MED TV û Rûdaw

26-06-2014
RÛDAW
A+ A-

Tiştekî MED TV û Rûdaw bi hev re heye? MED TV ji zû de hatiye girtin û Rûdaw TV ev niha saleke ku weşana xwe didomîne. MED TV yekemîn televizyona satelît ya Kurdan bû û Rûdaw TV bi gellek televizyonên kurdî temaşevanan parve dike. MED TV, ne fermî be jî, ji aliyê PKKê ve hatibû damezrandin û Rûdaw dibêje ku ew serbixwe ye û ne girêdayî partiyeke kurdî ye. Cudabûnên di navbera MED TV û televizyona Rûdaw de mirov dikare wiha dom bike û wê gellek tiştên din jî peyda bibin.

Lê wekheviyên MED TV û Rûdaw jî hene?

Ez vê pirsê bi dîroka MED TV ya sala 1995ê heta 1996ê bidim, ango yeksaliya weşana MED TV. Weşana bernameyên kurdî li ser rêya satelîtê ji bo Kurdan xeyal, ji dijminan xewnereşik bû. Weşana MED TV ji bilî hertiştî sensasiyonel bû. Belkû lewra jî sala pêşîn di bernameyên xwe de û komkirina hewqas rewşenbîr, akademîker û xebatkaran de hewqas serkeftî bû. Hemî mirovên ji partiyên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava dixwestin bibin alîkar. Xewnek hebû: Evê bibe televizyoneke netewî ji bo hemû Kurdan! Lewra jî mirovên ji televizyonê fêm dikirin û fêm nedikirin ji Amerîka, Awistralya, Ewropa, Afrîqa, Japonya û Kurdistanê ji bo televiziyona kurdî li hev kom bûn. Herkesî dixwest bi derfetên xwe arîkariyê bike, da ku weşaneke kurdî di nav Kurdistanê û dinyayê de cih bigire. Ji ber sedemên nûbûn û taktîkî, PKKê û kadroyên xwe li ser ekranên MED TV risteke mezin nedileyîstin, heta ji xeyna hinek bernameyên siyasî û yên bi Abdulla Ocalan re, rojnemavanan dikarbûn azad bernameyên xwe amade bikin. Bêguman ti kesê ligel MED TV ne li dijî PKKê bûn, ne kadroyên PKKê bûn, lê kurdewar bûn û dixwestin xizmeta gelê xwe bikin. Studyoyên MED TV bibûn wek “ziyaretekê” ku herroj bi sedan Kurd ji hemû bajarên Ewropayê dibûn mêvan û piştgirtiya xwe diyar dikirin. Ne hewce ye were gotin ku li her cihî kariyerîst, narzistên egoîst û bextreş hene. Ew li MED TV jî hebûn.

Lê dîsa jî, ji bilî kêm tecrûbeyan, motîvasyoneke mezin hebû û bername li gorî îro, pîştî 19e salan, dîsa ji Stêrk TV, Kurdistan TV Kurd Sat û hwd. baştir bûn. Le ev “azadî”,  giyanê kurdewarî û netewî tenê salekê li MED TV domkir. Sedem çi bû?

Pêşkeşvanên bernameyan bi rastî navdar bibûn û wek “stêrkên televizyonan” dihatin pêşwazîkirin. Kadroyên siyasî risteke rêkxistinî û plana duyemîn dileyîstin. Ev hîç û hîç li xweşiya wan nediçû. Kadroyên siyasî fêm nekirin ku modeleke Kurdistanî dikare bi rêya MED TV were avakirin, ku herkes bi her ramanî divê xwe di televizyonê de bibîne. Îdeologên hişk, fanatîk û nezan dest avêtin ser MED TV û bernameyên wê li gorî ramanê hizbê guhertin. Sedemên din jî hebûn, lê em wan bihêlin ji careke din. Jixwe piştî demekê, ji bilî gellek haydariyan, ji ber propagandaya PKKê û pirsgirêkên aborî MED TV hate girtin.

Sala yekemîn ya MED TV îro sala yekemîn ya Rûdaw TV tîne bîra min. Rûdaw jî li ser prensîpên rojnemavaniyê, agahdariyê û ragihandina kurdewarî û netewî ji bîr nake. Ji hemû perçeyên Kurdistanê û diyasporayê li ser bingehên wekhevî temaşevanan li gorî xwe objektîf agahdarî dike û ti partî an hêz zêde an jî kêm nayîne ser ekranên xwe (concept of balance). Rûdaw di destpêka weşana xwe de ye û tevî kêmasiyên xwe hêvî dide ku stîleke nû ya televizyonî ji bo Kurdan biafrîne. Hêvî dikim bikaribe bi aborî û ramanî serbixwe bimîne. Tiştê ku MED TV sala pêşî xwest û serneket, belkû wek mîrazekê Rûdaw bikaribe bibe yek ji dengên objektîf û rast di nav hevqas desînformasyon û propagandayên derew û bextreşî de. Bi rêya televizyonên kurdî îro Kurdan ji hev re dikin dijmin. Ev “birakujiya” berê îro bi rêya medya û yekcar televizyonên Kurdan dom dikin.  Li şûna Kurdan nêzîkî hev bikin, ji hev perçe dikin. Ev jî şermeke mezin e. Tam li vê derê erk û delametên mezin ji bo agahiyên rast dikevin ser milên Rûdawê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst