Payîza Suzan Samanciyê

Produksiyona edebî ya nivîskar Suzan Samanciyê ku ji berhemên wê yên Kurdî, Tirkî, ji danasîn û wergerên pirtûkan yên bi zimanên cihê pêk tê îro gihiştiye asteke giring. Bi hewldanên pir salîn wê  navê xwe îro di dîroka edebîyata kurdî û di van zimanên din de jî daye nivîsîn. Bi rêya van çend gotinan min xwest ku romaneke nû ya Suzan Samanciyê ku berî demekê bi navê Payîz an jî Ziyab hat weşandin (Avesta, 2024) bidim nasandin.

Ev roman berhemeke kurt e (87 rûpel), mirov di carekê de wê dixwîne û xelas dike. Beşek xwendevan dema peyvên “Payîz û Ziyab” li ser bergê pirtûkê dibîne belkî dikare bifikre ew peyv tên çi wateyê. Nivîskar aniye peyva Payîz ji rastê ve dest pê kiriye berovajî nivîsîye, tîpa p- jî kiriye -b û di dawiyê de peyveke nû derketiye holê: Ziyab. Bi van herdu navan an jî peyvan nivîskar xwestiye di şerê başî-nebaşî, qencî-xirabiyê de...teknîk û manevrayên hunerî bi kar bîne û biceribîne: “Navê min Payîz e! Navê min î hundirîn jî Ziyab e. Payîz ronahî, Zîiyab jî tarîti ye” (rûp.9). Bi vî awayî ew herwiha stîleke edebî jî dide van dîtin û ramanên xwe yên dualîst. Peyva dualîst ku bi latînî ye wek hûn jî li vir dibînin gelek dişibe peyva kurdî: dualî (du+alî), ev yek jî nîşan dide ku kurdî zimanekî hîndo-ewrûpayî ye. Nivîskar di vî warî de wek mînak gelek îfadeyên dualîst di romanê de bi kar tîne: “Ez dibim du felq. Nîvê rûyê min bextewar, nîvî jî xembar e” (rûp.11). An jî “Ez du kesayet im” (rûp.40). Vebêja romanê di cîhekî de dîyar dike ku Payîz û Ziyab: “Herdu jî wekî peykeran li hemberî min disekinin” (rûp.13). Peyva du di romanê de dibe peyveke giring.

Dema em vê romanê hinekî dixwînin, ji der demsala payîzê em dibînin ku peyva payîz ne tenê beşeke navê romanê pêk tîne, herwiha payîz bûye navê lehenga sereke ya romanê jî. Her sê demsalên Kurdî Bihar, Havîn û Payîz li Kurdistanê navine jinan yên populer in. Li gorî statîstîkên Tirkiyeyê qasî 118 jinên Kurd ên bi navê Payîz dijîn, formên wê yên wekî Payize û Payizet jî hene. Ji ber van sedemên jorîn min berê navê vê nivîsa xwe danî Romana Payîzê, qesta min li vir navê lehenga keçîn a romanê bû. Mirov dikare bi kurtî bêje ku ev berhem li ser jîyana Payîzê ye. Lê paşê min ev nav guhirî kire Payîza Suzan Samanciyê. Payîz him navê romanê, him jî navê lehenga sereke ya romanê ye.  Ji ber ku roman dişibe berhemeke otobîyografîk mirov dikare bêje ku di romanê de Payîz, nivîskar Suzan Samanciyê jî temsîl dike. Bi kurtî em dikarin bêjin ku peyva Payîz di vê berhemê de gelek fonksîyonan dibîne.

 

 

Payîz mamosteke edebîyatê ye ku ji kar tê avêtin, di dawiyê de sirgûn jê re xuya dike diçe welatekî Ewropayê. Li wir jî dîya xwe di qezayeke trafîkê de winda dike. Windakirin di romanê de beşeke qedera Payîzê pêk tîne. Têkiliyên lehenga romanê Payîzê li gel dayîk û bavê xwe jî di romanê de derdikevin pêş. Dayîka wê keseke reben, di halê xwe de ya. Di destê wê de hertim şîş û hiriya ristî heye ku pê qazaxan çêdike (rûp.23). Li dêvla qazax li herêma Serhedê peyva fayke tê bi kar anîn, nizanim ev peyva fayke ji ku tê.

Navê dayîk û bavê Payîzê di romanê de nayê dayîn. Dayîka Payîzê di dawiyê de li welatê xeribiyê dikeve bin trenê û wefat dike. Sekna bavê Payîzê ya li nêzîkî dewletê Payîzê gelek aciz dike. Payîz dixwaze wî ji bavtiyê derxe û wî bikuje, dikuje jî lê belê di xewnê de. Wekî din têkiliyên Payîzê ligel mêran zêde xirab nîne, di cîhekî romanê de ev gotin jî ji devê wê derdikevin: “...a rast têkiliya min û mêran, ji ya jinan çêtir e” (rûp.70). Îmaj û temsîla jinan ya ku di vê romanê de heye bi serê xwe hêjayî mijara nivîseke din e. Dema ew qala hevhezkirin an jî nehezkirinê dike van herdu têgehên dijber tîne pêşberî hev û dighêje vê encamê: “Em sêwiyên nehezkirinê ne” (rûp.39). Di cîhekî vê îfadeya “Dizê dilê min” bi kar tîne ku tavilê hin rêzên kilamên kurdî tîne bîra me: “Evînî kul û derd e”...

Payîz wek mamosteya edebîyatê hebûna xwe ji serî de heta dawiya romanê dide hîs û nîşan kirin. Em di vê berhemê de gelek caran rastî van herdu cotegotinan tên: peyv û hevok. Belkî jî vebêja romanê (Payîz) dixwaze dîyar bike ku hevok ji peyvan pêk tên, ziman ji hevokan....Di hin cihê din de jî çend dîtinên gelek hewaskar li ser peyv û hevokan hene, wek van dîtinan: “...hê ji dayîk nebûme jî peyv hebûn û min dengên wan dibihîst. Beriya mirovahiyê, peyv an jî beriya peyvan, mirovahî! Qet nizanim” (rûp.49). Payîz, heyraniya xwe ya edebîyatê venaşêre. Di hin cîhên romanê de em rastî edebîyatheziyeke mezin tên wek van gotinan: “Ez birçiyê nivîsê me” (rûp.63) an jî: “Di hişê min de peyv û hevok direqisin” (rûp.86). Payîz an jî mamosteya me ya edebîyatê bi van çend ramanên li jorê derseke edebîyatê ya kurt dide me xwendevanan jî.

Di romanê sê beş hene. Beşa yekem û ya here dirêj (rûp.7-67) bê sernivîs û bê reqem e. Lê her du beşên kurt ku di dawiya romanê de cîh girtine bi sernivîs in. Sernivîsa here dawî ji van gotinan pêk tê: “Realîte, hebûn, sirgûnî...” (rûp.83-87). Li vir peyva sirgûnî bala me dikşîne, mirov meraq dike gelo Payîz vê carê berê xwe daye kû derê? Tenê peyvên wekî qamp, qursa ziman, xerîbî...li vir derbas dibin ku gazî sirgûniyê dikin. Êdî mirov fam dike ku ew li gel dîya xwe hatine welatekî xerîb ku di Kurdî de gelek caran bi navê sirgûnî û dûrîtî tê nasîn û bûye mijara gelek kilamên xeribiyê jî wekî: “Kambaxa vê sirgûnê”... Dîya Payîzê hertim jê re besa agirê xeribiyê dike. Ew, vê rewşa nû ya dayîka xwe jî wiha tîne zimên: “Her şev kurekura dîya min bû, li ber pencerê dilorand û vegera welêt xeyal dikir” (rûp.85).

Paragrafa here dawî me tîne dawiya romanê jî. Em li vir dibînin ku Payîzê îjar kesekî bi navê Bilind ji xwe re dîtîye, bûne evîndarên hev. Şevekê dema ew ketine nav nivînan Payîz dîsa qala edebîyatê û romana xwe ya nû dike:“Were ez ji te re qala romana xwe bikim, di romanê de Rewta Helhelê tu yî” (rûp.86). Navê Rewta Helhelê gelo tê çi wateyê? Rewt tê wateya dara ji şivê dirêjtir, Helhel jî navê gundekî navçeya Hezroyê ye ku li herêma Amedê dimîne: “Em herdu jî rûniştvanên heman bajarokî ne... Ew lêkolîner e û ez jî mamoste me” (rûp.21). Nivîskar di mekan û zemanên cihê de bi van peyvên “Bilind” û “dirêj” dixwaze gelo heman lehengê romanê yê mêrîn careke din dîsa bîne bîra xwendevanan?

Paşê li welêt di navbera lehengê mêrîn yê romanê Rewta Helhelê û Payîzê de têkilîke evînê pêk tê, gelek ji hev hez dikin, hev şa dibin. Di binê dawiya teksta romanê de em rastî noteke nivîskar tên ku dibêje ev roman di sala 2020an de li Genevê (Cenevre, bajarekî Swîsrê) hatiye nivîsîn. Ev yek tê wê wateyê ku Payîz an jî Suzan Samanciyê beşek bîranînên xwe yên kevn jî bi xwe re anîye Ewropayê.

Piştî lixwedanîna (îtîraf) jêrîn ya Payîzê êdî roman wek berhemeke otobîyografîk jî dikare bê hesibîn. Ev hevoka Payîzê her tiştî eşkere dike: “Were ez ji te re qala romana xwe bikim, di romanê de Rewta Helhelê tu yî” (rûp.86). Romana ku li vir qala wê tê kirin bêgûman romana Payîz an jî Ziyab (2024) e ku navê lehengekî wê Rewta Helhelê ye. Wek tê zanîn roman ji aliyê Suzan Samanciyê hatiye nivîsîn. Bi zimanekî din navê romanê û navê lehenga sereke ya keçîn ya romanê Payîz nivîskar Suzan Samanciyê temsîl dike. Ji ber van rastiyên edebî em li vir dikarin bêjin ku ev roman berhemeke otobîyografîk e.

Kurdiya nivîskar nîşan dide ku wê zimanê herêma xwe jî tevî zimanê vê romana xwe kiriye û tiştekî baş jî kiriye. Him bi vî awayî ew devok û gotinên herêmî tên parastin, him jî di zimanê romanê de rengînî û nûbûnek peyda dibe. Suzan Samanciyê komek peyvên nenas û zêde belav nebûne bi kar aniye, wek peyva tolavîzk ku di biwêja “tolavîzk davêje” (ango forsa xwe nîşanî yekî dan) de derbas dibe, cara pêşîn e ku ez vê peyva di ferhengan de jî cîh nagre, dibihêm! Hin peyvên kêm tên bi kar anîn wek lênûsk (defter) û pênûs (qelem) jî balê dikşînin. Peyvên ku ji dubarekirina heman peyvan pêk tên jî gelek caran di romanê de tên bi kar anîn, wek “helkehelka min” (rûp.9), “kulpekulpa dilê min” (rûp.9), “dibe hîrehîra wê” (rûp.13), “dibe fişefişa wê” (rûp.13). Mirov dibîne ku hewasa Suzan Samanciyê gelek ji qeydkirin û bikaranîna zimanê gel û zimanê devkî re tê. Ger ev hewldayîna wê siberojê jî berdewam bike, wê demê ev yeka dikare gelek îmkan û firsendên vekirina derîyê zimanekî nû yê edebî li pêşiya Suzan Samanciyê veke.

 (Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)