Plana Byê ya hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê

Tevî keleman, pirsa Kurd li ser asta herêmî û navdewletî pêşkeftineke berbiçav bi xwe ve dîtiye, xasma piştî hatina DAIŞê, hêzên Kurdî yên Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derfeta wê yekê bi dest xistin ku bibin beşeke sereke di hevpeymaniya navdewletî (Rojava) de ji bo dijberiya DAIŞê. Vêga di nav Kongres û beşeke mezin a îdareya hikûmetên Amerîkayê, Fransa, Almanya, Yunanistan, Îsraîl û Parlamentoya Ewropayê de, berevanên baş ên pirsa Kurd hene.

Ji aliyekî din ve, ji çar rejîmên neyar ên li hemberî pirsa Kurd ku axa Kurdistanê li ser wan hatiye dabeşkirin, niha tenê du ji wan mane (Tirkiye û Îran). Rast e, ne diyar e ka rejîma nû ya Sûriyeyê dê çawa li gel pirsa Kurd tevbigere lê guman tê de nîne ku pirsa Kurd li Sûriyeyê venagere serdema beriya hilweşîna rejîma Esed. Loma bi ketina Esed, em di destpêka qonaxeke nû ya pirsa Kurd de ne li herêmê.

Rijdiya Tirkiyeyê û tirsa wê tenê ji Hêzên Sûriya Demokratîk ne ji ber wê yekê ye ku girêdayî PKKyê ne lê di koka xwe de tirsa ji geşbûna pirsa Kurd li ser asta navdewletî ye. Yek, ku wekî kartekê li dijî Tirkiyeyê bê bikaranîn. Du, tirsa ji belavbûna pirsa Kurd ku di dawiyê de Tirkiyeyê jî bigire.

Di rastiyê de, avakirina qewareyeke din a destûrî û naskirî ya wekî Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê pir pêwîst e ji bo geşbûna pirsa Kurd li navçeyê lê ev yek ne bê pirsgirêk e, çawa ku avakirina Herêma Kurdistanê jî di destpêkê de ne bê pirsgirêk bû.

Pirsa Kurd an qewareya siyasî ya ku hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ava kirine, niha li ber qonaxeke zehmet e, qonaxa man û nemanê lê digel wê jî hîn jî derfet pir in, hîn jî Îsraîl ji hegemoniya Tirkiyeyê li Sûriyeyê ne piştrast e, bi awayekî zehmet e bawer bike ku welatekî bi piraniya xwe Ereb û Sunî li Sûriyeyê, dawiya dawî piştgiriya Hemasê di siberojê de nake.

Ne maqûl e rêxistineke siyasî ku ji Qaîde, DAIŞ û Nusrayê ji dayik bûbe, ne li dijî Îsraîlê be! Niha ji bilî karta Kurd karteke din di destê Îsraîlê de li dijî Erdogan û Sûriyeya Tehrîr El Şamê nîne, lewra hîn jî dem ji bo Rojavayê Kurdistanê maye, lê bi mercekî ku karibin wê axa di destê wan de ye, di meydana şer de biparêzin, ji ber ku ev karta tenê ye ku Rojavayê Kurdistanê li hember Sûriye, Amerîka û Îsraîlê heye.

Ji bo têgihiştina vê qonaxa Sûriyê û Doza Kurd, pir girîng e ku em îbretê ji rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê ya piştî 2003an wergirin. Ji ber ku di destpêka ketina rejîma Sedam de, ne mimkûn bû mafê herêmeke federal wekî ya ku niha di destûra Îraqê de heye bi Kurdan bê dayîn, eger berê, piştî 1990î cografya, ax, desthilat û hêza pêşmergeyên Herêma Kurdistanê nebûna.

Di dema nivîsandina destûra Îraqê (2005) de pir zext li Kurdan hat kirin ku hêza pêşmergeyan nemîne, lê bi sedema ku cografyayek bi navê Herêma Kurdistanê hebû, her dema ku Amerîka û hêzên Îraqî guvaş dikirin, serkirdeyên Kurd Bexda li şûn xwe dihiştin û vedigeriyan Herêma Kurdistanê. Ango ne Amerîka ne jî elîta siyasî ya Şîe nikarîbûn Îraqa piştî 2003an bêyî Herêma Kurdistanê ava bikin.

Di edebiyata qonaxa veguhastinê ji desthilata leşkerî ber bi desthilata medenî ve, yan ya ku jê re dibêjin avakirina dewletên piştî şer (Post-conflict state building), gotara yekkirina hêzên leşkerî di qonaxa veguhastinê de gotareke xurt e, ango mercê sereke ew e ku hêz û mîlîs tevlî hikûmeta navendî bibin, lê ev nêrîn ji bo kêmîneyeke wekî Kurdan di rewşa niha ya Sûriyeyê de xofdar e, ji ber ku dema hêza Kurdan nema, tiştek di destê wan de namîne ku li ser maseya danûstandinan bi kar bînin û zextê pê bikin.

Loma divê Rojavayê Kurdistanê bi çekdanîna hêzên xwe qet razî nebe heta ku garantî û asoyeke zelal bi piştgiriya Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî ji bo liberçavgirtina mafê neteweyî yê gelê Kurd li Sûriyeyê nebe.

Divê beşeke din a stratejiya Kurdan li Sûriyeyê xweamadekirina ji bo plana (B) be, ango eger Amerîka û civaka navdewletî dev ji Kurdan berdin û îradeya Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi ser bikeve, divê Kurd li Sûriyeyê xwe ji bo qonaxa îsyankariya (insurgency) li dijî rejîma nû ya niha ya Sûriyeyê amade bikin, mîna qonaxa îsyankariya ku Suniyan li Îraqa piştî 2003yan kir lê ne bi rêya encamdana çalakiyên terorîstî.

Ango vekişîna wan hêzên Kurdî yên çekdar ber bi derveyî bajaran ve û wekî şerê partîzanî, heta wê dema ku rejîma nû li mafên Kurdan mikur were. Ev yek dikare egereke vekirî be, ango eger Amerîka berevaniyê li qewareya Rojavayê Kurdistanê neke, ne dûr e ku Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi neçarî ber bi eniya Îranê ve biçin, wekî hêzeke berxwedêr li dijî Sûriyeya piştî Esed şer bikin, ev jî, bi liberçavgirtina ezmûna berxwedana Îraqa piştî 2003yan ku wekî herêma sêgoşeya metirsiyê ya nearam dihat binavkirin. Bi taybetî ji bo Îranê hêsan dibe ku vê rolê bi rêya Îraqê bilîze.

Ev dikare li Sûriyeyê dubare bibe, lê ne ji aliyê Suniyan ve lê vê carê ji aliyê Kurdan ve. Berdewamiya vê bergirî û berxwedanê dê civaka navdewletî bêgav bihêle ku mekanîzmekê ji bo dayîna mafên Kurdan li Sûriyeyê bibîne. Ne dûr e ku ev hilgerîna Kurdan li Sûriyeyê derfetê ji pêkhateyên din ên wekî Elewî yan Durziyan re jî xweş bike ku bibin beşek ji vê îsyankariyê.

Ev dikare guvaşeke mezin li ser qonaxa veguhastinê ya desthilata siyasî li Sûriyeyê çêbike. Lewra ev dikare plana duyem a Rojavayê Kurdistanê ji bo reftara li gel rewşa Sûriyeya nû be.

Helbet, hêz û dewletên pir hene ku hîn jî ji paşeroj û nêrîna siyasî ya Sûriyeya piştî Esed ne piştrast in, loma eger Îran jî nebe dibe ku welatên wekî Îsraîl û beşek ji welatên Kendavê alîkariya Kurd û kêmîneyên din di berxwedan û têkoşîna li dijî rejîma piştî Esed de bikin. Ya ku niha derfetê ji vê egerê re peyda dike, dabeşbûna neyarên pirsa Kurd (Tirkiye û Îran) li ser du eniyên nakok li Sûriyeyê ye.

Helbet dibe ku ev plan ne rêyeke guncav be, lê divê Kurd li Sûriyeyê destê xwe ji bo her alîkariyekê dirêj bikin bi mebeta hiştina ezmûna xwe, rê ev e ger ne stratejîk be jî, dikare taktîkeke siyasî û leşkerî ji bo gihîştina armancekê be ku ew jî devbernedana ji wê ezmûna siyasî ye ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê qurbaniyên mezin jê re da.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)