Filîtê Quto çima hate kuştin?

Nayê bîra min bê kengî bû û li kû, çawa û ji kê min li strana Filîtê Quto guhdarî kiriye. Ji wê dastan-çîrokê tenê resmek di serê min de maye; mirovekî bi ser û gewdê xwe gir, simbêlboq û awirtûj, di nav rext û fişekan de pêçayî, zilamekî egîd û fêris, wek Ristemê Zal...

Her ku wext di ser re çû, ew resmê di serê min de geştir, zindîtir dibû, min dixwest ji nêz ve lê binerim, ne tenê bi çend klîşeyên ji zarokatiyê di serê min de mane. Min çiqas zor dida hafiza xwe, gotinek ku wî tarîf bike, nedihate ser zimanê min. Tenê lehengekî bi ihtîşam...

Çend sal berê ez çûm Sêrtê, li stasyona Kurtalan (Misircê) geriyam, Deşta Bişêriyê ya boş ku bi esman re dibû yek, du kes anîn bîra min; yek jê Mêremxan bû, yê din Filîtê Quto. Mêremxan herkes dizane, xanima stranbêj, yek ji dengên resen û herî xweş ê kurdî. Lê li ser Filîtê Quto min ji resmên xeyalî pê ve tiştek nedizanî. Piştre ku çend caran ji Midyadê ber bi Kercews û Heskîfê ve çûm, ew erdên ku tenê min di zarokatiya xwe de carek du caran dîtibûn, ji min re pir nas dihatin, wek warê Filîtê Quto hatibûn ber çavê min. Ez bi ser erd û warê wî ve bûbûm lê ka Filît li kû bû?

Min da ser şopa Filîtê Quto, pêşî di stranên Mêremxan de, dûre di kitêban de... Di stranên Mêremxan de min Filîtê Quto nedît, min dest avête kitêban:

“Çar şev, çar rojê wan temam bûn, derketine

Kaniya Qîrê, Kevanê Kêrê, binya Qubînê,

tanga Zoqê hinda êla êzdiyane.”

Bi cih û warê di serê min de li hev dikir, dibe ku ew cih û war ji kilam û kitêbê di serê min de mabin an wisa bi cî bûbin. Li vir behsa karwên dike; “pêşiya karwan deve ye, lawo, li ortê hêstir in, li paşiyê ga ne.”

A rast çîroka Filît zêde tiştekî ji mirov re nabêje, di hemû varyantên ku min xwendin de kêm agahî li ser hene, ji karakter bêhtir wek tîpekî ye, me tu kirinên wî nedîtine, em tenê dizanin mêrekî di ser xwe re ye, “qehreman” e. Dastan-çîrok wek ku li vir xilas dibe. Min jî dikaribû bi vê bendê nivîs biqedanda;

“Karwanî li min karwanî

Paşî li ser pêşiyê danî

Kalê du qantir dayê, Filît bac hilnetanî

Elî, Emêr hev ra destê xwe li şêşxanê bir û anî

Çawa gulek avêtê, qapaxa serê Filît hilanî

Emê çû Şirîn nikah kir ji xwe ra anî.”

Ewqas! Ket û mir, çima mir? Ji vir, ji çîrok û dastanên din heta jiyana me ya rastîn a îro, mirov dibîne ku mirin, mirina me çiqas hêsan e? Em çiqas zû û belasebeb dimirin, tên kuştin an xwe didin kuştin? Lê dîsa jî pey çîrokê ketim, varyantên ku min peyda kirin, min li wan nihêrt. Dibe ku di varyantan de cudahiyên zêde hebin, a ku diya wî davêjê ser hinekî cihê ye lê bi giştî çîrok wiha ye:

Salek xelayê ye. Kalê û herdu biraziyên wî Elî û Emer, ligel çend mêrên din karwanekî amade dikin, di ber êla Filît re diçin, Şîrîn dergistiya Filît e, diçin bin konê bavê wê, Şîrîn ji Elî û Emer re dew tîne, dikevin nav sohbeteke xweş, “laqirdî” dikin, Filît dibîne, hêrs dibe, ciwaba hev didin û xwe ji bo şer amade dikin. Di hin varyantan de dibê, Filît qîma xwe bi baca Kalê neanî, kir mesela namûsê, li ber hev dideynin lê şer nabe, Filît hê destpêkê tê kuştin, ji ber ku Kalê ji sûka Midyadê, bi zêrekî zêde “şêşxane”yek kiriye, Elî û Emer dest avêtinê, berdane Filît û “qepaxa serê wî hilanîne”, kuştine.

“Filîtê Quto bang dikir, digo, Elî, lawo, dilê min dubê ye

Karvan tê ji Kevirê Bazê bajar bi bajar, rê bi rê ye

Lawo, derdê min ne meya Xeco, hêstira navê wê Hedo ye

Suwal bikin nav û dengê Filîtê Quto, min ji

gelle kavran standiye bac û xeraca serê rê ye”

Lê bêyî ku bac werbigre an şer bike Filîtê Quto tê kuştin.

Baş e, Filîtê Quto çima hate kuştin, hate kuştin an wî bixwe xwe da kuştin, kuştina wî çima ewqas hêsan bû? Mirov dikare vê pirsê heta bi îro bîne; em çima ewqas bi hêsanî dimirin, a rast gerek e kuştin be, em çima ewqas rehet tên kuştin, xwe didin kuştin? Simko Axayê Şikakî çima wisa eşkere kete xefkê, Qasimloyê ku di roja kuştina Simko de çêbûye, tevî ku ev mesele pir dizanî û derdora xwe tim hişyar dikir, qedera wî jî ji ya Simko ne cihêtir bû. Çend nifş keç û xortên welatê me, çima bê ser û şûn in, kêleke qebra wan jî tune? Ez li vir helbet wek folklorîstekî meselê nanirxînim, bêhtir bi çavê îro li wan çîrokan dinerim û li ser “ev dastan û çîrok, îro çi ji me re dibêjin?”, li ser wê hizir dikim.

Çîrok kêm zêde wisa ye, beşên din bêhtir “liyan e dilê min liyan e”, keser û kederên ser kuştina Filît in, gelek ji wan jî ji devê diya wî ne, keser û kedera Şemê ya diya Filît in:

“Îro Filîto lawo, karwanî, berxê min lawo, karwanî

Karwan êvarê bar kir, sibê bi royê ra qe dananî

Li Kevanê Kêrê, Kaniya Qîrê, Pira Batmanê,

li Delavê Paşo pêşî vegeriye ser paşiyê danî

Tu bi çi aqilî hatî pêşiya vî karwanî”

A rast eger em bixwazin, çîroka Filîtê Quto, li ser doh, îro û sibe gelek tiştan ji me re dibêje, a girîng ku meriv fam bike, bixwaze têbigihe.

Pirsa me ya herî zêde ku gerek e em ji xwe bikin; em çima ewqas zû dimrin? Dibe ku demekê wê mirinê ma‘nayek xwe hebû, wek dema ku Hejar digo, “Mirinê tu li kû yî? Jiyanê ez kuştim” lê êdî ne wisa ye; xirakirin na avakirin pêwist e bo welatê me û ev ne bi mirinê, bi jiyanê dibe.

Di edebiyata me de welat “dayik” e, “Dayika Niştiman”, lê heta kengî ew dayik ê xwe reş gire bide û li bendî keç û kurên xwe yên bê gor be? Heta kengî emê wek dayika Filît, Şemê bin û bi dizî bigrîn?

“Qe nehate bîra min, dayika te jî bibê, neçe

pêşiya vî karwanî, lawo, Xwedê dizane

serkarwanî Eliyê Etmanekê, Emê, Mamê

Gindêr, tivinga di destê Mamê Gindêr da

malê Romê ye, berêşê bazine

Berxê, canê Filîtê min î delalî li meydana vî

xweşmêrî bi sê gullê bazinbelekê bûye birîn,

Filît, lawo, herge li meydana vî xweşmêrî bi

...

Berxê, lo dê bi reben e, lawo

Bê hey lor, hey lor, hey lor, hey lor, heyv lor...”

Em miletek in ku ji hemû têkçûnên xwe re dastanên serkeftinê çêdikin. Divê keç û xortên kurd nemirin êdî, belasebeb û pir bilez neyên kuştin. Divê em êdî bi çi şertî be welatê xwe ava[dan) bikin. Pêwistiya me bi serkeftinên rastîn heye, ne bi xewn û xeyal. Bi xewn û xeyal û mirinê tiştek ava bûba, vêga me hertişt ava kiribû.

We nego çi bi Şîrîna dergistiya Filît hat? Çîrok jî be, qedera wê ji ya İpek Er a hemşariya wê ku di 18 saliya xwe de, bi qasî salên emrê xwe roj, di odeyekê de êsîr girtin, tecawiz kirin û ew li ber çavê wê ewqas piçûk kirin, tenezul nekirin ku wê bikujin, jixwe ew bi saxî kuştibûn, kirin ku wê xwe kuşt. Şîrîn gelekî berî wê jî be, wek wê ewqas ne bêşans bû. Em dema dixwazin bijîn jî, tên kuştin.

Baş e, ku Filîtê Quto hatibe kuştin, xwe di ber Şîrînê de dabe kuştin, keçeke 18 salî ewqas sal piştî wî, hemşara wî, dibe ku ji êla wî be, çima xwe kuşt? Ferqa İpek û Şîrîn çi ye? Kê İpek Er kuşt; wê, onbaşî, me?..

Kurd hosteyê mirinê ne. Divê êdî ev çîrok bê guhertin. Kurd êdî nemirin, bijîn, pir bijîn, her bijîn!

(Beşên li ser Filîtê Quto yên di vê nivîsê de ji “Zargotina Kurdên Serhedê, Kilam û Destanên Epîk ên Dîrokî, Mêrxasî û Serhildanan” a Mehmet Gultekin hatine girtin (Avesta, 2013).

(Bo nivîsên din, biçin ser navê nivîskar)