Resen Remzî
Berî ku rêveberiya Trump dest bi kar bike, Tirkiye dixwaze operasyoneke berfireh li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê û navçeyên wê yên sînorî li gel Herêma Kurdistana Îraqê, pêk bîne. Operasyona ku Tirkiye amadekariyên wê dike, encama wê yekê ye ku Amerîka û Rûsya pabendî wan peymanan nebûn (Peymanên Enqere û Soçiyê) ku sala 2019an bi awayekî cuda di navbera Tirkiye-Amerîka û Tirkiye-Rûsyayê de hatin îmzekirin. Her çend amadekarî bêtir ji bo bakurê Sûriyeyê ne lê Herêma Kurdistanê jî beşek ji plana operasyona Tirkiyeyê ye.
Peymana Enqereyê
Bi merema ragihandina agirbestê bû ji bo 120 demjimêran ji bo operasyonên artêşa Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê ku di 9ê Çiriya Pêşîn a 2019an de, li jêr navê (Operasyona Kaniya Aştiyê) dest pê kiribû. Ev peyman di 17ê Çiriya Pêşîn a 2019an de, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, li bajarê Enqereyê li ser destê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyib Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence hate îmzekirin.
Operasyona Kaniya Aştiyê bi hevkariya artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (Tirkiye piştgiriya wê dike) li bakurê Sûriyê li dijî pêkhateya leşkerî ya bi navê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li wê herêmê heye, dihat pêkanîn. Armanca wê operasyonê dûrxistina HSDê bi kûrahiya 30 kîlometreyan û avakirina navçeyeke "aram" ji bo vegerandina 3.5 milyon penaberên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê bo wan navçeyan bû. Li hember vê yekê jî rêveberiya Trump dorpêçên xwe yên aborî li ser Tirkiyeyê rake. Ev peyman ji 13 xalan pêk hatibû.
Peymana Soçiyê
Ev peyman di 22yê Çiriya Pêşîn a 2019an de, di navbera Tirkiye û Rûsyayê de, li bajarê Soçiyê yê Rûsyayê, di navbera Erdogan û Putin de hate îmzekirin. Armanca vê peymanê, ragihandina agirbestê li operasyona Kaniya Aştiyê li bakurê Sûriyeyê ji bo dema 150 demjimêran bû da ku HSDê ji navçeyên sînorî yên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de, her wiha ji Minbic û Tel Refetê 30 kîlometreyan bê dûrxistin. Ev peyman ji 10 xalan pêk hatibû. Bi encamên Peymana Enqereyê re, li dawiyê Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê di 23yê Çiriya Pêşîn a 2019an de kutabûna operasyonên Kaniya Aştiyê ragihand.
Her du peymanan tenê çend armancên siyasî û leşkerî bi dest xistin. Lê belê ji bo Tirkiyeyê gelek armancên wê yên leşkerî nehatin bidestxistin. Her du peymanên jorgotî ne bi rengekî devkî bûn lê li ser kaxezê di asta herî jor a dewletê de hatin îmzekirin. Piştî ku 5 sal di ser her du rêkeftinan re derbas bûn, Tirkiye di wê baweriyê de ye ku ne Amerîka û ne jî Rûsya pabendî wan rêkeftinan nebûn, ji ber ku armanca dirêjdem a her du rêkeftinan qewitandin û dûrxistina HSDê ji bakurê Sûriyeyê bû, nemaze ji deverên ku hêzên Amerîka û Rûsyayê lê bi cih bûne.
Lewra Tirkiye plan dike ku operasyoneke din pêk bîne. Vêga ji bo paqijkirina deverên ku hê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê lê hene xasma Tel Refet, Minbic, Kobanê û Qamişlo ku wan bi kûrahiya 30 kîlometreyan dûrî sînorên welatê xwe bixe. Erdogan hefteya borî di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku artêşa Tirkiyeyê dê di demeke nêz de bi rêya operasyoneke leşkerî wan navçeyan paqij bike ku Tirkiye armanc dike li ser sînorê welatê xwe bi Sûriyeyê re bike kembera ewle ya Tirkiyeyê.
Armanceke din a demdirêj a operasyona ku Erdogan û çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyeyê amajeyê pê dikin, ew e ku çavkaniyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û HSDê armanc bên girtin, di nav de Qamişlo, Dêrezor, Şingal û çend deverên Parêzgeha Silêmaniyê jî hene. Ev tê wê wateyê ku armanca Tirkiyeyê di operasyona bê de li pişt kûrahiya 30 kîlometreyan li Sûriye û Herêma Kurdistanê ye.
Armancên operasyonê li Sûriyeyê
Di operasyona bê de, dê Til Refet, Minbic, Kobanê û Qamişlo bibin armancên artêşa Tirkiyeyê. Tirkiye di wê operasyona li dijî HSDê de, ji aliyê siyasî ve, dê bi Rûsya û Amerîkayê re rû bi rû bimîne. Destpêka wê operasyona Tirkiyeyê dê li ser rojavayê Firatê be ku navçeyên Til Refet û Minbicê lê hene. Li wir bandora artêşa Rûsyayê heye.
Nûnerê Rûsya ji bo Karûbarên Sûriyeyê Alexander Lavrentyev hefteya borî di daxuyaniyeke fermî de da zanîn ku pêkanîna operasyoneke din li bakurê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî pêngaveke baş nabînin û qebûl nakin. Rûsya naxwaze Tirkiye wê operasyonê pêk bîne lê Rûsya nikare rê li ber Tirkiyeyê bigire. Berî operasyonên Kaniya Aştiyê di 2019an de Rûsyayê heman helwesta tund nîşan da lê nikarîbû rê li ber Tirkiyeyê bigire. Heman tişt ji bo vê carê jî derbas dibe. Rûsya dixwaze ji bo asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê navbeynkariyê bike.
Pêkanîna wê operasyona Tirkiyeyê dê ziyanê bigihîne wan hewldanan, çimkî şertê sereke yê Sûriyeyê ji bo asayîkirina pêwendiyên xwe ligel Tirkiyeyê, vekişîna artêşa Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê ye. Di operasyona bê de muxatabê din ê Tirkiyeyê Amerîka ye. Ji ber ku ji rojhilatê Firatê heta sînorên Îraqê leşkerên Amerîkî hene ku hevkarekî girîng ê hêzên Kurdî ne, YPG û HSDê jî di nav de. Di serdema Trump de, piştgiriyeke bêtir bi HSDê re hat kirin û vêga ji aliyê hejmara leşkeran û teknîka leşkerî ve ji berê bihêztir e.
Li hundirê Tirkiyeyê ev yek tê pirsîn, gelo Tirkiye dikare bêyî rizamendiya Rûsya û Amerîkayê wê operasyonê pêk bîne? Bi gotineke din, bêyî razîbûna Rûsya û Amerîkayê, dê encamên wê operasyonê li ser têkiliyên dîplomatîk ên Tirkiyeyê û rewşa wê ya aborî çi bin? Rûsya bi şerê Ukraynayê daketiye û reng e helwestên wê bêtir dîplomatîk bin. Ji aliyê leşkerî ve, halê hazir nikare astengiyan ji Tirkiyeyê re derxe. Amerîka jî di qonaxa pevguhertina desthilatê de ye, lê Amerîka gelek caran bûye asteng li pêşiya pêkanîna operasyonên Tirkiye li Sûriyeyê.
Mînaka vê jî hewldanên Tirkiyeyê ji bo gereke din a operasyona li bakurê Sûriyê, di sala 2022yan de bû ku Amerîka rê li ber wê operasyonê girt. Vê carê jî Amerîka dê bibe asteng xasma piştî pevguhertina rêveberiya Amerîkayê û hatina rêveberiya Trump. Navên ku ji aliyê rêveberiya Trump ve hatine pêşniyarkirin, berê li dijî operasyonên Tirkiyeyê bûn. Tewra hin ji wan li dijî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyeyê ne. Rêveberiya nû ya Amerîkayê di operasyona bê de ji bo Tirkiyeyê astengeke girîng e. Ji ber vê yekê Tirkiye dixwaze berî ku rêveberiya Trump dest bi kar bike, wê operasyonê li ser axa Sûriyeyê pêk bîne.
Armancên operasyonê li Herêma Kurdistanê
Tirkiye ji hemahengiya bi Hewlêr û Bexdayê re razî ye. Bi taybetî piştî danûstandinên şanda bilind a siyasî û leşkerî ya Bexda û Enqereyê. Danîna xalên leşkerî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û encamên operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê, PKKê heta radeyekê bê çalakî kir. Lê Tirkiye hîn jî gazinan ji rêveberiya Silêmaniyê û cîbicînekirina Peymana Şingalê dike.
Ji ber ku Tirkiye, rêveberiya siyasî ya Silêmaniyê (Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê) wekî piştevana PKK û HSDê dibîne, sedema sereke ya dorpêçkirina Silêmaniyê ji aliyê Enqereyê ve jî ev piştgirî ye. Her wisa sistiya cîbicîkirina Peymana Şingalê ji bo qewitandina dûvelankên PKKê dilgraniyeke din a Tirkiyeyê ye. Tirkiye Silêmanî û Şingalê wekî xalên veguhastina alîkariyên darayî, leşkerî û mirovî ji bo PKK û HSDê dibîne.
Loma gava behsa armancgirtina çavkaniyên PKK û HSDê tê kirin, Silêmanî û Şingal di nav wan reşnivîsan de ne ku di civînên Konseya Ewlehiya Niştimanî ya Tirkiyeyê de pêşkêşî Erdogan tên kirin. Lê Tirkiye ti carî nafikire ku bi kûrahiya zêdetirî 30 kîlometreyan leşkeran daxe nav axa Herêma Kurdistan û Îraqê. Tişta ku di operasyona bê ya Tirkiyeyê de tê pêşbînîkirin, tenê pêkanîna êrişên esmanî li ser armancên li nav axa Herêma Kurdistanê ye.
Ji Çiriya Pêşîn a 2023yan ve, Tirkiye xwe ji bo operasyoneke nû amade dike. Di Çiriya Pêşîn a 2024an de jî amadekariyên wê operasyona xwe kuta kirin û dest bi şandina karwanên leşkerî ji bo xalên xwe yên leşkerî li ser axa Sûriyê kir. Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku her pêngaveke ku ji bo parastina sînorên Tirkiyeyê pêwîst be, dê biavêjin. Vêga operasyona Tirkiyeyê di qonaxekê de ye ku wekî Erdogan dibêje, "em ê şevekê ji nişka ve werin!"
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse