Ji şerê Hemas û Îsraîlê îbretek: Yên qels jî xurt in!
Roja 7ê vê heyvê (10.2023) cîhanê bi matmayîn li dîmenên êrişa Bizava Hemasê ya dijî Îsraîlê meyîzand. Êriş ne tenê bi roket û dronan bû lê herwiha paraşûtvanên Hemasê jî bi dizî derbasî hêla Îsraîlê bûn. Hemasê bi stratejiya şerê bêhevsengî û taktîkên xwe yên piralî Îsraîl xafil kiribû.
Ji ber navûdengê artêş û dezgeha wê ya îstixbaratê, cîhan ji rewşa ku Tel Evîv ket navê behitî ma. Şer hê jî didome û gelek pirs li benda bersivê ne: Hêzeke fena Hemasê çawa karîbû dewleteke fena Îsraîlê xafil bike? Gelo berê derbarê karîna Îsraîlê de zêdegavî hatibû kirin an jî Hemasê xwe bihêztir kiriye? Siberoja şer dê çawa be? Ma ew dê berfirehtir bibe û cihên din jî bigire yan dê di nav sînorên xwe yên vêga de bimîne? Encama gengeşeyên li ser rola îdiakirî ya Îranê di piştgirîdayîna Hemasê di vê êrişê de, dê çi be? Encamên şer ên siyasî û jeopolîtîk dê çi bin?
Heke em bersiveke bilez bidin, em dikarin bi gelemperî wer bibêjin:
Yekem: Îsraîl welatekî xurt e. Nayê înkarkirin ku li gorî welatên deverê, artêşeke wê ya di warê çekan de pêşketîtir û tekûztir heye lê dîsa jî hat xafilkirin. Ev jî nîşaneke eşkere ya guherîna xwerista şer di sedsala 21ê de ye. Ji ber pêşketinên teknolojîk, êdî serdema xurtbûna lawazan jî hatiye û hêz bi tenê têra parastina welatekî nake.
Duyem: Dema ku Îran an komên din ên wekî Hizbulah an komikên çekdar ên Îraqê rasterast destwerdanê bikin, dê şer gurrtir bibe. Hîn jî Amerîka û Îsraîl eşkere nabêjin ku destê Îranê di vê cengê de heye yan bi awayekî rasterast beşdar e.
Wekî dixuye ev tê wateya ku aliyên sereke naxwazin şer firehtir bibe lê divê em ji bîr nekin ku şerê ji xafil ve beşek ji bîrûbaweriya leşkerî ya Îsraîlê ye û divê em li bendê bin û bibînin ka ew dê çi bike lê divê em vê jî bipirsin: Eger Îsraîl jî nexwaze lê komên alîgirên Îranê yên li navçeyê vê yekê bixwazin, dê çi biqewime? Ji ber vê yekê, di rastiyê de, herçend zemîna berfirehbûna şer hindik xuya be jî rewş nazik e û bi hêsanî dikare veguhere şerekî dorfireh.
Sêyem: Encamên siyasî û leşkerî yên vî şerî berbelav in û dikarin piralî bin.
Hêza qelsiyê!
Di vî şerê Hemas-Îsraîlê de, tevî her nezelaliyekê jî tiştek ji me re eşkere ye: Êdî di şer de derfet heye ku yên qels jî bihêz bibin û hêz tenê têra parastina dewletekê yan aliyekî nake. Li vir jî faktora sereke belavbûna bilez a teknolojiya şer e ku şiyana aktorên dewletî û nedewletî ya xafilkirina stratejî zêdetir kiriye.
Êrişa Tevgera Hemasê gotineke teorîsyenê şer Michel Handel piştrast kir. Handel dibêje ku bi saya xafilkirinê ku pêşketinên di teknolojiya şer de gelek derfet jê re peyda kirine, stratejiya êrişê ji stratejiya berevaniyê kêrhatîtir e.
Bi giştî, çend îbret di vê yekê de hene: Siyasetên ewlehî û leşkerî yên ji bo nixamtin û tepeserkirina pirsgirêkên navxweyî, xasma li Rojhilata Navîn, ji bo her demê bi kêr nayên. Ji ber ku tu alî nikare bi temamî rê li ber belavbûna teknolojiya leşkerî bigire û zû yan dereng mûşek û dronên erzan dê bikevin destê gelek komikan. Mînaka herî darîçav jî Hemas û her wisa komikên din in ku berî demekê bi dronan êrişî kolejeke leşkerî li Parêzgeha Himsê ya Sûriyeyê kirin.
Ev bi giştî tê wateya bêaramiya demdirêj li Rojhilata Navîn, ger çareseriyên guncav ji bo mijarên girîng neyên dîtin. Di vê navberê de, Doza Kurd pirsgirêkeke zindî ya Rojhilata Navîn e ku bê guman tenê bi zordestî û siyasetên ewlehî û leşkerî çareser nabe.
Şerê Hemasê nîşan da ku Doza Kurd ji bilî naskirina mafên Kurdan û lihevkirina bi wan re, ti çareseriyeke din jê re nîne, çawa ku ji bilî lihevkirina bi wan re ti çareserî ji bo pirsgirêka Filistîniyan jî nîne.
Ya ku qewimî çi bû?
Carekê Zbigniew Brzezinski bi rêya têgeha "xurtiya qelsiyê", di kesayeta Amerîkayê de dabaşa pirsgirêka mezin a hêzdarên cîhanê kiribû, divê çawa rûbirûyî neyarekî bibin ku bi xwe qels e lê motîvên wî yên xurt hene? Brzezinski di wê baweriyê de bû ku pêşketina teknolojiyê ji bo yên qels jî derfet peyda kiriye û hêz bi tenê têra ewlekirina aliyekî nake.
Serdestiya siyasî û leşkerî ya Îsraîlê nayê înkarkirin lê di heman demê de motîvasyona şer a Bizava Hemasê jî nayê paşguhxistin.
Ev ji bilî ku teknolojiya nû derfet daye aktorekî nola Hemasê jî ku xwe bigihîne esman û stratejiya leşkerî ya xafilkirina neyarê xwe bi pêş ve bibe. Dibe ku were gotin ku hevalbendên Hemasê li pişt wê ne lê ji xwe çawaniya dirustkirina hevpeymaniyan beşeke girîng a pêvajoya şer bi xwe ye.
Dibe ku dron û mûşekên Hemasê ku bêhtir ji cureyê Grad in û li gor roket û pergala berevaniyê ya Îsraîlê di asteke nimztir de ne lê dema ku bibin bi hezaran roket û dron, wî çaxî zehmet e ku bi tevahî pêşî li wan bê girtin. Belkî jî heta niha sîstemeke berevaniya mûşekî nehatiye çêkirin ku bikare di carekê de, bi hezaran mûşekan li esmên biteqîne.
Êrişa Hemasê du tişt li ber çavên me raxistin. Li milekî, xemsarî û lawaziya dezgeha îstixbarata Îsraîlê û serkirdayetiya wê ya siyasî-leşkerî derxist holê û da zanîn ku wan bi çavekî sivik li gefa êrişeke din a Hemasê nihêrtiye û haya wan jê nebûye. Li milê din jî, serketina îstixbarata Hemasê di veşartina şiyanên xwe yên leşkerî û êrişa xwe de, raxist ber çavan.
Ev yek bi zelalî nîşan dide ku aktorên nedewletî jî karînên xwe yên ji bo şer bi pêş dixin. Çi di warê bikaranîna teknolojiya şer de be, çi jî di warê îstîxbaratî yan stratejî û taktîkên şer de be yên ku wer dixuye ku rêveberiya Tel Evîvê ji ber daketina bi pirsgirêk û nakokiyên navxweyî, her wiha mijûlbûna wê bi mijara lihevkirina bi dewletên Erebî re, kêmtir girîngî pê dabe.
Ev lap ew xeletî bû ku berî niha Cemal Ebdilnasir jî di şerê sala 1967an de dijî Îsraîlê kir. Cemal hêza Îsraîlê kêm didît lê bi êrîşa xwe ya neçaverêkirî, Tel Evîvê artêşên mezin û qerase yên dewletên Erebî yên ku bi niyet bûn êrişî Îsraîlê bikin, têk birin û şikandin.
Arasteya şer ne diyar e
Heta niha Îsraîl çiqas zêdetir Xezayê bombebaran bike jî serdestiya derûnî ya Hemasê ye. Egereke mezin heye ku Îsraîl dê cihên ku şer lê qewimî bi dest bixe û kulmeke mezin li Hemasê bide. Di heman demê de, bi kêmanî niha, dibe ku berfirehkirina qada şer ne di berjewendiya Îsraîlê de be ku divê pêşî navçeyên xwe vegerîne. Ger şer li deverên din belav bibe û aktorên din ên neyarên Îsraîlê jî beşdarî bibin, hingê dibe ku bibe sedema şerekî mezintir.
Li ser sînorên Îsraîlê ji Sûriyeyê heta Libnanê qet nebe 10 komikên çekdar ên cuda cuda hene ku dişên serê Îsraîlê bizêrînin lê di eynî demê de, pêdiviya Îsraîlê bi pêkanîna karekî leşkerî yê wisa berbiçav heye ku têkçûna êrişa 7ê vê mehê ji bîra wê bibe.
Vê rewşê pirsgirêkeke ewlehiyê jî jê re çêkiriye: Heke Îsraîl şer berfirehtir bike û ber bi cihên din ve bibe û Îranê jî tê de wer bike, ne xuya ye gelo dê ji heq bê der an na? Loma ya ku li vir yekalîker e, helwesta zilhêzên cîhanê nemaze Amerîka û Ewropayê ye.
Bi li ber çavgirtina vê yekê ku rêveberiya Biden li hemberî zêdetirî 80 êrişên komên nêzî Îranê tenê çend caran bersiv daye, pirs ev e: Gelo heke Îsraîl şer berfireh bike, Amerîka dê piştgiriyê bidiyê yan na? Xuya ye ku Amerîka niha ji şerê Îranê hez nake, nexasim ku ber bi hilbijartinê ve diçe.
Xuya ye ku Îsraîl jî naxwaze bi tena serê xwe vê yekê bike, lewra tevî raporeke Wall Street Journalê li ser destêwerdana Îranê û plankirina êrişê ji Beyrûtê, her du alî dibêjin ku hîn ti belge li ser destêwerdana Îranê li ber destê wan nînin. Helbet Îran bi xwe jî vê yekê red dike.
Ji ber vê yekê belkî Îsraîl dixwaze di demeke kurt de ev şer zêde berfireh nebe lê demeke dirêj bidome lê pirsa berevajî ev e: Eger aliyê din niyeta berfirehkirina şer bike, dê çi biqewime? Loma rewş pir hestyar e û arastekirina şer ber bi her du egeran ve vekirî ye.
Encamên şer
Peymana Abraham (Îbrahîmî) û danûstandinên normalîzekirinê têkiliyên di navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî de, pirsgirêka Filistînê di van çend salên dawî de heta radeyekê marjînal kiribû. Ji xeynî Îran, Urdun û Qeterê, meseleya Filistînê li gorî salên borî, di axaftinên serkirdeyên welatan di Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya îsal de kêmtir xuya bû lê şerê îsal ne tenê bal kişand ser meseleya Filistîn û Xezeyê, di heman demê de Bizava Hemasê wekî hêza sereke li dewsa Bizava Fethê nîşan da.
Karvedanên Tirkiye, Erebistana Siûdî, Îmarat û tewra Misirê jî wiha ne ku dixwazin hevsengiyekê bihêlin, lê bi îhtîmaleke mezin mijara asayîkirina têkiliyên bi Erebistana Siûdî re qet nebe dê piçekî sist bibe.
Aliyekî serkeftî yê vê cengê Îran e. Di heyama salên borî de, bi rêya şerê sîber, Îsraîlê kulmên mezin daweşandibûn Îranê. Ji kuştina zanayên wê yên atomî bigire heya birina belgeyên nihênî û bombebaranên li Sûriyê, Îsraîlê gelek kar li dij Îranê kiribû, lewra rewşa niha ya Îsraîlê bi dilê Tehranê ye.
Ev rewş morala hêzên nêzî Îranê yên li Îraqê jî bilind dike, loma wer dixuye ku ew dê bi dengekî bilindtir dijî Amerîkayê bipeyivin. Ji xwe heke şer dorfirehtir jî bibe, bê guman dê Îraq jî bibe meydaneke wî şerî. Tew ger ne şerê rasterast be jî, wekî çawa bi sedema hebûna hinekan ji wan li Sûriyê dikarin bi hêsanî bigihin sînorên Îsraîlê.
Ger şerê Ukraynayê pêdiviya Ewropayê bi sîwana ewlehî ya Amerîkayê derxistibe holê, wisa, şerê vê xetrê yê Hemasê jî anî bîra Îsraîlê ku di warê ewlehiyê de pêwîstiya wê bi Amerîkayê heye çimkî ger Hemasê carekê karekî wisa sergihayî kiribe, wê demê dikare careke din jî heman tiştî bike yan bi kêmanî tirsa dubarekirina wê çêbike.
Piştî girtina dosyeya Qerebaxê di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de, tevî ku Erîvanê xwe li Rojavayê jî girtibû, her wiha piştî fişar û zextên navçeyî û navxweyî yên li ser Herêma Kurdistanê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê û tûşbûna Îsraîlê bi vê rewşa niha, dîmena hebûna guvaşekê li ser hevpeymanên Amerîka li Rojhilata Navîn kifş dibe. Ev jî wiha dike ku di qonaxa bê de, heke bi niyet be li vê deverê bimîne, Amerîka bêgav e ku pêngavekê ji bo piştrastkirina hevpeymanên xwe biavêje.
Di dawiyê de, ger em bi nêrîneke berfirehtir li vê mijarê binêrin, em dê bibînin ku ev şer dikare guherînan di projeya Rêya Biharatan ku di civîna dawî ya lîderên G20ê de hat ragihandin, dirust bike. Şerê Hemasê nîşan da ku hebûna welatên kendavê bi tenê têra parastina wê rêyê nake. Loma bêyî razîbûna Tirkiye yan Îranê, mijara dabînkirina ewlehiya vê projeya jeostratejîk ku ji bendera Heyfayê ya Îsraîlê ber bi Ewropayê ve diçe, ne karekî hêsan e.