Bidawîanîna tundûtûjiyê li Rojhilata Navîn

26-02-2024
Nîşan Alexander Schallenberg Xeze Îsraîl Filistîn
A+ A-

Alexander Schallenberg*

Bi dehsalan e ku Rojhilata Navîn ji ber babelîskên li pey hev ên tundûtûjiyê dinale lê van çend mehên dawîn rehendeke nû ya wêraniyê bi xwe re anî. Êrişên terorîstî yên hovane yên Tevgera Hemasê bûn sedem ku Xeze û tevahiya herêmê bikeve rewşeke zafî xofdar.

Fena her pevçûn û hevrikiyeke din, ziyandarên sereke welatiyên sivîl in. Ji ber komkujiya 7ê Çiriya Pêşîn, Îsraîlî tûşî arîşeyên derûnî bûn û malbat li ser ewlehiya zarok, dêûbav, dapîr û bapîrên xwe yên ku hîn jî li Xezeyê dîl girtî ne, ditirsin.

Di heman demê de, gelek Filistîniyên li Xezayê şirîn û hezkiriyên xwe ji dest dane û bê stargeh, xwarin û alîkariya bijîşkî mane.

Min bi malbatên Filistînî yên Awistûryayî yên ku em ew ji Xezeyê vegerandin re hevdîtin kir. Herwiha min bi dayikên Îsraîlî re jî ku zarokên wan hê jî di destê Hemasê de dîl in, hevdîtin kir.

Van kesan bandoreke kûr li min kir. Bobelata ti kesî ne di ser bobelata kesekî din re ye. Jan û êşa hemû sivîlan kezeba meriv dişewitîne. Parastina wan û dawîanîna li êş û janên wan berpirsiyariya me ya hevpar e.

Loma jî, ez serdana Tel Evîv, Ramelah, Qahîre û Emanê dikim, li hevkaran guhdarî dikim û bi wan re gotûbêjê dikim. Reh û kokên vê hevrikiyê kûr in.

Hest û sozdarî bilind in. Helwest bi derbasbûna demê re, li derve jî di nav de, rehên xwe bêtir kûr berdane. Wekî wezîrê karên derve yê welatekî ku bi dehsalan hevkarê pêbawer ê gelê Filistînê ye û di heman demê de bi xurtî bi berpirsiyariya xwe ya dîrokî ya li hemberî Dewleta Îsraîlê pabend e, ez wekî erka xwe dibînim ku ji bo vekirina cih ji dîplomasiyê re, çi ji destê min tê bikim.

Yasaya navneteweyî rêgeza rênîşander a siyaseta me ya derve ye. Binpêkirina qanûna navneteweyî, li her dem û cihekî cîhanê, xeta sor e. Ji ber vê yekê, em êrişên mûşekî yên berdewam, tunelên tijeteror, rehînegirtin û bikaranîna qirêj a sivîlan wekî mertalên mirovî ji aliyê Hemasê ve, bi her awayî şermezar dikin.

Lewra, em bi xurtî piştevaniya mafê Îsraîlê yê xweparastina di rûbirûbûna terorê de dikin. Ji ber vê yekê jî em bi piştgirêdana bi yasaya mirovî ya navdewletî Îsraîlê han didin ku her pêngavekê biavêje ji bo ku karekî zêdetir seba parastina kesên sivîl bike û rê bide alîkariyên mirovî yên zêdetir derbasî Xezayê bibin.

Di heman çarçoveyê de, em hemû bangên cîhilkirina Filistîniyan red dikin. Em dixwazin Xeze wekî herêmeke Filistînî bimîne. Herwisa em bang dikin ku ceza li ser radîkal û tundrewên ku di civakên Cihûyan de dijîn, werin sepandin lê behskirina rêgezên qenc bi tenê ne bes e.

Li şûnê, dîplomasiya domdar û bêwestan dikare dîlan bi şirîn û hezkiriyên wan şa bike û alîkariyên jiyanparêz ên bêtir wekî av, xwarin û dermanan bigihîne sivîlên Xezeyê.

Jixwe ev armanca herî li pêş a Awisturyayê (Nemsa) ye. Ez bi gotûbêjên vê dawiyê yên ku ji aliyê Amerîka, Qeter û Misirê ve tên piştgirîkirin kêfxweş im. Heke peymanek çêbibe, dikare rê li ber agirbesteke demdirêj veke û di dawiyê de jî derfetekê ji bo aştiyê misoger bike. Divê dem neyê windakirin.

