Rehendên aloz ên pevçûnên Tirkiye û PKKyê li Herêma Kurdistanê

15 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Ji Cejna Qurbanê û vir ve, pêleke din a liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiye û PKKyê li sînorê Parêzgeha Dihokê dest pê kir. Pevçûn bêtir li deverên bakurê qezaya Amêdiyê ya Parêzgeha Dihokê dijwar in lê egera berfirehbûna şer ji bo dereke wekî Çiyayê Gareyê ku zêdetirî 40 km di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de ye, wekî yek ji xalên werçerixînê yên guhertina erdnîgariya pevçûnên Tirkiye û PKKyê tê hesibandin ku dikare şopên girîng ên siyasî û leşkerî li pey xwe bihêle. Helbet rewşa niha ya Rojhilata Navîn û rewşa pevçûnan jî nîşan didin ku dibe ku ev mijar ji ya ku tê çaverêkirin bêtir dirêj bike û bidome.

Rehenda jeopolîtîk a pevçûnan

Şer û pevçûnên vê dawiyê yên Tirkiye û PKKyê, têkiliyên PDK û PKKyê kirin bermîleke barûtê. PDK dabaşa wê yekê dike ku PKKyê şer aniye hundirê kûrahiya Herêma Kurdistanê û PKK jî PDKê bi alîkariya Tirkiyeyê sûcdar dike. Çawa dibe bila bibe, dibe ku motîvasyona sereke ya bûyerên vêga, ji aloziyeke navxweyî wêdetir, hêleke jeopolîtîk a hêgintir li pişt wan be. Tirkiye jî nîşan daye ku ji bo rewşeke awarte li benda rêdana Îraq an jî Herêma Kurdistanê namîne, çawa ku ev yek di salên notan de kir. Bi baweriya serokkomarê Tirkiyeyê, erdhejeke jeopolîtîk li dinyayê daye û di encama wê de jî nearamiyên siyasî û leşkerî berdewam dikin.

Tirkiye ji dirêjbûna her du şerên Rûsya-Ukrayna û Îsraîl û Hemasê dilgiran e û di wê baweriyê de ye ku berdewamiya wan dê bandorê li ewlehiya wê ya neteweyî bike. Bi egereke mezin dilgiraniya Tirkiyeyê ya herî nêzîk ji wê yekê ye ku ger her du şer dorfirehtir bibin, hingê derfeta PKKyê ya bidestxistina çek û alîkariyên derveyî dê zêdetir bibe.

Bo nimûne, ger Tirkiye seba endamtiya xwe ya di NATOyê de, di egera berfirehbûna şerê Rûsya û Ukraynayê de, helwesteke wê ya piştgiriyê ya zêdetir ji bo NATOyê hebe, wê demê egera bidestxistina çekên rûsî xasma roketên erd-esmanî yan jî teknolojiya Ukraynayî li bazara reş ji hêla PKKyê ve zêdetir dibe. Hikûmeta Îsraîlê jî çend caran li dijî piştevaniya Enqere ji Hemasê re dabaşa Pirs Kurd li Tirkiyeyê kir û Enqere jî dilgiran e ku ger ew şer dorfirehtir bibe, wê hingê galegal û behskirina alîkariya rasterast an jî ne rasterast a Îsraîl û hevalbendên wê ji PKKyê re bibe ketwar.

Serokkomarê Tirkiyeyê piştî beşdarbûna di lûtkeya 75emîn salvegera NATOyê de ragihand ku ew hîn jî ji rêkeftina bil dilê xwe ligel hevpeymanên xwe li ser hevkariya di pîşesaziya leşkerî û şerê li dijî terorê de pir dûr in. Erdogan bi awayekî zelaltir qala wê yekê kir ku erdnîgariyê hem derfet hem jî metirsî ji wan re çêkiriye û Tirkiye niha nikare di navbera blokên Rojhilat û Rojavayê de yekê hilbijêre, loma li kêleka peywendiyên xwe yên bi NATOyê re, peywendiyên xwe bi Çîn û Rûsyayê re jî bi pêş xistine û çavê wê li endamtiya BRICS û roleke zêdetir di Rêxistina Hevkariya Shanghaiyê de ye.

