Kurd û makezagon

26-01-2017
Selahedîn Çelîk
A+ A-

Derbeya desthilatê ya 15.07.2016ê, têkçûna kemalîzmê bû. Makezagona nû, belgeya wê têkçûnê ye. Heke bi dengdayîna gelî ew bê pejirandin, wê ew mirina kemalîzmê be.


Ji Sedsala 19mîn ve di nav serdestiya tirk de şerê du baskên sereke heye. Rikberiya îro ya CHP û AKPê, weke gava dawî ya wî şerî ye.


Heke behîtek neqewime, wê kevneparêz, pişta kemalîstan bişikînin, him jî bi awayekî şerpezekirinê. Hûnê bibînin wê Mustafa Kemal ji navendiya dîrokê derênin, wê dor were rakirina peykerên wî, navê kolan û kuçeyan...


Pirs hemû ew nakokî ye?


 Ne. Heke wisa bûya, bûyer hêsan bû. Lê pirs jê gellek tevlîhevtir e. 


Demografiya nîjadî, olî û çînî ya Tirkiyê, li ber çav e. Kurd, elewî, demokrat, komên oldar.., di bûyerê de berteka her yekê cuda ye. Gelleken wan, ne bi çavê herdu partiyan li bûyerê dinêrin. Pirsa mezin a kurd, ji bo hemûyan pirsa demokrasî û azadiyan heye.


Di serdemên CHPê de zordarî û kedxwarî serdest bû, di ya AKPê de jî. Herdu partî jî, sabiqadarê demokrasiyê ne. Mijar Kurd bin, herdu jî nîjadperest in. 


Yek cudahiya girîng heye: Sekulerîzm. Lê laîktiya CHPê, ne sekulerîzm e. Wê, perestina dewletê xistiyê ciyê olê. AKPê ol daye pêş, lê bi kirase nîjadperest.


Divê pîvana me; sekulerîzma rast, dewlet û ola ji nîjadperestiyê şûştî be. Divê em di bûyerê de xwe dûçarê nakokiya AKP û CHPê nebînin. Di şerê baskên serdestên tirk de em her carê bûn alî û dûvik. Her carê me winda kir.


Bo Kurdan fêmkirina bûyerê divê hêsan be


Ka rûdanên sala borî bidin ber çavê xwe: 


CHPê piştgirî neda rakirina destnedayîniya parlamenterên HDPê? Tevkarî li girtina siyasetmedarên kurd nekir? CHPê, himber Başûr û Rojavayê piştgirî neda operasyonên artêşa tirk?


Ka li van xetên sor ên CHPê binêrin: "Çar bendên sereke yên makezagonê". 


Wateya wan çi ye? Pîrozahiya "yekparebûna Tirkiyê û ala tirk" û bi fermî "serdestiya zimanê tirkî" ne ew.


Ew bend; bi erd, dîrok, çand, nav û ziman, talankirin û înkarkirina kurd û Kurdistanê ne. Çi şerm! CHP ji bo wan babetan ji Kurdan piştgiriyê dixwaze.


Ti têkiliya wan bendan, bi sekulerîtî û demokrasiyê tineye. Berevajiyê, parastina wê statukoya nîjadperest û înkarok, dijminahiya demokrasiyê ye. 


Koalîsyona AKP-MHPê wan bendan naguherîne, lê wan dijwartir dike. Tişta dibe: Ne tenê serdestî, dewlet jî ji destê kemalîstan diçe. Va sedemê qîjeqîja CHPê.


Rengê berteka kurdan


Dibe Kurd serwextên mijarê ne û serê xwe pê naêşînin. Dibe difikirin ku rêyên demokratîk li ber wan girtî ne û berteka wan nagihê ciyê xwe. Dîsa jî:


Di makezagona nû de ma navê kurdan heye?


Yên bajarên me rûxandine, sedhezar koçber kirine û ew avêtine xîzaniyê, ma ne xwediyê makezagona nû ne? 


Yên şaredar û parlamenterên hilbijartî girtinê û digrin, ne ew in? 


Ên êrîşî Rojava û Başûr dikin, ne ew in?


Makezagona nû, ma sîstema nîjadperest û înkarok a kemalîst naparêze?


Bi makezagona nû, sîstema tam otokratîk û emperyalîst nayê avakirin?


Sekulerîzm yekcar nayê rûxandin? Demokrasî û azadî nakevin bin siha paşverûtî û korbaweriya dekbazên olî?


Dibe em nikaribin encamê biguherînin, lê em dikarin deng bidin wijdana xwe. Em dikarin li himberî desthilata hewqas xirabî kirî, berteka xwe nîşan bidin.


Mafê ti kurdî tineye ku bi bendewariyên razber, piştgiriya makezagona AKP-MHPê ji Kurdan bixwaze.


Helwesta xwe ya kesayetî, qet biçûk nebînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst