Gelo ji bo hevpeymaniya Kurd û Suniyên Îraqê derfetek heye?

Li ser bingeha ezmûnên siyasî û leşkerî yên Kurdan ne tenê li Başûrê Kurdistanê lê li parçeyên din jî em dikarin bigihin vê encamê ku zehmet e Kurd bikarin bi tena serê xwe di çarçoveya projeyeke neteweyî de rûbirûyî hevkêşeyên herêmî û navdewletî bibin.

Bi taybetî jî Kurd bi tena serê xwe nikarin rûbirûyî wê çarçoveya destûrî û siyasî ya qanûna navdewletî bibin ku li ser bingeha dewleta neteweyî 'Westphalian model of statehood' li navçeyê hatiye dariştin.

Heta niha jî civaka navdewletî bêhtir piştevaniya ramana aramiya siyasî 'Political Stability' dike, paşê berî dide mafên etnîkî û olî yan avakirina dewletên nû li deverê, xasma piştî êrişên terorîstî yên 11ê Îlonê, hebûna dewletên qels û binkeftî hertim wekî serêşekê li ser ewlehiya navdewletî tê dîtin çimkî di rastiyê de ti garantiyeke xurt nîne ku civaka navdewletî piştrast bike ku jidayikbûna dewleteke Kurdî li wê jîngeha herêmî ya nearam dê pirsgirêkên zêdetir, nexasim ji bo hêzên mezin ên mîna Amerîka û Ewropayê bi dûv xwe de neyîne!

Tişta ku rewşa Kurdan ji wiha aloztir kiriye jî ew têkiliya neteweyî ye ku Kurdan li her çar dewletên Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê bi hev ve girê dide, heta radeyekê ku gelek caran wekî pirseke neteweyî ya tenê tê dîtin, lewra guhertina rewşa siyasî li her dewletekê ji van dewletan bandorê li ser yên din jî dike.

Ev têgihîştina hevbendî û hevahengiya siyasî her tim beşek ji pêwendiyên navçeyî yên di navbera wan her çar welatan de bû û gelek caran li pişt ajendayên navdewletî jî bi tundî amade bû. Wekî mînak, di Peymana Cezayîrê ya sala 1975an de û di dawiyê de jî di dema referanduma serxwebûnê ya di Îlona 2017an de, bi berdewamî bandora vê faktorê li ser siyaseta welatên deverê nemaze Tirkiye û Îranê hebû.

Hatina DAIŞê û 16ê Çiriya Pêşînê, destpêka qonaxeke nû ya desthilatê li Îraqê

Piştî 16ê Çiriya Pêşînê, baweriyeke tam li nik Şîeyên Îraqê çêbû ku ji bo desthilatdariya Îraqê bikin, pêwîstiya wan ne bi Kurdan û ne jî bi Suniyan heye. Ji ber ku ew dikarin hêza ku dixwazin ji wan her du pêkhateyan çêbikin, êdî çima dê xwe ji van her du hêzan re kêm bikin!

Niha ji her du pêkhetayan (Sunî û Kurd) dostên desthilata serdest a Şîeyan hene û her dema ku bixwazin dê wan bi teşe û naveroka ku ew dixwazin bi kar bînin. Têkildarî Kurdan, 16ê Çiriya Pêşînê destpêka qonaxeke siyasî ya nû di pêvajoya birêvebirina Îraqê de bû.

Êdî tirsa Şîeyan ji Kurdan bi temamî hat şikandin. Ji ber ku ew berê pir ditirsiyan, hem ji hêza leşkerî ya Herêma Kurdistanê û hem ji piştevaniya navdewletî lê di 16ê Çiriya Pêşînê de ev her du tirsên wan li holê neman. Hêza Pêşmergeyan bû du hêz û piştevaniya navdewletî jî ne bi wî awayî bû ku serkirdayetiya Kurd texmîn dikir ku dê artêşa Îraqê û Heşda Şebiyê rawestîne.

Têkildarî Suniyan jî ji zû ve tirsa Şîeyan ji wan hatiye şikandin. Her çend di destpêka 2011an de nerazîbûna Suniyan gihişte gupîtka xwe û tevlî Bihara Erebî bû, di wê demê de Şîe zehf ditirsiyan ku pêla Bihara Erebî li Îraqê jî belav bibe û ev şensê dîrokî yê ku bi alîkariya Amerîkayê di sala 2003yan de ji Şîeyan re peyda bû, beravêtî bibe lê peydabûna DAIŞê û hatina wê ya Îraqê, hemû nerazîbûnên Suniyan di tevgereke wekî DAIŞê de şênber kirin, bi awayekî ku civaka navdewletî li ser nehiştin û têkbirina wê komikê yekdeng bû.

Hatina DAIŞê derfeteke tam ji Şîeyan re berdest kir ku bi alîkariya Amerîka û Îranê, tevahiya hêza xwe ya siyasî, leşkerî û îdeolojîk li ser dezgeh û saziyên dewletê ferz bikin. Bi taybetî, bi rêya avakirina hêzên Heşda Şebiyê ku bûye dûvik û destekeke bihêz ji bo parastina desthilata Şîeyan li Îraqê ya ku xwe di Îran û îdeolojiya Şîîzmê de dibîne.

Şîeyan serkirdeyên siyasî yên Sunî yeko yeko hilweşandin, çi bi darê zorê be û çi jî bi rêya yasayan be ku hertim gelek valahî û hincet hene, eger dewlet bixwaze yasa û hêza dewletê dijî alî yan kesayetiyeke siyasî bi kar bîne. Wekî mînak, di serdema Malikî de, Rafi Îsawî bi hebûna destê wî di mijara terorê de hat sûcdarkirin û piştî wî Tariq Haşimî jî rastî heman çarenivîsê hat. Dûv re, qewitandina serkirdeyên Sunî hin teşeyên din li xwe girtin. Êdî bi vî rengî Usame Nucêfî, Salih el-Mutleq û yê herî dawî jî Mihemed Helbûsî rastî heman qederê hatin.

Her çend piştî nemana DAIŞê di sala 2017an de, divabû Heşda Şebî ji navçeyên Suniyan derkeve lê piştî derbasbûna 6 salan di ser nemana DAIŞê li wan deveran, Heşda Şebî hîna dev ji wan deveran bernedaye. Hin serkirdeyên Sunî ji tirsa guhertina demografiya navçeyên xwe bi tundî hewla derxistina van hêzan da lê heta niha jî hewldanên wan bê havil in.

Serkirdeyê Sunî yê naskirî û Serokê Eniya Diyaloga Niştimanî Salih Mutleq, di sala 2019an de ragihand "Çekdarên Heşda Şebiyê zordariyê li Suniyan û niştecihên deverên Sinî dikin."

Loma Sunî dixwazin ku Heşda Şebî ji herêmên wan vekişe û ji deverên Sunî derkeve û ew dever radestî hikûmet, polîs û hêzên ewlehiyê yên deverê bên kirin.

Lê di heman rojê de, ango di 8ê Nîsana 2019an de, Heşda Şebî bi awayekî fermî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê ti carî dev ji wan deveran bernedin û ew hêzeke yasayî û girêdayî hikûmetê ne, beşek ji sîstema parastina Îraqê ne û derketina xwe ya ji herêmên Sunî jî red kir.

Ger em bala xwe bidinê, tevahiya serokên parlamentoyê yên Sunî temenekî wan ê kin heye û zûzûka di meydana siyasî ya Îraqê de tên vemirandin. Wekî mînak, her yek ji Mehmûd Meşhedanî, Eyad Samerayî, Usame Nucêfî û Selîm Cibûrî, ev hemû serokên Parlamentoya Îraqê bûn lê ti yek ji wan li meydanê nema, ev ji bilî Salih Mutleq, Tariq Haşimî, Meşanê Cibûrî, Xaziyê Yawar…hwd ku hemî qonax bi qonax ji qada siyaseta Îraqê hatin dûrxistin.

Li hember vê yekê, ti yek ji serkirdeyên Şîe bi rêya dadgehan an ji ber sedemên siyasî yên din bi tomet û tawanan nehatine derxistin û ev zêdetirî 20 salî ye ku ew li Îraqê siyasetê dikin û di berfirehbûn û geşbûnê de berdewam in.

Ber bi hevpeymaniya Kurd û Suniyan ve

Kurdan rêyeke dûr û dirêj a hevpeymaniya bi Şîeyan re ceriband lê seba cihê wan ê demografîk ê bihêz û piştevaniya herêmî ya ji Şîeyan re, Kurdan tiştekî wisa berbiçav ji wê hevpeymaniyê bi dest nexist.

Sedem dikare bi vê yekê ve were girêdan: Şîeyan ji ber gelek sedemên dîrokî û zilm û cewra rejîma Beasê, ji sala 2003yan û vir ve, bi hevkariya hêzên herêmî, bi awayekî cidî ji bo wê yekê xebitîn ku nasnameya dewleta Îraqê ya piştî Beasê nasnameyeke rêolî û îdeolojîk be, nasnameyeke ku li ser hîmê serweriya Şîeyan a li ser dewletê were sazkirin.

Tevî ku Kurdan di wan 20 salan de, bi zanebûn an jî bi nezanî di alîkarîkirina Şîeyan de ji bo tekzûkirina wê nasnameyê de roleke girîng gerand lê li hemberî vê yekê Kurdan nikarîbû mifayê ji vê hevpeymaniyê wergirin. Rast e Kurd di navbera salên 2003 û 2011an de, di desthilatê de hevparên Şîeyan bûn lê her tim di bin siya Şîeyan de dihatin dîtin, çi bigire Kurd carinan wekî parêzerên desthilata Şîeyan dihatin dîtin!

Ji sala 2011an û heta niha, tevî ku Kurd di hemû kabîneyan de hevpeymanên Şîeyan bûn lê hewldanên lawazkirina Kurdan timûdayim li holê hebûn, nexasim piştî sala 2017an pêwendiyên Kurd û Şîeyan gihiştin lûtkeya bêbaweriyê.

Her çiqasî piştî dosyeya neft û enerjiyê radestî hikûmeta federal hat kirin, vêga kartên di destê Kurdan de ku bikarin wan dijî desthilata Şîeyan bi kar bînin pir hindik in. Ji bo ku Kurd rewşa xwe ya xitimî derbas bikin, niha demeke guncav e ku hevpeymaniyeke stratejîk bi Suniyan re dirust bikin.

Ji bo Suniyan jî qene bikarin vê xwarî û nehevsengiya desthilatê rast bikin, ji bilî Kurdan, hevalbendekî wan ê çêtir nîne ku hevpeymaniyê pê re bikin. Niha Kurd û Sunî xwedî berjewendiyên hevpar ên stratejîk in, heke sûdê ji vê yekê wernegirin, dê di çend salên bê de statûya her du aliyan jî ber bi çilmisînê ve biçe.

Em dikarin pêdiviya berjewendiyên hevbeş ên Kurd û Suniyan di van xalan de berhev bikin: Hem Kurd û hem jî Sunî niha ewqasî terûbela û lawaz in, pêwîstiya wan bi alîkariya hev heye. Kurd êdî ne beşek in ji wê şirîkatiya ku di sala 2003yan de dewleta Îraqê li ser hat avakirin. Sunî ji saziyên dewletê hatine dûrxistin û hin ji wan jî tên ku di nav pêkhateyên siyasî yên Şîe de asîmîle bibin.

Kurd ne tenê dikarin wan bigihînin hev lê dikarin bandorê jî li wan bikin. Hebûna gelek serokên wan ên siyasî û eşîrî li Herêma Kurdistanê jî dikare vê pêngavê hêsantir bike. Suniyan veneşart ku daxwaza wan a avakirina herêmekê heye, xasma piştî wêrankariyên Dewleta Îslamî (DAIŞ), wan çend caran fikra wê herêmê pêşniyar kir, nemaze piştî rakirina Mihemed Helbûsî, ev fikir dikare careke din were nûkirin.

Kurd dikarin di afirandina herêmeke wisa de ku li dawiyê sûdê digihîne her du aliyan, ji wan re bibin alîkar. Avakirina herêmeke din li Îraqê wiha dike ku piştgiriya destûrî ya Herêma Kurdistanê jî li hember hikûmeta navendî xurttir bibe. Ji aliyekî din ve jî êdî Herêma Kurdistanê wekî herêmeke siyasî ya biyanî û tenê namîne. Bi ser de jî çêbûna herêmeke din, pêvajoya dabeşkirina Îraqê li ser çend herêmên din jî hêsan dike.

Li ser asta herêmî jî daxwazên Kurdan êdî tenê wekî daxwazên neteweyî, etnîkî û navçegerî dernakevin holê. Li şûnê, dê biçin nav qalibekî din û ew hincet jî ji destê wan hêzan tê derxistin ku Kurdan fena neteweyeke cudaxwaz û dijî dewletê dibînin.

Daxwazên Kurdan di çarçoveya Îraqê de li kêleka hebûna herêmeke din a "hevpeyman"ê Sunî, dikare hem piştevaniya Ereban û nexasim a welatên kendavê, hem jî piştgiriya Amerîka û Tirkiyeyê bi dest bixe, nemaze bi raçavkirina sedemên kêmkirina hegemonyaya Îranê li deverê.

Ev tifaqa bi Suniyan re dê Kurdan careke din vegerîne hevparekî bihêz li Îraqê ku bikarin mafên xwe biparêzin. Ji ber ku ji sala 2011an û vir ve êdî Kurdan li Îraqê rola xwe wekî aktorekî bihêz winda kir, bi taybetî divê em ji bîr nekin ku Îraqa piştî sala 2003yan berhema hevbeş a Şîe û Kurdan bû lê ev hevparî ji demeke dirêj ve ji holê rabûye û pêkhateyeke tenê serdest e li ser dewletê û biryarên siyasî yên Îraqê, bi taybetî ku niha Kurd û Sinî du karakterên pir qels in û hema hema ti bandoreke wan li ser movikên sereke yên Dewleta Îraqê nemaye.

Sunî wekî mixalefet jî di heyama Malikî de û niha jî gelek ji wan ji karên siyasî hatine dûrxistin û li derveyî Îraqê dijîn. Îhtîmal e ku hevpeymaniyeke wiha şûna hevpeymaniya stratejîk a di navbera Kurd û Şîeyan de bigire ku piştî sala 2003yan, stûnên sereke yên dewleta nû ya Îraqê li ser hatin avakirin.

Encamên hevpeymaniyeke bi vî rengî dikarin bibin sedema rastkirina rêçika siyasî li Îraqa ku Şîe lê serdest in ku niha pir bêhevseng bûye û ew taybetmendî ji dest dane ku di sala 2003yan de Îraqa federal li ser bingeha demokrasiya lihevkirinê (Consociational Democracy) û dabeşkirina desthilatê di navbera her sê pêkhateyên sereke de hat avakirin.

Helbet ev nêrîn ti carî nayê wateya dijayetîkirin an paşguhxistina Şîeyan, ji ber ku ti hêzeke demokratîk û ti hevpeymaniyek jî nikare vê pêkhateya sereke paşguh bixe. Ev pêşniyar di koka xwe de ji bo pêkanîna hevsengiyê di navbera her sê pêkhateyên sereke de ye ku Dewleta Îraqê li ser wan hatiye avakirin çimkî di rastiyê de ev rêgeza lihevkirinê tê ku qels bibe.

Ji aliyekî din ve, pêvajoya demokrasiya piraniyê nikarîbû şûna demokrasiya lihevhatinê bigire. Loma di vê navberê de wekî ku Toby Dodge dibêje, rejîmeke otorîter a nû li Îraqê derdikeve holê ku li ser zeftkirina desthilatê û piçûkxistina pêkhateyên din hatiye avakirin.

Ev model di serdema desthilata Malikî de gihişte gupîtka xwe. Dibe ku ne zêdegavî be ger em bibêjin peydabûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) li deverên Sunî û paşê jî rijdbûna Kurdan li ser lidarxistina referandumê, ji nêz ve girêdayî derketina otorîterîzma nû û ji holê rakirina wê hevparîyê bû ku piştî 2003yan Dewleta Îraqê li ser hat çêkirin.

Helbet ev nayê wê maneyê ku hebûna hevpeymaniyeke bi vî rengî dikare bi hêsanî were bicihanîn, ji ber ku Kurd û Sinî li ser çend komikên siyasî dabeş bûne, bê guman ne Kurd dikarin hemî Suniyan bikin yek û ne jî dikarin hemî aliyên Kurdî jî di bin sîwanekê de kom bikin lê ya girîng ew e ku niha baweriyek di nav Suniyan de jî çêdibe ku zehmet e bikarin li gel vê reftara siyasî ya Şîeyan berdewam bikin, xasma piştî jikarderxistina serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî. Ev pêngavek e di rêça ku ji hêla vê projeyê ve hatiye pêşniyarkirin.

