji ber rewşa Iraq û herêmê, Amerîka dê zû zû jî herêmê dernekeve.

Adil Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya herî dawiyê de dibêje divê hikûmeta nû ya li Iraqê were avakirin, pêwîst e ku derxistina hêzên biyanî lixwe bigire. Herwiha ew yek jî amaje kir ku Iraq ji bo krîza niha derbas bike, divê rêyeke çareseriyê ji xwe re bibîne. Di vê çaroveyê de Iraq ji bo zextên Îranê yên derxistina hêzên hevpeymaniyê û ji bo Amerîkayê Iraqê terk neke, dikare li ba berpirsên Iraqê ew bîr û ra çêbike ku hêzên Amerîkî dikare li Herêma Kurdistanê bimînin. Di vê rewşê de Amerîka, Herêma Kurdistanê weke qadeke xwe dibîne. Bexda û Tehran jî wê rastiyê dibine ku Herêma Kurdistanê û Iraqê ciyawaziyên xwe hene.

Her çend ev yek rîskêke bê metirsî nebe, lêbelê ezmûn nîşan dide ku eger em vê yekê nekin, rewşa me dê ne ewle be. Berevajoyê wê yekê bi saya hebûna Amerîkayê ya li herêmê, em li ser lingan mane. Bi destpêkirina hevdîtinên di navbera rêveberiyên Washington û Tehranê de ji ber bihêzbûna pêgeha Amerîkayê, pêgeha Herêma Kurdistanê jî dê bihêztir bibe. Eger gavên ji bo navbeynkariyê sernekevin û asta rikeberiyê zêdetir bibe, wê demê Amerîka dê hêza xwe ya serbazî li herêmê zêdetir bike û bi wî awayî ewlehiya Kurdistanê jî tê parastin.