Grûpa KAR 'KAR Group' û petrola Kurdistanê

Beşdariya Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) di gera 5 Plus û gera şeşem a peymanên petrolê yên Îraqê de, di pîşesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê de xaleke werçerxanê ye.

Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) yekane kompanyayeke navxweyî ya Îraqê ye ku ji hêla endezyarî û karînê ve guncav hatiye dîtin ku bi mezintirîn kompanyayên petrolê yên cîhanê re beşdarî gera nû ya peymanên petrolê bibe.

Hebûna Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) di lîsteya 22 kompanyayên ku beşdar bûne de, wekî kompanyayên qerase yên Total, Shell, Gazprom, Qeter Energy, Adnuk û Petronasê nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê di demeke çiqas kin de kariye bibe xwediya kompanyayeke petrolê ku dikare ne tenê li hundirê Îraqê, lê li navçe û welatên din ên cîhanê jî beşdarî karê lêgerîn, pêşxistin û berhemanîna neft û gazê bibe.

Berevajî vê yekê, li Îraqa ku xwediya dîrokeke nêzî sedsalî ya derxistina petrolê ye, heya vêga kompanyayeke sektora taybet çênebûye ku fena kompanyayeke navdewletî bikaribe bi şêweyekî pîşeyî karê pêşxistin û berhemanîna petrolê li zeviyên petrolê sergihayî bike, ev tevî ku Îraq bi saya wê ezmûna zengîn di piraniya beşan de xwediya hêza kar a şehreza û tecrûbedar e jî.

Amadebûna Grûpa Kar (KAR Group) xasma di sektora serdest a petrola Îraqê de (lêgerîn û vedîtin, pêşxistin û berhemanîn) gelek wateyan vedihewîne. Ya herî girîng jî ew e ku Herêma Kurdistanê gihîştiye wê şiyana zanistî, teknîkî, endezyarî û darayî ku dikare zeviyên xwe yên neftê pêş bixe û neft û gazê berhem bîne. Eger em hemû pirsgirêkên ku gelek caran li navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şirketên petrolê yên biyanî hebûn li ber çav bigirin, ev destkefteke pir girîng e.

Di sektora serdest a petrolê de, Grûpa Kar (KAR Group) şiyan û ezmûna xwe nîşan daye nexasim li zeviya Xormeleyê ku nêzî 20 salî ye petrolê lê berhem tîne û di çend salên borî de jî hevalgazaa petrola zeviyê li gorî pîvanên jîngehê naşewitîne û ji bo berhemanîna elektrîkê mifayê jê dibîne.

Di sektora navîn de ku bi piranî girêdayî binesaziya guhastina petrolê ye, bi heman awayî Grûpa Kar (KAR Group) damezrînera boriya hinartina petrola Kurdistanê bû û plana çêkirina boriya gazê jî li ber destê wê heye.

Di dawiyê de, di sektora neftê ya jêrîn de (rafîner û kargehên petrokîmyayî), Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) bi rêya damezrandina mezintirîn parzûngeha petrolê li Herêma Kurdistanê, di heyama 15 salên borî de li hundirê Herêma Kurdistanê roleke wê ya berbiçav di dabînkirina cureyên sotemenî, benzîn, mazot û petrola spî de hebû.

Li gorî vê yekê, di serî de Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) bûye kompanyayeke petrolê ya pirreng ku ji sektora serdest a neftê bigire heya sektora jêrdest a neftê xwedî ezmûn û şehrezatî ye.

Tewra berhemanîna elektrîkê ne tenê li Herêma Kurdistanê, lê li deverên din ên Îraqê wekî Besrayê jî, Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) kiriye kompanyayeke lap pispora enerjiyê.

Di yekem roja ragihandina girêbestên nû yên Wezareta Petrola Îraqê de, Kompanyaya Grûpa Kar (KAR Group) peymana pêşxistina zeviya petrolê ya Dîmeyê li Parêzgeha Mîsanê û zeviya gaz û petrolê ya Sasanê û zeviya Elanê li Parêzgeha Mûsilê bi dest xist. Di roja dawî de jî, moleta pêşxistina zeviya gazê ya Xelîsiyeyê ku di navbera sînorê parêzgehên Nînewa û Enbarê de ye, wergirt.

Pêşvebirin û berhemanîna petrolê di blokeke petrolê de hem di warê endezyariyê de hem jî di warê jimêryarî û rêveberiyê de yek ji karên herî aloz e.

Ji dîzayn û plansaziyê bigire heya bicihanînê, bi hezaran standardên navdewletî yên naskirî hene ku divê bên raçavkirin û bi sedan kesên şehreza û bijarte rojê 24 saetan bi vî erkî radibin. Ji ber vê yekê, şiyana pêşvebirin û berhemanîna zeviyeke neftê nola pîşe û pisporiyeke bêhempa tê hesibandin.

Veberhênana li ser çavkaniyên petrolê nemaze jî çavkaniyên gazê, sal bi sal aloztir dibe. Dilgiraniyên jîngehê li cîhanê ji aliyekî ve û mesrefên zêde yên projeyên wiha ku ji çend sed milyon dolaran dest pê dikin hetanî çend milyar dolaran, li ber veberhênanên wiha kelemên mezin in.

Herwisa siyaseta diravî ya tund a bankên navendî li cîhanê bûye sedem ku xerciyên dabînkirina sermayeya projeyên gaz û petrolê zêde bibin.

Rewşa aloz a Îraqê kompanyayên biyanî ji veberhênana li ser çavkaniyên gaz û petrolê yên Îraqê duqat dilsar kiriye.

Di gera 5 Plus û gera şeşem a peymanên petrolê yên Îraqê de, ti şirketeke Amerîkî beşdar nebû, tevî serdana serokwezîr Sûdanî ya Washingtonê û gelek sozên di vî warî de.

Loma di vê gerê de, hikûmeta Îraqê naveroka girêbestên xwe guhart û xwest navtêdanên baştir pêşkêşî kompanyayên petrolê bike.

Kêmkirina rêjeya milkê di vê gerê de ji sedî 25 bo ji sedî 15 yek ji van navtêdanan e. Piştî derxistina rêjeya milkê bi hikûmetê, qezenca berhema ku dimîne bi rêjeyekê di navbera şirket û hikûmetê de tê dabeşkirin. Bilindkirina rêjeya qezenca şirketan heta ji sedî 30, xaleke din e ku peymanên vê carê yên Wezareta Petrola Îraqê nêzî girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê ligel kompanyayên petrolê kir. Lê dîsa jî Wezareta Petrola Îraqê li ser helwestên xwe yên berê rijd e û girêbestên hikûmeta Herêma Kurdistanê neqanûnî dibîne.

Wezareta Petrola Îraqê cureyê peymanên gera 5 Plus û gera şeşem wekî (peymana hevbeşkirina qezencê) bi nav kir. Ango şirketên petrolê piştî berhemanîna petrolê û piştî ku xerciyên berhemanînê distînin, bi rêjeya ku di peymanên wan de hatiye destnîşankirin qezenc bi wan tên dayîn. Wekî mînak, ger kompanyayeke petrolê piştî pêşxistina zeviya xwe gihîşt qonaxa berhemanînê û ger rêjeya qazanca wê ji sedî 30 bû, ji her 100 bermîlên petrolê, di destpêkê de 15 bermîl wekî milk dê bibin pişka hikûmeta Îraqê û paşê ji 85 bermîlên mayî, hikûmeta Îraqê dê ji sedî 30 wekî qezenc bide kompanyayê.

Di peymanên Herêma Kurdistanê de ku wekî peymanên parvekirina berhemê tên nasîn, ji her 100 bermîlan pêşî 10 bermîl wekî milk dibin para hikûmeta Herêma Kurdistanê û piştre rêjeyeke hetanî ji sedî 40ê 90 bermîlên mayî seba qerebûkirina hilberîna ku bi sermayeya xwe kiriye, bi şirketê tê dayîn.