Êzîdayetî: Ilm, dîrok, çand û felsefeya Ola Êzî

26-08-2024
Newaf Mîro
Nîşan Kurd Êzidî Nav Ol Mehmûd Êzdî
A+ A-

Êzî-Ol

Êzîdî- kes, mirova/ê Êzîdî

Êzîdayetî-ilm, dîrok, çand û felsefeya Ola Êzî

Ezdanî, Yezdanî ol û tayfe yên ji kevneşopiya Ezdanî tên. Ango civakên Êzdanî, yan Yazdanî.

Peyva Êzdî peyveke bêyî tîpa “î”yê ye. Ew jî li gorî devoka hatiye nivîsandin lê kêm e. Çawa tîpa “Y”yê di gelek zimanan de şûna tîpa “Ê”yê girtiye. Yan li me bar bûye, wendakirina tîpa “Δya ji Êzîdî heman tişt e.

Ev peyva Ezdanî, yan Yezdanî bi xwe berî peyva Kurd e û jê kevntir e. Asûrî, Suryanî, Ermenî û heta bi Hindistanê Yazdanî, yan Ezdanî bûn.

Ev bi kêfa me be, ne bi ya me û hin kesan be ev e.

Ne şerm e meriv tiştekî nizanibe lê şerm e meriv nezaniya xwe weke zanînên rasteqîn bide pêş û ferz bike.

Ez ne dîrokzan im lê bi hêviya ev mijar bibin ciyê gengeşê û lêpirsînê. Ne tenê dîrokê ji jêderên Îslamî, yan yên Ereb, Tirk û Farisan referans bêne girtin. Bi hezaran kesên îro zimanên din ên cîhanê dizanin hene, dikarin bi qasî serê xwe bi çand û dîroka gelên din re mijûl dikin, dikarin dîroka Ûrartûyan û yên beriya wan û di beşên zanistê de li ser dîrok û şûnwarên Herema Mezopotamyayê re mijûl bikin.

Şikefta Şanêder û Girê Mirazan mijarên girîng in, ji bo dîroka mirovatiyê. Bi qasî Ewropayiyan serê xwe bi van mijaran de êşandiye, yên me neêşandine. Heta niha jî yên bi wêrekî dest avêtine mijara kevneşopiyên dîrokê kêm in.

Lê mixabin ev karê ji hizr û hêzên serdest re nayîne, lewma lêkolînêr û dîrokzan jî serê xwe bi van mijaran re neêşînin.

Gotina "Kurdên Êzîdî" heta radeyekê seqet e û heta radeyekê raste jî. Êzîdî û Eydayetî berî peyva Kurd hebûn e. Ew ne Kurd in, bingeh û dendika Kurdayetiyê ne.

Miletek bi olê dibe milet. Li seranserê cîhanê ol bûye bingeha dewlet û neteweyan. Kurd nikarîn bibin milet, çimkî Îslam bingeha Erebidîtiyê ye. Ya Îranê Zerdeştî bû, paşê bû ya Îslama Şîe. Di heman demê de Sunîtî bûya ya Tirkan. Ne ola Îslamê bûye, mimkun bû dewleteke bi navê “Tirkiye”yê nebûya.

Kurd jî bûne şervan û karmendên dewletên Îslamê lewma hîn jî nebûne netewe û hêzeke hizrên xwerû.

Meseleya sosyalîst û komunizmê, tiştekî piştî netewbûnê ye, yê çînî, aborî û hizrî ye. Yên nebûne netewe nikarin ji netewiyetê derbas bibin. Dibin aksesûarên dewletên neteweyî lê ne yên xwe.

Peyva Êzîdî Kurd in, yan Kurdistanî ne, yan Kurmanc in, heta radeyekê rast e çimkî Yazdaniyet bi qasî lêkolînan erdnigariyeke heta bi Hindistanê û Ewropayê digire nava xwe. Mumkin e bingeha xwenasiya mirov û Xweda, Şemşnasiyê, û Yazdaniyetê be.

Qewlê Êzîdîyan dibêje, “Dunya ji durê çêbûye, dur teqiya ye û paşê dunya çil hezar sal av, behr bûye.”

Paşê Xwedê Tawisî Melek bi rengê Teyrê Enqer afirandiye û piştî wê erd û ax, yan av meyabdiye û her giyanewer û nebat ji ax û avê xuliqandiye. Lewma jî di Êzîdayetiyê Berat/Guroşk remza jiyanê û kaînatê ye û pîroz e. Pîroziya Teyr Tawis li ser rûyê erdê ji Teyrê Enqer tê.

Teoriya Big Bang-Teqîna Pêşî, yan ya kevn  jî dibêje, dunya ji rojê qetiyaye. Berê Zerya, yan Behr bûye, piştî bi milyonan sal bi bandora tavê zemîn çêbûye û ji ax û avê giyanewer afirîne.

Li gorî nêrîna Mehrdad Îzady, axa yekem a jiyanê dibe herema me be, li gorî lêkolinên Geographical.

Navê Dehaqê efsaneya Newrozê ya Kurdan ji Fîrdewsî yê Farsî girtiye, Êzîhaq e, ya Azîhaq li gorî nêrîn û lêkolînên Mehrdad Îzady. EzHeq ew tê wateya heqiya ji mirovan dest pê dike. Yan her mirov bi qasî heqîya xwe, Heqîya Xwedê ye.

Çi girêdana wê bi Newrozê re heye, heta niha lêkoliner û dîrokzan negihiştine encamekê lê ya eşkere ew e ku Newroz destpêka biharê ye. Cejna Biharê. Yan ya hatina biharê. Li cem Îraniyan destpêka salê ye lê li cem Êzîdiyan Çarşema Serê Nîsanê destpêka salê ye.

Di vir de Hêk remzeke girîng e. Hêk remza jiyanê, durê û cîhanê ye. Ew hêk ketiye ola Xiristiyaniyê jî. Hêk û dur, pirsa kî berî kê ye? Lê dur berî hêkê ye. Di durê de hêk, di hêkê de jiyan.

Lê ya eşkere ew e ku di wê demê de şerê olan an jî yên şerê ola pêşiyên xwe kirine dest pê kiriye. Belkî ew bixwe despêka guhertinê ye.

Şerê Zerdeştiya yan yê Ahûramazda û Ehrîman. Tevî ku Zerdeşt li gorî dîrokzan Cemşîd Bender Kurd bûye, yan jî Yezdanî bûye lê civaka wî ew nêrînên wî nepejirandine. Bi dermankirina Hespê Şahê Ecem re ketiye xizmeta Şah û bi nêrînên wî Şah desthelatiya welatê xwe fireh kiriye û pê şerê Yazdaniyan kiriye.

Şerê Ahûramazda û Ehrîman, Ehrîman jî xuya ye yên Zerdeşt û Şahê Ecem nepejirandine ne. Ango Yazdanî.

Kurd Êzîdî bûn, bingeha Kurdbûnê Êzîdîti ye. Milet û miletî bi olê çêdibe, ol bingeh e. Ereba Îslam ji xwe re kir bingeha Erebidîtiyê. Farisan berê Zerdeşt û wan Zerdeştîtî ji xwe re kiriye hîmê civaka Faris.

Bi hatina Îslamê re tayfeya Şîa ji xwe re kirine hîm û stûn, pê re heta îro bi navê Îslamê aktorekî sereke ne. Tirkan Îslama Sûnî ji xwe re kir amûrek û hebûnek ji yê hebûn û mayînê. Heta îro jî bi wê yekê desthilat in.

Kurd nebûne netewe çimkî ew stûna wan ji xwe re kiriye rêgeh ji aliyê Tirkan ve ji wan hate standin. Di serdema Selahedînê Eyûbî de dikarîbûn, hebûna xwe bi navê Îslamê misoger bikira lê nekirin.

Di nava xwe de dijminatiya ola pêşiyên xwe û olên Ezdanî kirine, yan Ezdanîtî weke qurmê xwe nedîtine û ne parastine. Heta îro jî wisa ye.

Heta niha jî Kurdên Misilman herî zêde dijîtiya ola pêşiyên xwe dikin lê ti civak yan neteweyeke din ne weke wan dijî dîrok, çand, felsefe û fezîleta pêşiyên xwe ye.

Peyva "Kurdên Êzîdî" şaş e. Yan jî heta radeyekê şaş e. Rast e zimanê ku pê diaxivin Kurmancî ye. Êzîdî zimanê wan Kurmancî ye, yê qewl û peyva Êzîdî jî Kurmancî ye. Kurmancî jî yek ji endamên zar û zimanên Kurdî ye. Weke Kirmanckî, Soranî, Hewranî yan Goranî.

Bi demê re ew erdnigariyê Yazdaniyetê biçûk bûye, gelek civakan oleke din ji bo siberoja xwe pejirandin û pêre bûne miletekî din. Tenê yên Kurmancî diaxavîn mane Êzîdî yên zimanê xwe weke yê Xwedê, jiyanê û axretê dibînin. Yên ruhê xwe teslîmî ol û pexemberan nekirine.

Di heman demê de ew çavkaniya felsefeya Êzîdatiyê gelek şêlû bûye û weke darekê pel weşandine çimkî Êzîdiyan nekarî ola xwe bi qelemê û pirtûkê biparêzin, ew qedexe bûye.

Heta niha jî ola Êzî weke oleke fermî nehatiye pejirandin li dewletên serdest yên warê Êzîdiyan. Hê jî Êzîdî ne xwedî mafên olî û civakî ne. Hebûna Êzîdiyan bixwe mûcîze ye. Piştî bi hezaran fermanan hê jî hindek bin jî hene!

Lewma jî Qewl û Êzîdayetî bi pêsîrê heta bi pêsîrê hatiye parastin lê sal bi sal ji mirovekî heta mirovê din xwe guherandiye û babetên xwe, reng û nîşanên xwe de kêm yan lawaz bûye mixabin .

Ol û zanîna ku nekeve xizmetê û fermiyetê nikare xwe bi pê şve bibe, dikeve parastinê em ji hezarê salan û vir de di parastinê de ne mixabin.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

1- Qewlê afirandina Kinyatê.https://www.ezipedia.de/lalisa-nurani/

2 - https://de.m.wikipedia.org/wiki/Mehrdad_Izady Bir El Kîtabi Kurtler Mehrdad Îzady

3- Kürt tarihi ve uygarlığı Cemşid Bender

4- https://philosophiakurdi.de/anti-ezidayeti/

5-https://www.shirinpersia.com/de/nowruz-das-persische-neujahrsfest-das-alteste-fest-der-welt

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bi rastî Kurd mirîperest in?

Kurd dildarên vîla, nargîle û baxçeyan in. Kurdek amade ye her roj here kafeteryayê û 10-15 hezar dînaran bide nargîleyekê lê ne amade ye pênc hezaran bide pirtûkekê û bixwîne!