Herêm Hadî*
Kesê bi çavekî hûrbîn li medya û medyaya civakî binêre, nikare wan hemû sivikatîpêkirin û êrîşkirinan nebîne ku her roj di post, koment û çi bigire di hinek programên televizyonî û gotaran de li ser rûmet û kesayetiya mirovan têne kirin.
Pirsa sereke ev e: Em çawa, tevî nakokiyên me yên kûr, li dewsa heqaretkirinê, bi awayekî şaristanî argumentasyonê (nîqaşê) bikin? Di vê pirsê de sê têgihên sereke hene ku divê werin analîzkirin da bersiva pirsa me were bidestxistin, ew jî: Nakokiya kûr, argumentasyon û şaristanî ne.
Pêşî, bila em bi argumentasyonê dest pê bikin. Argumentasyon bi awayekî xwerû ango pevguhertina argumentê, ango gotûbêjek e ku em hizir û nêrînên xwe, îdia û dadbariyên xwe bi belge û palpiştî nîşan bidin. Lê belge çi ye? Belge bi awayekî xwerû ango hinceta pejirandin an redkirina dadbarî yan bangewaziyekê.
Ji bo îmandarekî dibe ku ayetek, hedîsek an şiroveya mamostayên olî çavkaniya belgeyê bin; ji bo bijîjkekî, statîstîkên sedem û dermankirina nexweşiyan, ji bo civaknasekî, daneyên rapirsî û hevdîtinan, ji bo dê û bavekê ku şîretê li zarokên xwe dikin ka çi bikin û çi nekin, ezmûnên serkeftin û şikestinên jiyana wan û kesên din hwd…heya vir wêne zelal e: Hema hema em hemû bi belgeyan dipeyivin. Baş e heger wiha ye, nexwe çima tevî hebûna belgeyan nakokiya me digihe asta piçûkxistina hev?
Caba vê pirsê me digihîne tiştê ku di edebiyata argumentsaziyê de wek "nakokiya kûr" tê nasîn. Nakokî ji nakokiya kûr cuda ye. Nakokiya piştî pevguhertina argumentê egera wê heye bigihe encamekê ango bibe sedema tifaq û lihevkirinê. Lê di rewşa nakokiya kûr de hema hema ev eger qet ne pêkan e. Pêşî divê em bizanin ku nakokiya kûr ne ew e ku du kes rêzê li argumentê negirin û bixwazin xwe ferz bikin an tavilê bi heqaretkirin û li kesayetîdana hev dest bi gotûbêjê bikin. Kesên wiha dikin, hîna li derveyî argumentsaziyê ne. Mebesta me ji nakokiya kûr ew e ku tevî ku her kes bi rêya belgeyên xwe berevaniya nêrînên xwe dike, lê dîsa nagihin encamekê ango nagihin nêrîneke hevpar.
Çima ev wiha ye? Heger du mirov bi rêzdarî li gor prensîbên argumentê û belgeyan argumentsaziyê bikin, çawa dibe negihin encamekê? Bersiva xwerû ya vê pirsê ew e ku tişta li nik A belge ye, li nik B ne belge ye yan qet nebe ne belgeya yekalîker e. Wek mînak: A û B gotûbêjê li ser gotareke rojnamevanî ya rexneyî dikin ku nivîskar rexneyên tund ên olî yan siyasî kirine. A berevaniya gotarê dike çunke nivîskar azadiya wijdanê û azadiyên xwe ku du mafên jêneger ên her mirovekê ne bi kar anîne. B dijî weşandina gotarê ye, çunke pîrozweriyên olî yan siyasî rexne kirine. A û B her du jî xwedî argument in, çunke bergirî û dijayetiya xwe li gotarê bi belgeyan piştrast kirine, lê hîna nakok in ji ber ku belgeyên wan bi tenê li bal kesên ku mîna wan difikirin xwedî hêza teqezkirinê ne.
Tevî ku ji serî ve A û B bi rêzdarî gotûbêjê dikin, lê dibe ku nakokiya wan bigihe asta heqaretkirin û eybdarkirina karakterê hev. Ji bo A azadiya fikirîn û nêrînê di ser her tiştî re ye û yê dijî wan derkeve "paşkeftî, kevneperest an kole û zirneçiyê partiyê ye." Li nik B`ê jî kesê rêza pîroziyên olê yan serkirdeyan negire "bêexlaq an caş û îxanetkarê welêt e."
Ev rewş bi vî zimanî, êdî nakokiya kûr jî li pey xwe dihêle û dibe piçûkxistin ango sivikatîpêkirin. Çunke nakokiya kûr hîna çalakiyeke argumentsaziyê ye, ango qet nebe pêşî her du alî rêza karakterên hev digirin û li dewsa êrîşkirina li ser karakterên hev, belgeyan nîşan didin û dinirxînin.
Gelo mebest ji şaristaniya di çarçoveya argumentsaziyê de çi ye? Pir bi xwerûtî: Her çiqasî nakokî kûr be, heya cihê ku argumentsaz rêza karakterê hev digirin, em di rewşa argumentsaziya şaristanî de ne, lê em çawa bibin argumentsazên şaristanî? Bi sadeyî 4 têgih ji bo fêmkirina argumentsaziya şaristanî giring in, xasma di qada argumentsaziya siyasî û gelemperî de.
Têgiha yekem ji rewatiya nakokiyê pêk tê. Rewatiya nakokiyê ango madem di qada siyasetê de, ji qadên din cuda wek mînak qada zanistê, gotûbêj bi giştî li ser siyasetnimayê ne, ango li ser ka çi bê kirin û çi neyê kirin derheqê vê yan wê proje yan pirsgirêkê, lê ne ku caba zanistî û reha ya pirsekê çi ye.
Ango, ne rastiya reha lê berjewendî mijara sereke ya argumetnsaziya siyasî ye. Madem di civakê de partî, kom û çînên cuda hene ku pir caran berjewendiyên wan ên cuda, çi bigire hevdij jî hene; nexwe çênabe tu yek ji wan bi navê rastiya reha bipeyive, çunke her yek ji wan berevaniya berjewendiya xwe dike û nikare berdevkê rastiya temamî yan nûnerê berjewendiyên hemû civakê be.
Lewra bi neçarî di qada argumentsaziya siyasî û giştî de, nakokî rewa ye çunke her kes û komek berevaniya berjewendiyên xwe dike û nikare li ser navê berjewendiya tevaya civakê bipeyive. Çi li ser navê berjewendiya giştî yan exlaqên gelemperî biaxive.
Lewma tu kes, tu kes û kom û partiyek, li jêr tu hincetekê çi siyasî be yan olî be nikare mafê nakokiyê ji wan kesan bistîne ku nakok in, lê ev prensîb li ser çi hatiye avakirin? Bersiva vê pirsê me dibe ser têgiha duyem: Wekheviya siyasî.
Wekheviya siyasî çi ye? Pir bi sadeyî, ango mirov di biha (kerametê) de wekhev in. Xuyanga herî sereke ya vê prensîbê ji doktrîna (aqîdeya) yek kes û yek dengî pêk tê. Ev prensîba wekheviya siyasî wiha dike gava partiya te herî zêde dengan tîne, divê ez rêzê lê bigirim, wek çawa gava partiya min jî zêdetirîn deng anîn, divê tu rêza wê bigirî çunke her yek ji me wek hev, ango me tenê bi dengekê beşdarî kiriye.
Rêzgirtina li vê prensîbê di argumentsaziyê de wiha dike ku prensîba sêyem ji dayik bibe ku ji argumentsaziya bi sedema axiftina li ser argumentê pêk tê, ne ku li argumentsaz bi xatirê rêzgirtina li wekheviya siyasî, ango li rûmeta hevpar.
Gelo axiftina li ser argumentê lê ne li ser argumentsaz ango çi? Bi xwerûtî ango peyvên ku em wan bi kar tînin dema ku em bi aliyê beramber re di gotûbêjeke germ de ne, divê ji bo xatirê nirxandin û hukmdana li ser nîqaşê bin, ango ne li ser kesayetî û karakterê yê beramber bin, lêbelê li ser nêrînên wî bin. Wek mînak, li dewsa ku ez bibêjim tu kesekê xerab î, zalim î, gendel î, derewîn î û hwd…ez dikarim bibêjim ku gengêşîna te yan nêrîna te bi vî yan wî şêwazî şaş e, lawaz e û çewtiyên lojîkî tê de hene.
Çima ev giring e? Çunke nola du welatiyan her çiqasî nakokiya me kûr be, lê em bikarin rêza şaristanîbûna xwe bigirin, divê em bînin bîra xwe ku yek: Nakokî rewa ye; du, em hemû xwedî heman biha û rûmetê ne; sê, argumentek çiqasî xerab be jî, nikare biha û rûmetê ji argumentsaz bistîne. Lewma jî li şûna êrîşkirina li ser argumentsaz, ez argumenta wî rexne dikim, lê ez heqaretê li kesayetî û karaktera wî nakim, çunke heger ez wer bikim, ez nav di yê beramber didim ku ew jî êrîşî ser kesayetî û rûmeta min bike.
Dibe ku kesek bibêje îcar çi pêwîstiya min bi rêzgirtina li van prensîban heye, ango çi sûdekê digihînin min? Bersiva kin ew e ku bi piştguhxistina wan prensîban ziyan digihe te, derdora te û tevaya civakê. Çima?
Yek: Heger tu li karakterê beramber bidî, dê zû yan dereng li karakterê te jî bê xistin. Du: Heta tu rêzê li van prensîban negirî, kesekê ku ji te cuda difikire nayê ser gotina te (Ma tu bi xwe heger kesek êrîşî kesayetiya te bike, tu dê herî ser nêrîna wî?) de heger wisa ye tu ji ber çi xwe diwestînî, çi sûdek heye ku bi tenê ew kes guh bidêrin te ku vêga wek te difikirin? Sê: Ji bo fêmkirina jiyanê û çareserkirina pirsgirêkên wê, em qet nikarin tenê bi guhdarîkirina li xwe û li kesên ku me difikirin, têgihîştin û çareseriyên hemûgir bi dest bixin. Lewra li şûna lêkirina dîwarên hişkî û heqaretkirinê, ma ne çêtir e ku em mifayê ji aqil û ezmûnên kesên beramber werbigirin?
Kesekê ku wiha bawer dike ku hewcedariya wî bi aqil û tecrûbeyên kesên din nîne, du xeletiyên lojîkî dike: Yek, rastî xwerû ye; du, tu nêrîneke maqûl nîne ku berovajî nêrîna min be. Çar: Bêyî van prensîban, em nikarin nasnameyên biçûk ên eşîrtî, partîtî û navçeyî li pey xwe bihêlin û ber bi nasnameya hemwelatîbûnê ya mezin ve biçin.
Pênc: Çiqasî em bêhtir ji van prensîban dûr bikevin, em ê bêhtir nêzîkî tûndûtîjiyê bibin ta heger hev wêrankirin wek di şerê navxweyî de qewimî ku heta niha şopa birînên wî şerî li ser laşê welêt diyar in. Şeş: Îcar tu bi xwe lê bifikire!
* Herêm Hadî; Berbijêrê Doktorayê li ser Argumentsaziyê li Zanîngeha Windsor li Kenedayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse