Silêman Alîxan*
Berî 17 salan û bi dirustî li dûmahiya Adara 2008ê, me amadekarî ji bo pêxistina yekem çiraya Rûdawê dikir, ew jî Heftenameya Rûdawê bû ku li destpêka heyva Nîsana heman salê yekem hejmara wê ronahî da.
Me jî bi çend babetên cuda şerefa beşdarîkirinê tê de hebû bi şêwezarê Behdînî. Îro jî me çirayeke din bi navê "Rûdaw-Rengîn"ê li koçka Tora Medyayî ya Rûdawê pêxist da ku em tîrêjên nû yên ronahiyê biweşînin û belav bikin û biyavên dîtinê ji bo hemûyan xweştir bikin.
Helbet, nayê înkarkirin ku Tora Medyayî ya Rûdawê pêşenga rojnamevaniya azad û pîşeyî ye. Rûdaw-Rengîn jî beşek ji wê torê ye û dixwaze berdewamiyê bide wê pêşengiyê. Anku ev proje ji nişka ve û ji valahiyê dirust nebûye. Belkî rengvedana dîdên vê serdemê û pêwîstiya deverê ye.
Armanc jê dabînkirina biyavê ji bo babet û berhemên Tora Medyayî ya Rûdawê ye ku di zêdebûneke berdewam de ne û berdewamîdana bi rêbazekê ye ku bi plan hatiye dariştin û reh û kokên wê vedigerin destpêka Rûdawê û heta îro jî tê pêrewkirin. Ber bi xurtkirina hebûnê li ser medyaya civakî û qayimkirina pêwendiyan li gel xelkê.
Di baweriya me de, medya ji wê yekê bêhtir e ku tenê nûçeyan veguhêze, li şûnê, sekoyek ji bo avakirina civakên hişyar û çalak e. Ezmûnan jî piştrast kiriye ku serkeftin di pêkvekarkirinê de ye.
Loma em dê bi şanazî pêşwaziyê li beşdariya xelkê bikin ku bibin peyamnêr, wênegir û nivîserên me li ser pêgehên me yên medyaya civakî, da em pêkve biçin asoyên nû yên zanîn û xweşiyê û hemî tiştan di dema xwe de bibînin, bi update-ên zengîn û dahênerane ku li gel giringîdanên xelkê diguncin û em bi hêvî ne pêkve guherînê çêkin û sosyal medyayê rengîn bikin.
Serdem serdema me ye, astengî me gîro nakin û em li hêviya derfetan jî namînin. Lê em dê derfetan çêbikin û yasayên lîstikê li dijîtal medyayê biguherin.
Em dê bi rêya teknolojiya modern çîrokên germ, ezmûnên nû yên medyayî û arasteyên cîhanî bi naverokeke têr digel stafekê şareza û dahêner, bi şêwaz û şêwezarê vê deverê berhem bînin ku rengvedana hêviyên hemûyan e ji platformên yekema bê rikaber ber bi baş û baştir.
*Silêman Alîxan: Birêvebirê Rûdaw-Rengînê ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse