Çîroka wêneyekî

26-07-2017
Îqbal Durre
A+ A-


Wêne: Musa Anter, Tehsin Ekincî, Abdurrehman Durre


Ev wêne hema doh xwîşka min ji min re rêkirye. Min berî niha ev wêne nedîtibû û ji ber wê jî min demeke dirêj û bi baldarî lê temaşe kir. Paşê min biryar da ku çend parîneyên ji jîyana bavê xwe, bi taybet jî yên bi bûyerên giring ên dîrokî yên bi çarenûsa gelê kurd ve girêdayî vebêjim.


Bi giştî ez ji weşandina wêneyên bavê xwe zêde hez nakim, ku şaş neyê famkirin… Lê, bi tevî prensîbên xwe jî, min biryar da ku vê wêneyê biweşînim.


Sedem jî ev bû ku bavê min ji bilî nasnameya xwe ya nivîskarê kurd, her weha miroveke oldar bû û demeke dirêj jî karê miftîtîyê kir. Wî tu caran cixare nekişandiye û tu caran dest nedaye vexwarinên bi alkol û li dijî vexwarinên bi wî awayî bû.


Wî ji heft saliyê ta roja dawiyê ya jîyana xwe hemû ferzên ola îslamê bi cih anîn. Her weha li hember hemû ol û bawermendîyan dilsoz bû û ji ferz û qanûnên ol û mezhebên din re rêzdar bû û derbarê kitêbên wan ên pîroz de jî xwedî zanyarî bû.


Dilsozî û rêzdariya wî jî li ser bingehê zanyariyê şîn bibû. Hemû kesên ku wî nas dikirin, dikarin şahidya wê yekê bikin ku kesên wek Ebdurrehman Durre yên ji olên din, dîrokên  wan û şîrovekirina wan baş dizanin, kêm in. Wî elbet hemû hurgilî û hûragahiyên ola îslamê baştir dizanî. Ji bilî wê, wî ji edebîyatê baş fam dikir û dîroka Rojhilata Navîn û Nêzîk  û dîroka kurdan jî baş dizanî. (Ew nivîskarê «Kurdname»yê ye, ku ew jî nîşana hakimbûna wî ya dîroka kurdan e).


Gelo ji bo çi ez behsa wan tiştan hemûyan dikim?


Em bala xwe bidine wêneyê. Di wêneyê de hevalên bawê min, kesayetên navdar ên civaka kurd (Li rastê Mûsa Anter, di ortê de Tehsîn Ekîncî), wisa dîyar e, ku piştî civînekê li hev kom bûne û ereqê vedixwin. Û bavê min Mele Ebdûrrehman Durre bi wan re rûniştîye û bi kêfxweşî mijarekê nîqaş dikin (Ez bawer im ku mijareke bi kurdan ve girêdayî ye).


Wan ji vegotina bê westan û bê rawestan a çîrok, metelok û pêkenokên kurdî yên dîrokî hez dikirin.  Ew sohbet ewqas zindî û hîndeker bûn, ku di jîyana xwe de ez ji her tiştî zêdetir bêrîya sohbeta bavê xwe ya bi mele û kesayetên kurd re dikim. Ew, dem û zanyariyên herî  hêja bûn, ên ku hemû mektebên ez jê derbaz bûm, giringtir bûn.


Esas mijar ne ev e, lê dîsa jî gelek giring e.


Daxwaziyeke min ji ciwanan heye, ku bi nifşên kevin re zêdetir wext derbaz bikin, zargotina kurdî ve mijûl bibin, hîn bibin û wan jî zarok û nevîyên xwe re ragihînin.


Em vegerin ser mijarê.


Bavê min ê misilman (ji xwe ew damezrenêrê Yekitiya Dîndarên Kurdistanê),  bi kesayetên navdar ên kurd re bi tevî ku ereqê jî vedixwin,  li dor maseyekê runiştiye. Ji ber ku ji aîdîyeta olî zêdetir, wî kurdayetî dipejirand.


Hevjîna min kurdeke êzdî ye.


Gelek kesên êzdî ji bavê min re digotin – Seyda, keça êzdî nikare bi misilmanekê re bizewice” û filan û bêvan. Bavê min jî bi henekî bersîva wan dida: “Ew pirsgirêka we ye û hûn bi xwe çareser bikin. Mêrên misilman dikarin bi keçên ji hemû olan re bizewicin”.


Wî hertim ji min re behsa wê yekê dikir ku kurdên misilman li hember kurdên êzdî gelek sûcdar in û digot: Ji ber wê jî, tu wisa bike, ku jina te hemû wecîbeyên êzdîtiyê pêk bîne û tu jî di warê madî û manewî de alîkariya wê bike, da ku bikaribe hemû wecîbeyên baweriya xwe bi cih bîne”.


Rojek berî mirina wî, ku di rojên dawiyê de ez jî li nexweşxaneya li bajarê Kolnê yê Almanyayê li bal wî bûm, wî bi tevî rewşa xwe ya giran melayên kurd li odeya xwe kom kirıbûn. Di nav wan de telebeyên wî jî hebûn, û ji wan re wisa got: “êvarê yan jî herî zêde sibê ezê bimirim. Mirin min natirsîne. Çi ji destê min hat min ji gelê xwe re kir. Tenê min nikarî kitêba xwe ya dawîyê biqedînim (Hêjayê gotinê ye, ku heman kitêb bi saya hewlên Înstîtûya Kurdî ya Parîsê ji bo weşanê amade ye). Melayên hevalên min ên hêja, ez tenê yek tiştî ji we dixwazim, eger hûn ola xwe ji kurdbûna xwe serdesttir bigirin û giringtir bibînin ez heqê xwe li we helal nakim û ez ê ji dinyaya din bi baldarî we bişopînim. Ji bîr nekin, hûn berî her tiştî kurd in û paşê misilman in”.


Ew gotinên wî yên dawiyê demeke dirêj di nav elîta olî ya kurd de hatin nîqaşkirin. Dibe ku hinek kesên gotinên bavê min rexne kiribin jî hebin. Lê, bi piranî di nav elîta olî ya aqliselîm de bi awayeke fehmberî hatin pêşwazîkirin.


Ji bo kê min behsa wan tiştan kir?


Ji berî hemûyan ji bo wan kesan ên ku êzdiyan wek kurd qebûl nakin. Her weha ji bo wan kesan ên li dijî referandûma li Kurdistanê û elbet ji bo wan kesan ên li dijî serxwebûnê ne.


Ez dixwazim vî tiştî ji we re bêjim; belê em baş dizanin û bi bîr tînin ka kurdên misilman çi anîne serê kurdên êzdî. Her kurdeke aqlîselîm ew êş û berpirsîyarîyê di dilê xwe de hîs dike. Dîrok jî nade jibîrkirin ku pêşîyê kurdên êzdî hebûne.


Bavê min gelek caran êzdî wek “toyê li ser çand û dîroka kurdanbi nav dikir.


Ez ecêbmayî dimînim dema dibînim ku gelek kurdên êzdî hewl didin dîroka xwe ji bîr bikin û xwe ji kurdên misilman cuda bikin.  Ew rêyeke bi xeter û şemitok a xwe bi xwe tunekirinê ye. Propagandaya ku dibêje êzdî ne kurd in û zîyana dide êzdîyan tu kes nikare bide. Rê û rêbazên ji hundur de hilweşandina gel û dewletan ji herkesî re eyan in. Îro jî ew plan ji alîyê dijmanên gelek fêlbaz ve di nav kurdan de têne meşandin.


Her nûnerekî gelê me divê bizanibe û ji zarokên xwe re jî şîret bike ku kurdên misilman bêyî kurdên êzdî ne kurd in. Her weha kurdên êzdî jî bêyî kurdên misilman ne kurd in. Em xwedî dîrokeke mezin û yekpare ne.


Em hewceyê xweşbîniyê, hevtêgihiştinê û ji hev re rêzgirtinê ne. Îro ji her demê zêdetir pêdiwiya me bi wan tiştan heye. Em ji hemû deman zêdetir hewceyê yekitiyê ne.


Hemû partî û ol bê îstîsna divê heta roja 25ê Îlonê hafizeyên xwe ji dilgiranî û gazindeyên kevin re bigirin. Piştî ku me serxwebûn bi dest xist, eger gelek bixwazin dîsa dikarin vegerin wan xeyd û gazindeyên xwe, lê êdî li welatê xwe yê serbixwe. Piştî serxwebûnê, eger hûn bixwazin herin hev bixwun, elbet tiştekî ne bi dil e, lê eger hûn pir zêde bixwazin…


Bavê min li ber mirinê digot: Tenê yek tiştê ku ez heyfa xwe lê tînim, mirina berî dîtina serxwebûna Kurdistanê ye”.


Lê, min geşbûn, ronî û şahîya di çavên wî de wê demê dît dema em derbazî Başûrê Kurdistanê dibûn. Wê demê, ew êş û valahiya dilê xwe de piçekê jî be ji bîr dikir.


Wî her tim bi îlhameke mezin digot, li Başûrê Kurdistanê  çiqas xweş e, dema polîs, karmendên gumrikê û paqijîker bi kurdî diaxêvin. Lê, wî fam nedikir ka barkêşên li balafirgeha Hewlêrê bi çi zimanî dipeyivîn.


Rojekê em ji balafirgeha Hewlerê ber bi bajêr diçûn û şofêrê me keseke asyayî bû. Bavê min got ku ew kes zêde naşibe kurdan û bi kurmancî ji şofêr pirsî: “Tu xelkê kî derê yî?”  Şofêr jî bi kurmancî bersîva wî da: “Ez ji Fîlîpînê me apo”.


Bavê min bi dilxweşî li min zivirî û got – “Tu dibînî, dema welatê mirov hebe, fîlîpînî jî dibine kurd. Lê dema welat tune be, kurd jî ne kurd in”.


 Ji balafirgeha Hewlêrê meseleyeke din: Dayika min jî bi me re bû, em hersê bûn. Dema em nêzî kontrola pasaportan bûn, karmendê gumrikê ji me pirsî ka em çiyên hevdu ne. Bavê min got em malbatek in. Li ber wê bersîvê karmend ecêbmayî ma. Ji ber ku pasaporta bavê min a almanan, a dayika min a tirkan û a min jî a rûsan bû. Karmendê gumrikê demeke dirêj keniya û got “ma ew çi  cure malbat e?”.


Ew jî dîsa ji bêwelatiyê bû.


Ji ber wan sedeman, gereke her yek ji me baş bizanibe ku beyî giştpirsî û serxwebûnê, bavên me mixabin wê bi çavên vekirî bimirin. Şêst milyon kurd wan kesan efû nakin ên li ber giştpirsiyê bibine asteng.    

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst