Kê neheqî li Silêmaniyê kiriye?
Eger bi xizmatî û merivantî be jî, ne bi dilê min e neheqî li mala xezûrê min yê ji bajarê Silêmaniyê bê kirin. Lê eger li gor wan data û zanyariyan be ku medyaya YNKê derbarê 27ê îlonê li Silêmaniyê diweşîne, mirov hest dike xedr û neheqiyeke pir mezin li bajar û parêzgeha Silêmaniyê hatiye kirin.
Girêdayî 27ê îlonê (sibe), gelek kes û aliyan girew li ser xwepêşandanên cemawerî yên berfireh û tew “serhildanê” jî kiriye. Lê çima mirov hest dike ku bi rastî jî neheqî li Silêmaniyê hatiye kirin?
Çimkî wek mînak ji temamiya 749 projeyên ruxsetkirî li Herêma Kurdistanê, pişka Silêmaniyê tenê ji sedî 28 ji wan projeyan bû. Lê rêjeya nişteciyan û pişka wan di samanên xwezayî de digihe ji sedî 40 ji nişteciyên Herêma Kurdistanê. Her wisa jî ji bo kesekî wek min ku hem bi merivantî û hem li jêr zexta wijdên û hem bi lojîka ji hev cudakirina rastî û çewtiyan, ez dixwazim meselê fêm bikim, ez dixwazim bizanibim: Eger neheqî li Silêmaniyê hatibe kirin, gelo kê ev neheqî lê kiriye?
Her kes dizane ku ji sala 1994an û vir ve, du navçeyên kesk û zer dirust bûne û heta îro jî nebûne yek. Lewma ewên ku ditirsin li Kurdistanê du rêveberî dirust bibin an ewên ku gefê dikin Kurdistanê vegerînin heyama du rêveberiyan, ji bîr kirine ku bi dirêjiya salên borî Kurdistan tucarî bi temamî nebûye yek rêveberî.
Tiştê ku hebû peymaneke dualî di navbera Mam Celal û Kak Mesûd de bû ji bo îdarekirina van herdu rêveberiyan û parvekirina postan li Bexdayê û parastina yekrêziyê li derveyî Kurdistanê.
Di kokê de jî Tevgera Goranê li ser bingeha bizaveke reformxwaz di hundirê YNKê de hat damezrandin ku ji şêwaza birêvebirina rêveberiya kesk û lihevkirina wê bi rêveberiya zer re nerazî bû.
Ango eger li Hewlêr û Dihokê kêmasî û piştguhxistin û birçîkirina xelkê û sînordarkirina azadiyan û nebûna ewlekariyê hebe, divê sûc bikeve stûyê PDKê. Eger li Silêmaniyê û navçeya kesk û şîn jî kêmasî hebû, divê sûc bikeve stûyê YNKê û endamên berê yên YNKê ku niha endamên Goranê ne!
Mumkin e hin kes bêjin: Lê paytext di destê PDKê de ye û pere û desthilat û dîplomasî û serkirdatiya cengê jî ketine destê PDKê. Ev ne rast e. Nabe endamên Goran an YNKê bi vê gotinê bên xapandin. Ev wek wê yekê ye ku endamên PDKê bi wê yekê bên xapandin ku ji wan re bêjin Xwedêgiravî çavkaniya nebûna mûçeyan û malwêraniyên Hewlêr û Dihokê tenê Bexda ye û tu rola PDKê û siyaseta wê di vê yekê de nîne.
Li gor wan datayan be ku medyaya YNKê di van rojan de marketingê ji wan re dike û bi rêya wan dixwaze îzbat bike ku Silêmanî hatiye piştguhxistin û neheqî lê hatiye kirin. Mafê nişteciyên Silêmaniyê heye hêrs bikevin û dakevin ser cade û kolanan û bi rêyên aştiyane û dûrî şîdetê doza mafên xwe bikin. Lê divê zanibin ku eger li Silêmaniyê bê bername bûn û nizanîbûn bi başî bajêr birêve bibin, baş e çima ev çend sal e bi nûnertiya Silêmaniyê di hikûmeta Kurdistanê de li Hewlêrê beşdar bûn û hîştin li wir jî mafên wan bên xwarin?
Silêmanî hertim bajarekî hişyar bû. Lê di bûyerên 17ê sibatê de û piştî wan jî di bûyerên par de, ku encama wan şewitandina baregehên PDKê bû û di gelek helkeft û boneyên din de jî nerazîbûnên wan ji rê hatin derxistin û tiştê ku ji bo wê daketibûn ser cade û kolanan ji bîra wan hat birin.
Ez nişteciyê Silêmaniyê bûma, min nedihîşt vê carê ev yek dîsa biqewime û minê bi zelalî bizanibûya ka ez çi dixwazim û ji kê dixwazim!