Ji aliyekî din ve, hebûna herêmeke din li kêleka Herêma Kurdistanê, navê wê çi dibe bila bibe, ji aliyê destûrî ve jî ne pirsgirêk e û rê pê hatiye dayîn, lê ev nayê wê wateyê ku ev herêm dê ji hêla hin Suniyan ve ku niha di nav lîsteyên Şîeyan de karê siyasî dikin, tûşî kelem û astengiyan nebe.

Li nik Kurdan jî projeyeke bi vî rengî ji ber ku saziyeke niştimanî ya ku serperiştiya wê bike tune, di dawiyê de, her divê partiyên desthilatdar wê li xwe bigirin. Bê guman, dibe ku her projeyeke bi vî rengî ji hêla aliyên din ên opozisyonê ve jî were redkirin.

Helbet ne ku ji ber başî û nebaşiya projeyê û paşeroja siyasî ya Herêma Kurdistanê lê ji ber ku siyaset û berjewendiyên niştimanî li herêmê di çarçoveya hevrikiyên partiyan de çerx dibin û sîwaneke sazûmanî û dezgehvanî nîne ku gişkan li ser projeyeke niştimanî ya hevpar a ku xwedî nêrîneke demdirêj a xebata siyasî be, bîne cem hev.

Hevpeymaniya du herêman, Herêma Sunî û Herêma Kurdistanê

Encamên fişarên Bexdayê li ser Kurd û Suniyan, di heman demê de dikarin hem ji bo Herêma Kurdistanê hem jî ji bo Suneyan bibin karteke siyasî yan jî derfetek. Divê Herêma Kurdistanê li vê yekê bifikire ku ji niha û bi şûn de ji bo avabûna herêmeke federal a din li Îraqê piştgirîyê bide Suniyan.

Avakirina herêmeke Sunî dibe sedem ku hikûmeta navendî li şûna ku bi herêmekê re mijûl bibe, divê bi du herêman re tevbigere. Hebûna du herêman li Îraqê, herêman bihêztir û hikûmeta federal jî li hember van herêman lawaztir dike.

Hêzdariya her du herêman jî bi wê yekê dest pê dike ku her yek ji wan pêkhateyeke etnîkî tê de serdest û karbidest e (Li Herêma Kurdistanê Kurd serdest in û li herêma din jî Erebên Sunî serdest in). Xaleke din a xurtiya van her du herêman dê ew be ku her du pêkhate dê li hemberî hikûmeta navendî û di nav parlemento û wezaretên wê de ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe bikin yek û dê bi yekdengî kar bikin.

Li hêleke din, ango hejmara herêman çiqas zêdetir be, dengê dîktatoriyê dê qelstir bibe û dê desthilat biçe destê çend aliyan ne aliyekî tenê. Ev yek dê cihêrengî û demokrasiyê li Îraqê bihêztir bike. Eger di destpêka damezrandina Îraqê de sîstema federalî bihata cîbicîkirin, pir zehmet bû Beis cihê xwe xurt bike û hindikahî û rêolên din ên wekî Şîeyan biperçiqîne û Kurdan jî qir bike.

Dawî

Helbet pêwîstiya hebûna hevpeymaniya Kurd û Suniyan bi piştgiriyeke herêmî jî heye, nemaze piştgiriya Erebistana Siûdiyê û Îmaratê (Zehmet e ku Tirkiye jî li dijî herêmbûna deverên Sunî be) lê piştgiriya welatên kendavê pir girîng e ji bo ku bikarin bi rêya wê hevpeymaniyê hinek hevsengiyê vegerînin nav pêvajoya desthilatê li Îraqê.

Ev hevpeymanî ji bo Kurd û Suniyan ji bo parastina mana xwe ya li Îraqê zehf girîng e, heke na bi vî rengê ku niha heye hem Kurd û hem jî Sunî dê hertim ber bi qelsiyê ve herin û dikarin bi hêsanî werin parçekirin, li ser çeperên cuda cuda dabeş bibin ku Şîe heya niha serkeftî bûn di dabeşkirina Kurd û Suniyan de li ser du hêlên cuda ku neyarên hev in, wekî kelemekî ji bo egera çêbûna her hevpeymaniyeke bi vî rengî.