Her roja derbas dibe, êş û azarên zêdetir ji bo malbatên rehîneyên Îsraîlî û zarok, jin û mêrên Xezeyê bi xwe re tîne. Me 13 milyon euro bi awayê alîkariyên lezgîn ji bo gelê Xezeyê û aramiya li herêmê terxan kir.

Piştevaniyên zêdetir jî di rê de ne. Di heyama 10 salên borî de, alîkariya ku Awisturyayê ji bo deverê terxan kir gihîştiye zêdetirî 320 milyon euroyî.

Di karvedana gotegotên sosret ên tevlîbûna karmendên UNRWAyê ya êrişên 7ê Çiriya Pêşîn,   me û çend welatên din ên daner bi awayekî demkî fînansekirina ajansê rawestand heta ku lêkolîneke hûr, têrtije û zelal bê kirin lê me tu carî alîkariyên Awisturyayê ranegirt.

Em rêzê li vê yekê digirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) niha gav avêtiye û em jî bi hevkarên xwe yên navneteweyî re ji nêz ve dixebitin ji bo destnîşankirina pîvanên ku dê rê bidin me ku em careke dest bi terxankirina pereyan bikin, piştî ku sûc bên lêkolînkirin û encam eşkere bibin.

Girîng e ku NY di ser giliyan re be. Îsraîlî û Filistînî mîna hev hêja ne ku di nav aştî û ewlehiyê de û bi rûmet bijîn. Gotinek heye dibêje ku Rojhilata Navîn ji bo geşbînan cihekî dijwar e.

Bêguman, di nav vê hemû tirs û janê de, danîna rêyekê ber bi aştiyeke mayînde ve zehmet xuya dike lê bi ya min ji çareseriya du dewletan (Îsraîl û Filistîn) bi wêdetir alternatîveke guncav a dîtir li holê nîne ku hêja be were bicihanîn û domandin: Çareseriya du dewletan yekane çareserî ye.

Ez paşerojeke wisa dixwazim ku tê de komên terorîst gefê li ewlehiya Îsraîlê nexwin; paşerojeke ku desthilat û rêveberiyeke sivîl li Xezeyê li şûna avakirina tunelan û plankirina êrişan, hilberînê li ser hêvî, xewn û daxwazên gelê Filistînê bike; paşerojeke ku tê de welatên Erebî têkiliyên xwe bi Îsraîlê re asayî kiribin û berhema sûdên aborî û siyasî yên Rojhilata Navîn a bi hev ve girêdayî hilçinin; paşerojeke ku tê de Filistînî bigihêjin hêviyên xwe û bibin xwedî dewletek demokratîk a rastîn di bin serweriya desthilateke reformxwaz a Filistînî de.

Malbat, çi Îsraîlî bin çi Filistînî, heq dikin ku di malên xwe de aramiyê hîs bikin; zarok heq dikin ku bê tirs bilîzin û biçin dibistanê; jin û mêr heq dikin ku li pey karên xwe bin û ji bo xwe û şirîn û hezkiriyên xwe jiyaneke birûmet ava bikin.

Pêşveçûn bi hêsanî nayê bidestxistin û guman jî tê de nîne ku rê dê bi kelem û astengiyan dagirtî be lê ger em ji 7ê Çiriya Pêşîn û bûyerên piştî wê rojê fêrî tiştekî bibin, ew tişt ew e ku em nikarin rewşa ku berê hebû berdewam bikin.

Ez ji gotûbêjên xwe yên bi welatiyên Awistûryayî yên Cihû û Misilman re, herwiha bi hevkarên xwe yên Îsraîlî û Filistînî re, bi hevkarên xwe yên ji bakurê Afrîqayê heta Kendavê, gihîştim vê encamê ku tevî hebûna gelek nakokiyan, çi rast û çi xeyalî, em hemû dikarin li ser hîmê hevpariya rûmetdarî û mirovahiyê bi hev re bibin yek.

Divê wêrekî û vîna me ya siyasî li ser asta erkê be. Nemsa pabendî pêkanîna vê dîtinê û parastina nifşên paşerojê yên Îsraîlî û Filistînî ji aşopa şer e.

* Gotara Wezîrê Federal ê Awistûryayê yê Karûbarên Ewropa û Navdewletî Alexander Schallenberg, bi helkefta serdana wî ya deverê. Bi taybetî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst