Fidel Castro ji bo Kurdan model e?

Piştî mirina lîderê Kubayê Fidel Castro du rêxistinên kurdî her yekê di asteke bilind de peyamek nivîskî weşandin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) pesnê têkoşîna azadî û modela demokrasiya Fidel Castoro dan.

 

Baş e, rastî wiha bû? Gelo em jî behsa heman Castro dikin ku ewê pesnê wî tê dayîn?

 

Ma Castro ne ew serkirdeyê bû ku bi sedan kes gulebaran kirî û bi hezaran kes bê dadgehkirin daxistî zîndanan?

 

Heger bê bîra we Castoro ev tîma gulebarankirinê bi “Diwar” binav kiribû.

 

Kurdên ku berxwedana bidestanîna azadiyê didin, ma dirist e, kesekî ku mirov bêyî dadgehkirin zîndanî kirî bibîr bîne. HDPê di peyama xwe de Fidel Casto weke “ne tenê ji bo gelê Kubayê, li dijî dîktatorî û rêveberiyên faşîst ji bo tevahî gelên berxwedêr bûye çavkaniya îlhamê” da nîşandan.

 

 Lê rastî berevajoyê vê yekê dibêjin.

 

Di heman peyamê de pesnê Che Guevara jî wiha tê dayîn: “Fîdel Castro ku yek ji hevrêyên herî nêz ê şoreşgerê efsûnewî Che Guevara ye, ew sembola têkoşîna wekhevî û azadî, li dijî zextê berxwedan, îdeala sosyalîzmê bû û wê her tim wisa bê bibîranîn.”

 

KCK zêde gavekê din dike û derbarê kesî serê azadiyê pelaxin de peyamek ji 2 rûpelan pêk tê weşand û pesnî wî da.

KCKê di peyama xwe de amaje kiriye ku Fidel Castro li Kubayê “demokrasî paristiye”.

 

Divê em êdî dev ji modela sosyalizma ji Kubayê heta Koreya Başûr têk çûyî berdin.

 

Lê pêwîst e divê ev pirs were kirin: Fidel Castro û Che Guevara bi rastî demokrasî anine Kubayê? 

 

Gelo 47 salan gelê Kubayê Castro her car yekê serok hildibijart? Dema ku taketa Fidel Castro nema rêveberiya Kûbayê bike kê birayî li şûna wî hilbijart û desthilatdarî radest kir?

 

Baweriya hin kes û aliyên gelek kêm bi vê rewşa bêtam tê, ku HDP û KCKê jî ji wan e.

Castroyan milê xwe dane milê serokê heta hetayê yê ezîz Kim Jong-Un’nun  ku piştî mirina Serokê Kubayê Fidel Castro li paytexta welatê xwe sê roj şîn ragihandin.


KCKê di peyama xwe de wiha gotibû: Şoreşa Kûbayê ya bi pêşengiya Fîdel Castro û Che Guevera ve hate despêkirin , ji bo tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd jî her tim bû wek mînak. Rûhê wan ê şoreşger û daxwaza wan ya azadiyê, tekoşîna wan li dijî faşîzmê, serdestan û emperyalîstan ji bo pîvanê mîlîtantiya xeta PKK’ê jî bandora xwe kir. Herwiha rexmê ku welatekî biçûk bû jî tekoşîna wan a li dijî kapîtalîzmê ji bo Tevgera Azadiya Kurd dîsa bû mînak. Ti hêz û tişt nikare pêşiya daxwaza azadiyê û demokrasî bigire, Tevgera Azadiya Kurd jî bi pratîka xwe ve ev tişt eşkere kir. Dijmin çiqas mezin dibe bila bibe, astengî çiqas mezin dibe bila bibe bi tekoşînê xwe gelek serkeftinên mezin hatin destxistin.”

Serkeftin?

Gelo serkeftina PKKê ya Amedê li ber çavên min neket? An jî partiyên hevalbend ên KCKê min li Havanayê nedîtin?

 

Di heyama vê sala tije kerb a ber bi dawîbûnê ve diçe de Şirnex, Cizîr, Amed, Farqîn, Nisêbîn û Gever tûşî tundiyan hatin.

 

Lê hêj alayên li ser avahiyên bajarên Kurdistanê hatine daliqandin ne rengê ala Kurdistanê ne. 2 rengên ala dijmin in.

 

Helbet Castro niyet hebû bibe diktatorê heta hetayê û dibe ku di serî pêşwazî li azadî û demokrasiyê kiribe. Herwiha di partiya antî komunist Partido Ortodoxo de bû namzedê herêma Havanayê. Lê ti caran nebû endamê Kongreyê.

 

Serokomarê Kuba yê berê general Fulgencio Batista hilbijartin betal kiribûn.

 

Kuba wê heyama bi şêweyekî sembolîk jî be azad bû. Lê ji ber berjewendiyên Amerîka û welatên Ewropayê aborî û çarenûsa Kubayê hatibû kontrolkirin.

 

Castro di nivîsekî xwe de wiha behsa wê serdemê dike: “Bajarekê wekî Orienteyê mezin. Ew der di bin desthilatdariya şirketa United Front ve West India de bû ku rojava û rojhilatê Koreyê bi hev re girê dida.”

 

Dîroknasê di heyama Kenndy de erkdar Arthur Meier Schlesinger gotibû, tundiya polîsan, nebûna edalate civakî, peydanekirina pêwîstiyên rojane ya gel ji bo şoreşê bangawaziyek vekiribû.

 

Vê têkoşînê bi serperiştiya Castro salekê piştî betalkirina hilbijartinan dest pê kir. Birayên Castro dema ji aliyê hikûmeta Fulgencio Batista ve hatin girtin têkoşîn jî ji holê rabû. 

 

Piraniya hevalên wan hatin bidarvekirin lê biryaên Castro piştî salekê çûn Meksikayê û biryar dan li wîr dest bi têkoşînê bikin.

 

Castro di sala 1950an de hêj li Kubayê ji bo xwe paqij derbixe axaftinek kir. Ji bo ku xwe mafdar derbixe behsa Cicero û Platon kir.

 

Di beşeke axaftina xwe de wiha digot:

 

“Hevrêyên min ez di zîndanan de tûşî êşa tê lê ez naxwazim devaya azadiyê  ji bo xwe bikim. Bila min jî bibin cem wan, ez dixwazim çarnûsa min jî wekî ya wan be… Gellek eşkere ye ku mirovên dirist ên welatikê ku serokomarê wê diz û tawanbar, dê an zîndanan de bin an dê bimirin.”

 

Piştî vê axaftinê Cicero o Sokrates li Atinayê hatin kuştin. Lê Castro 63 sal din jî ma li ser dine. Çimkî li şûna wê azadiya behs dikir biparêzê wî ew azadî kir qurbanî.

 

Che Gurvara di nameyekê ji bo dayîka xwe nivîsandî de wiha dibêje: “Ez dev ji aqil berdim û ber bi şoreşa tundiyê ve diçim.” 

 

Xwezî carnan kesekî derbiketa û bigota têkoşîna bi tundiyê tê meşandin  bi hisran dişke. Che Gurvara di sala 1965an de li Bolivyayê di heya pêvajoya behs dikir de hat kuştin.


Di încilê de hatiye gotin: “li beramberê xirabiyan liber xwe nedin” (Meta beşa 5:39). Yanî weke Gandî kirî, bi şêweya ne tund Hindistan ji desthilatdariya Brîtanyayê rizgar kir.


Kesekê ku kurd ji xwe re bikin minak Gandî ye. Divê em dev tundiyê berdin û cihaneke bêtundî diyariya zarokên xwe bikin.