Tirkiye di wê baweriyê de ye ku dikare bi rêya pêşxistina peywendiyên siyasî li gel welatên navçeyê nemaze Îraq û Îranê, herwisa asayîkirina têkiliyên xwe bi Sûriyê re û egera vejandina Peymana Edeneyê liv û tevgerên PKKyê sînordar bike. Lê di warê leşkerî de jî, dixwaze herêmeke ewle li başûrê sînorên xwe ava bike ku ji sala 2016an ve li Sûriyeyê û ji sala 2019an ve li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye. Berpirsên Tirkiyeyê li hêlên parastina ewlehiya xwe ya neteweyî heya pişt sînorên Mîsaqa Milî dinêrin ku di Meclîsa Mebûsan di destpêka sala 1920an de hat qebûlkirin û parêzgehên Îdlib û Helebê li Sûriyeyê hetanî Herêma Kurdistanê li xwe digire. Bêguman hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ji bakurê Sûriyeyê heta Herêma Kurdistanê di çarçoveya vê perspektîfê de watedartir dibe.

Dem û erdnîgariya pevçûnan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê ragihandiye ku ji hêla demê ve dixwazin berî ku berfa zivistanê bibare, qiflekê li rêze operasyonên Pence-Kilîdê bixin û dawî lê bînin. Wek cih jî Çiyayê Gareyê mîna armanca xwe ya dawî destnîşan kiriye û dibêje heya PKKyê lê hebe, em ê berdewam bikin. PKKyê jî ragihandiye ku ew hîn jî li navçeyê hene û li her derê şer dikin.

Wer dixuye ku yek ji armancên Tirkiyeyê ew e ku sînorên erdnîgarî yên niha yên şerê xwe yê bi PKKyê re qahîm bike. Di navbera salên 2019 û 2023yan de, bi gelemperî 1154 bûyerên tundûtûjiya organîzekirî, di nav wan de şer û pevçûnên leşkerî di navbera PKK û Tirkiyeyê de rû dane ku nêzî ji sedî 64ê wan li ser xaka Herêma Kurdistanê qewimîn. Bi vî awayî jî, Tirkiye erdnîgariya şerê PKKyê guhertiye û ji xwe dûr xistiye. Tirkiye dixwaze hêleke ewlehiyê ji Xwakurkê li sînorê Parêzgeha Hewlêrê heya Heftanîna Dihokê bi hev ve girê bide.

Wekî din, îhtîmal e ku armanc ew be ku xal û baregehên leşkerî yên kuji 2019an û vir ve danîne, tund û xurttir bike. Sala borî, PKKyê di zivistanê de êrişî du baregehên artêşa Tirkiyeyê kiribû, bi vê yekê jî nîşan dabû ku tewra ger bi rengekî sînordar be jî, dibe ku hem ji bo xweparastina ji dronan û hem jî ji bo pevçûnên di dema berf û barana zivistanê de rêyek dîtibe. Lewra Tirkiye dixwaze li cihên wek Metîn, Heftanîn, Avaşîn û Basyanê eniya herî nêz a pişta PKKyê bike armanc. Zêdebûna pevçûnên li aliyê bakurê hêla Amêdî-Derelûkê ku rêyên girêdana Gareyê bi herêmên çiyayî yên nêzî sînor ve li xwe digire, vê tezê xurtir dikin.

Heya berî sala 2019an, girîngiya hêleke sînorî ku li nahiyeya Derkara Zaxoyê dest pê dike û cihên wek Heftanîn, Metîn, Geliyê Zapê, Geliyê Balinda ber bi Avaşîn û Basyanê li nêzî sînor li xwe digire û ji wir ber bi Xwakurk û Xinêre li sînorê Parêzgeha Hewlêrê dadikeve, ji bo her du aliyan zêdetir bû. Tirkiyê ji gulana 2019an û vir ve 6 operasyonên pence-kilîdê dane destpêkirin û berevajî yên berê, ji bo qutkirina yekem hêlên veguhestin û lojîstîkê yên PKKyê, baregeh û bingehên zêdetir li deverên çiyayî ava kirine. Li gorî lêkolîna ku min di Daneyên Erdnîgariya Şîdeta Organîzekirî ya UCDPyê de kiriye, ji 2019 heya dawiya 2023yan, hejmara bûyerên di navbera Tirkiye û PKKyê de li Herêma Kurdistanê 737 e, ji wan %77.88 di vê hêlê de rû dane. Ya mayî jî li hêla duyemîn a şer û pevçûnên di navbera Tirkiye û PKKyê de qewimîne ku cihên wekî Şingal, Mexmûr, Gare, Qendîl û devera Silêmaniyê dihewîne.

Wek mînak, li cihên wek Geliyê Zapê 159, li Çiyayê Metînê 142, li Avaşînê 65 û li Heftanînê 58 pevçûn û bûyerên tundiya çekdarî rû dane, lê li cihekî wek Gareyê ev hejmar daketiye 41an. Gare ji aliyê bilindahî û cihê xwe ve di nav rêzeçiyayên duyemîn ên Herêma Kurdistanê de ye ku ji milê rojava ve ber bi rojhilêt ve rêz dibin. Ji bo PKKyê, Gare jî mîna Qendîlê ji bo amadekariyên lojîstîkî, perwerdehî û rêxistinbûna ku piştî bicihbûna artêşa Tirkiyeyê li hin cihên hêlên pêşîn ên sînor girîngiyeke bêtir peyda kiriye, eniyeke piştê ye. Ji bo Tirkiyeyê jî, Gare xeleka dawî ya temamkirina stratejiya dûrxistina PKKyê ji sînoran e.

Rehenda leşkerî

Dron û hêzên hewayî yên Tirkiyeyê li hemberî liv û tevgerên adetî yê PKKyê ku berê bi koman diliviyan, kartêker bûn. Lê pena birina PKKyê ji bo çêkirina şikeftan û şerê tunelan wer kir ku hêzên komandoyê ku bêtir bi helîkopteran li navçeyeke destnîşankirî têne danîn, ligel danîna baregehên leşkerî yên demkî ji bo kontrolkirina liv û tevgerên li ser erdê bibe beşek ji taktîkên Tirkiyeyê li navçeya pevçûnan. Wer dixuye ku niha ji ber ku hem Tirkiye û hem PKKyê jî şêwazên xwe guhartine, ev yek hîn zêdetir hatibe guhertin. Berovajî carên berê, Tirkiye hem hêzên peyade yên bêtir anîne û girîngiyê dide kontrolkirina rêyan, hem jî dijdronên Kurkutê bi cih kiriye ku xuya ye bi sedema guhertina şêwaza liv û tevgerên PKKyê ye. Hîn jî nayê zanîn gelo PKKyê heta çi radeyê karîna xwe ya çêkirina dronan û sîstema dijdronan bi pêş xistiye yan jî ji derve wergirtiye, lê hin pisporên Tirkiyeyê di wê baweriyê de ne ku mûşekên dijî tankan (ATGM), mûşekên SA-18 ên Rûsî û dronên kamîkazî di destê PKKyê de hene. Hin çavkaniyên medyayê jî dibêjin ku PKKyê ji berê zêdetir cureyeke dronên seretayî bi kar tîne û cureyeke wê ya dronên kamîkazî yên erd-esmanî jî heye ku dikare bi kar bîne da ku dronan bixe xwarê. Serokkomarê Tirkiyeyê jî ji hêla xwe ve ragihandiye ku "Çekên ku hevalbendên me bi delaliyeke mezin didin me, di embarên PKKyê de hene." Encamên van hemûyan jî wer dikin ku şerê vê carê pişta xwe bi dron û hêzên esmanî tenê girê nede û careke din rola hêzên peyade di pevçûnên her du aliyan de zêdetir bibe ku ev yek jî tê wateya hatina artêşê.

Bandora pevçûnan li ser Îraq û Herêma Kurdistanê

Bi rengekî giştî şer û pevçûnên sînorî ku vêga zêdetir daketine nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê, rewşa navçeyên sînorî nearam kiriye. Xuya ye ku çareseriya hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo danîna xalên leşkerî yên bêtir li ser sînor, ji bo pêşîgirtina li kişîna zêdetir a PKKyê û hatina artêşa Tirkiyeyê, bandoreke mezin li ser kêmkirina pevçûnan çênekiriye. Berovajî vê yekê, asta aloziyên PKKyê li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) gihandiye asteke bilind ku ji her demê bêtir nêzîkî şer kiriye. Bê şik zirarmenên sereke ji dirêjbûna zêdetir a pevçûnên Tirkiye-PKKyê ji bo nav kûrahiya axa Herêma Kurdistanê, Bexda û Hewlêr in.

Ji bo Hewlêrê xerab e, ji ber ku dê kontrola xwe ya pratîk li ser beşeke axa xwe ji dest bide û ji bo Bexdayê jî xerabtir e, ji ber ku di demekê de ye ku alozî zêdetir bûne ku Bexda dixwaze hem peywendiyên xwe bi Tirkiyeyê re bi pêş bixe û hem jî xwe tûşî şerê PKKyê neke. Ev ji bilî wê yekê ku ev rewş bandorê li serweriya wê dike û pirsgirêkên zêdetir jê re peyda dike.

Ger Tirkiye were Gareyê, ev yek ne di berjewendiya Îranê û komên çekdar de ye, ji ber ku çawa dibe bila bibe, ew Tirkiyeyê wekî endama NATOyê û hevpeymana Rojavayê dibînin. Heke em li ser nexşeyekê lê binêrin, liv û tevger ji bo firehkirina navçeyên hegemonyayê li navbera Tirkiye û Îranê berovajî hev in. Navçeya hegemonyaya Îranê li Îraq û Sûriyê ji başûr û rojava ber bi bakur û rojhilat ve diçe û Tirkiye jî berovajî vê yekê diçe.

Hegemonyaya Îranê li Silêmaniyê, hebûna grûpên Heşda Şeibî li navçeyên cihê nakokiyê heta Şingalê, ligel rewşa ne diyar a îdarî ya parêzgehên Diyala û Kerkûkê, ligel aloziyên têkildarî rêveberiya xwecihî ya Mûsilê, hebûna komên çekdar li Sûriyê û herwisa hebûna Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bi xelekên hegemonyaya Îranê ji milê başûrê Tirkiyê ve xurttir dikin ku bi hebûna PKKyê jî li hêleke navbera Qendîl-Heftanînê li ser sînorên rojhilat û bakur ên Herêma Kurdistanê hatiye şidandin. Ji ber vê rewşê, tewra Hewlêrê jî ji her demê bêtir hewl da ku têkiliyên xwe bi Tehran û Bexdayê re asayî bike. Lewra jî bi îhtîmaleke mezin hatina Tirkiyê ji bo cihekî wek Gareyê dê bibe sedema nerazîbûna komên çekdar ên Îraqê.

Dibe ku ji bo derketina ji vê arîşeyê, pirsgirêkeke mezin a aliyê Îraqê ligel dorpêçkirina çiyê û girtina rêyên ku ji Gareyê diçin derên wek Metîn, Heftanîn, Zap, Geliyê Balinda, Avaşîn û Basyanê nebe. Di sala 1992yan de, piştî şerê Eniya Kurdistanî û Tirkiyeyê ligel PKKyê, beşek ji hêzên wê rêxistinê ji Behdînanê derbasî Zelê li sînorê Parêzgeha Silêmaniyê bûn. Loma ne dûrî çaverêkirinê ye ku ger hewldanek ji bo razîkirina PKKyê ji bo valakirina Çiyayê Gareyê yan qet nebe kêmkirina hêzan û guherandina cihên wan hebe, wer dixuye dê dawiya dawî Tirkiyeyê jî pê razî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst