Bexda û DAIŞ; Erebkirin û teror

Dibe ku hêj naskirina xwediyê rasteqîne yê DAIŞê ne karekî hêsan be yan armancên ku DAIŞ ji bo wan hat avakirin bi awayekî zelal û eşkere ji her kesî re diyar nebûbin. Lê eşkere û zelal e ku ev rêxistin bi ajendaya çend dewlet û dezgehên sîxurî û saloxgeriyê yên herêmî û navdewletî tê livandin û îdarekirin.

Heke gumana hin kesan jî hebûbe ku destê gelek welat û aliyan di nav aqildana vê rêxistinê de heye, lazim e ji senaryoya ragihandina bidawîhatina DAIŞê di sala 2017an de, piştî girtina Hewîce, ji wan re zelal bûbe ku ev hêzên çekdar ên tundrê tiştekî cuda bûn ji tiştê pê dihatin naskirin, xasma piştî diyar nemana demildest a çarenivîsa nêzîkî 10 hezar çekdaran li devera Hewîce û Deşta Neynewayê.

Her wisa di meh û salên dû re de, derketina grûpên alspî li pêş çavên Iraq, Îran û Hevpeymaniya Navdewletî li navçeyên Xurmatû ber bi Germesêrê û dû re bêyî ku ti hêzek rûbirûyî wan bibe, ji ber çavan winda bûn.

Bi dirêjahiya van çar salên borî ku qaşo DAIŞ wek cografya kuta bûye û car caran jî hêzên ezmanî yên hevpeymanan, Artêşa Iraqê û Pêşmerge pey çekdarên wan ên tertûbelav û şepirze dikevin û li gor daxuyaniyên ku di vî warî de weşiyan bi hezaran ji wan kuştine, lê belê hêj raporên nehênî qala hebûna bi dehan hezar çekdar dikin ku bi nehênî li hundirê Iraq û Sûriyê mane.

Kir û karên terorîstî jî ku di wê pêlê de hatin encamdan û DAIŞê berpirsiyariya wan xist stûyê xwe, çend hezar êriş pêk anîne. Tiştê ku li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê diqewime, nîşaneke zelaltir e ku çekdarên DAIŞê li gelek cih û deveran hene. Cografyayeke berfireh jî di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de vala hatiye hiştin û kêferat û cihê veşargehên çek û ciblxane û tew zindan û baregehên perwerde û rahênanên wan jê têne dîtin.

Vêga çîroka vê grûpê ewqasî eşkere ye, pêwîstî pê nemaye tu gumanê ji wê yekê bikî ku çend hezar çekdaran bi nehênî xwe çawa û li kû derê veşartine? Xwarin û pêdiviyên wan ji kû ji wan re têne peydakirin? Nexweş û birîndarên wan li kû derê têne dermankirin û çareserkirin? Di demekê de ku wisa tê sêwirandin ne tenê Iraq, Îran û welatên herêmê, lê tew dezgehên saloxgeriyê yên welatên zilhêz ên wek Ewropa û Amerîkayê jî li wan digerin û nêçîra wan dikin.

Ev fact û rastî ji me re dibêjin ku DAIŞ wek hêzeke amade li navçeyê maye, ti gumanek jî nîn e ji bo dem û cihên diyarkirî hatine hiştin û dibe ku em di siberojê de bibin dîdevanên gelek bûyerên din ên wek destpêka derketina wan, wek êrişkirin, desteserkirin û pêkanîna komujiyên wek Şingalê.

Heke şiyana Kurdan a hilweşandina nexşe û plana wan dezgehên sîxuriyê nîn e, ku DAIŞ çêkirin û wê îdare dikin, lê divê têra wê yekê plan û bernameyên wan hebin ku rojane lawên wan mîna nêçîreke perîşan nekevin nav dav û xefkên van komên çekdar.

Heke niha amarek were kirin piştî bi hesab dawîhatina DAIŞê, çend Pêşmerge û hemwelatî li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê bûne pariyên hêsan ên wan çekdaran, dibe ku hejmareke pir mezin be.

Her di vê mehê de ji navçeyên Germiyanê heya Qereçûxê çend Pêşmerge û hemwelatî bi destê van grûpan hatin şehîdkirin û heya niha karvedana Kurdan tenê derxistina çend daxuyanî, şîn û şînnameyan ji bo qurbaniyan e.

Ev metirsî ne bi daxuyanî û ne bi şîn û waweylayên nêv torên civakî û medyaya Kurdî ji holê ranabe. Pêwîst e serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê li ber wê lehiya encamdana tawanan li hember Kurdan bisekine, xasma li cogfayayekê ku bi dehan sal e bûye sembola Doza Kurd li Iraqê.

Van çar salên borî, hêleke cografî ji navçeyên Germesêr heya Duzxurmatû, Daquq û Kerkûkê û derdora Dobiz heya digihe deşta Mexmûrê û Çiyayê Qereçûxê, bi şêwazên cûrbicûr guvaş li ser gundnişînên wan tê kirin ji bo valakirina gunên xwe û bi şêweyên cuda tên terorkirin û çeperên Pêşmerge jî ku dikevin nêzî van deveran hergav rastî êrişan tên.

Bi roj hêza Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê li navçeyê ne û bi şev çekdarên ku digirin ser gundnişînên Kurd tê gotin DAIŞ in. Piştî komkujiya gundê Xidircîce li quntara Qereçûxê ku 13 welatî û Pêşmerge hatin şehîdkirin, berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand ku hikûmeta Iraqê rê nade Pêşmerge herin çiyayên wê navçeyê paqij bikin û Artêşa Iraqê jî bi xwe wî karî nake. Çekdarên DAIŞê li wê valahiyê bi serbestî tên û diçin.

Pêwîstiya vê ne bi ravekirinê heye û ne jî bi nirxandina hûr ji bo ku em fêm bikin ku Iraq bi qestî ew rewş li wê deverê çêkiriye. Hêleke diyarkirî ya cografya Kurdistanê ku di vê qonaxê de çavê Erebkirinê çûye ser, rê nayê dan Pêşmerge ser û malên welatiyên Kurd biparêze û Artêşa Iraqê jî ne tenê wan naparêze, lê belê hêsankariyê jî ji bo wan bûyeran dike ku bi rijandina xwîna Kurdan kuta dibin.

Tiştê ku li vir li bal min pirs e, ev e ku hêzên siyasî yên Kurdistanê, serokatî û hikûmeta Herêma Kurdistanê heya kengî helwesta wan her bi vî awayî dibe ku di bendewariya lîstina demê de ne ku Bexda dema çar salan e bi wê yekê Kurdan xafil dike ku hêza hevpar ji bo parastina wan navçeyan tê çêkirin?

Di van çar salan de, çend hevwelatiyên Kurd hatine şehîdkirin, çend kes neçar bûn erd, mal û gundên xwe vala bikin, çend caran grûpa çekdar bi navê DAIŞê êrişî çeper û navendên hêzên Pêşmerge kiriye û ji wan şehîd kirine? Ji bilî derkirina daxuyaniyan û tekezkirina Bexdayê ji bo çêkirina hêza hevbeş, ti karvedaneke din a Kurdan nebû.

Lewma tu dibînî Bexda û DAIŞ wek armanceke hevbeş li wî sînorî dirêjahiyê didin armancên xwe ku terora seba Erebkirinê ye.

Gelo Kurd heya kengî çaverê bikin ev teror berdewam bibe? Gundnişînên wî sînorî heya kengî xwe li ber wê yekê bigirin ku bi roj Erebên Erebçî bi piştevaniya hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê werin ser wan û bi şevan jî DAIŞ êrişî wan bike?

Ev bûyer berpirsiyariyeke mezin e di stûyê biryarbidestan de û nabe Kurdistan li ser vê helwesta xwe ya niha bimîne. Pêwîst e sînorekî ji van tawankariyan û ji plana hevbeş a DAIŞ û navendê re deyne. Heke ji niha ve pêngava kirdarî neavêje û xwe neke berpirsiyar ji parastina ewlekariya wê cografyayê, divê em piştrast bin ku piştî çend salên din, em ê bibin şahidên heman bûyeran li Silêmanî, Hewlêr û Badînanê.

Pêwîst e em ji wê rastiyê têbigihin ku aramî û ewlekariya Herêma Kurdistanê girêdayî aramî û ewlekariya navçeyên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye.

Lewra heke hûn dixwazin Herêma Kurdistanê aram be û ewlekariya hemwelatiyan li Herêma Kurdistanê parastî be, divê hûn pêşî aramî û ewlekariyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê vegerînin.