Tişta di nav YNKê de qewimî, çi bû?

Di dîroka Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de gelek bûyer hene bi mij û moran çûne rûpelên dîroka vê partiyê û dibe ku ta siberojeke pir dûr jî hemî rastiyên wan aşkira nebin. Wek bûyera Hekarî, bûyerên destpêka Enfal û Helebce ta digihe cudabûna Newşîrwan Mistefa û avakirina Tevgera Goranê. Lê ji hemûyan bi mij û morantir bûyerên navbera 8-15ê vê tîrmenê bûn ku bi sedema wan yek ji hevserokên YNK ji kar ket û wek biryar e dê sîstema rêvebirina partiyê jî biguhere û ew ê vegerin ser şêwaza ku YNK berê pêrew dikir.

Lê ma bi rastî ya di nav YNK de qewimî çi bû? Heta niha vê partiyê wek daxuyaniyeke zelal û aşkira tiştek di vî warî de negotiye, ji bilî ku civîneke awarte ya dereng a polîtbîroyê hat sazkirin û bi çend xetan di dilqê nûçeyekê de naveroka civînê bi ber guhên endam, alîgirên xwe û xelkê xistin ku qaşo li hev kirine desthilatên hevserokan bi Bafil Talebanî werin dan heta dema rêziknameya navxwe were edilandin û sîstema hevserokiyê namîne.

Ji bilî wê daxuyaniya polîtbîroyê, çend daxuyaniyên cuda jî ji her sê karkaterên sereke yên YNK û terefên pirsgirêkan hatin weşandin ku her sê berevajî daxuyaniya polîtbîroya YNK ne.

Ew jî daxuyaniyeke Lahûr Şêx Cengî û teqezkirina wî di du boneyên cuda de ku plangeriya Osmanî û hêza navxweyî li ser YNK heye û ya ku diqewime destê Tirkiyê ye. Di zelalkirina bêhtir de jî got ku Xemîs Xencer hatiye Silêmaniyê û di civîna hevbeş bi hevserokên YNK re ji wan re gotiye ku Erdogan ji siyaseta Lahûr Şêx Cengî dilgiran e û gef xwariye ku jê qebûl nakin.

Li beramber jî çend nûçe li Kurdsata dezgeha medyayî ya taybet bi mala Talebanî hatin weşandin ku amaje dabûn sîxur li mala Talebanî hatiye girtin ku kar ji bo Lahûr Şêx Cengî kiriye bi armanca gihandina ziyanê bi YNK. Dû re jî bersibehekê Bafil Talebanî çû ser mezara Mam Celal û li wir daxuyaniyek belav kir ku hevokên di wê peyamê de hatibûn balkêş bûn.

"Çend sal bûn dezgehên ewlehî û hizbî ketibûn xizmeta berjewendiya hinek kesan û ji bo hesabdîtinên hizbî dihatin bikaranîn û li dijî berjewendiyên bilind ên gelê me tevdigeriyan, dest ketibûn bingehê kar û şuxlê kedkar û sermayedaran, qaçaxçîtî, bêş û xûkî wertgirtin, gef û sîxurîkirin kiribûn bername".

Qubad Talebanî jî di çend boneyên cuda de wek di destbikarbûna rêveberê nû yê dezgeha Zanyarî û civîna bi sermayedaran re amaje kir ku êdî ne ji mafê ti kes û aliyekî ye desttêwerdanê di kar û barên bazirganî de bike. Erkê dezgehên ewlehiyê dabînkirina aramî û parastina jiyana hevwelatiyan e. Ev jî wek teqezkirinekê ku ew dezgeh berê bi xerabî hatibûn bikaranîn.

Ev daxuyaniyên fermî ku lap berevajî hev wêneyeke zelal nedan xelkê da were zanîn a ku qewimî çi bû, lê di rûpel û malperên xwe yên girêdayî û sîber de tiştekî din gotin, wek nimûne behsa hewla terorkirina Bafil Talebanî bi rêya jehrdarkirinê hat kirin, gotin û qalkirina birina Hêro Îbrahîm Ehmed bo Rûsyayê ji bo testê da were zanîn ew jî hatiye jehrdarkirin yanê na, herwiha mijara jehrdarkirina berê ya Kosret Resûl jî hat nav mijaran.

Dezgehên medyayî yên nêzîkî mala Mam Celal qala xerab bikaranîna dezgehên ewlehiyê kirin ji aliyê Lahûr û birayên wî ji bo wergirtina xûkî û bêşan û karê qaçaxçîtî û dagirkirina mal û milkên xelkê.

Ya wek tedbîr di encama vê bûyerê de derket holê her du berpirsên dezgeha Zanyarî û Dijterorê ku her du Talebanî û nêzîkî Lahûr Şêx Cengî bûn ji karên xwe hatin avêtin, hinek rûpel, malper û kanalên medyayî yên ser bi Lahûr Şêx Cengî hatin desteserkirin. Hinek şirketên bazirganî jî ku ser bi wî (Lahûr) bûn hatin desteserkirin.

Li vir jî egera wê yekê tê kirin ku kêşe û aloziyên civakî û yasayî bi dû xwe de bîne, xasma ku beşek ji wan rûpel û malperan bi dirêjahiya salên borî kesayeta çend malbat û binemale û kesayetan teror kiriye. Heke berê xwedîker an kesên li pişt wan rûpel û malperan nenaskirî bûn, niha ji xelkê re derket kî ew birêve birine.

Ya li vir girîng çi nav li vê bûyerê bê kirin, a baş ew bû xwîn tê de nehat rijandin, çi di dema teqîna pirsgirêkan de û çi di demboriyê de jî, çimkî heke her yek ji wan her du senaryoyên tên behskirin rast be, eger hebû Kurdistan bibira qonaxeke xofdar a şerê birakujiyê.

Heke tiştê Lahûr dibêje rast be, qaşo destê Tirkiyê û PDK ye û Erdogan gef jê re şandiye, heke Lahûr bihata kuştin bê guman hemî têbînî diçûn ser rikeberên wî di PDK de û bi vê sedemê agirê fitneyeke mezin li Kurdistanê vêdiket ku çareserbûna wê ne pêkan dibû.

Heke senaryoya din jî rast be û hewla kuştina Bafil Talebanî hatibe dan bi rêya jehrdarkirina wî û Lahûr Şêx Cengî li pişt vê yekê be, bê guman heke pêk bihata rasterast gunehê wê diket stûyê PDK û dê çend kes bianiyana ser ekranên televîzyonan da bêjin me ji bo PDKê wiha kir, bi vê jî şerê Celalî û Melayî bo temenê çend nifşên din dihat veguhastin.

Ango di vê yekê de şensê Kurdistanê hebû kîjan ji van senaryoyan rast be, berî bigihin dawî aşkira bûn û Xwedê Kurdistan ji belayeke mezin parast.

Dibe ku vêga pirsa here sereke ev be gelo siberoja vê pirsgirêkê ber bi kû diçe? Bê guman ji ber ku bi ragihandina fermî ya YNK nehat yekalîkirin kîjan ji wan her du senaryoyan rast e, divê em girîmanekirinê li ser hîmê van her du senaryoyan bikin.

Heke rast be Tirkiyê hewla kuştina Lahûr Şêx Cengî daye û tiştê diqewime wek girîmaneyeke lawaz hinek dibêjin senaryoyek e ji bo dûrxistina Lahûr ji metirsiya Tirkiyê, ango qet nebe heta Erdogan li ser hukm be, divê Lahûr di meydana siyasî ya Kurdistanê de nemîne. Siruşta siyaset û hevrikiyê jî wisa ye kesek ji meydanê hat derêxistin bi kotekî dikare were cihê xwe.

Heke tiştê din ku tê gotin Lahûr Cengî hewla terorkirina Bafil daye û plana wî aşkira bûye rast be, di vê rewşê de jî ti baweriyek di navbera van herdu pismaman de ji bo pêkve karkirinê namîne û divê aliyê şikestxwarî meydanê vala bike.

Di dema rastiya vê yekê de ji bo ji niha bi şûn de tekane metirsiyek li pêşber hegemoniya mala Mam Celal li ser partiyê (YNK) hebe, mala Şêx Cengî dibin. Lewma ji bo dûrxistina metirsiyê li ser xwe divê ji wê yekê piştrast bin ku ew metirsî dernekeve holê.

Ji bo vê yekê jî dibe ku tenê ew yek ne bes be ku ji post û desthilatê werin dûrxistin di nav YNK de yan tew wan ji Kurdistanê jî dûr bixin, çimkî egera bikaranîna nerazîtiya xelkê û berhevkirina bereya nerazî û neyarên mala Talebanî dibin hêzeke bandorker wek metirsiyekê li ser siberoja Bafil û Qubad Talebanî.

Lewra egera wê yekê heye mala Talebanî hinek ji wan dozan wek dozeke yasayî taloqkirî bihêlin daku her demekê hest bi tevgereke Lahûr û birayên wî kirin, li dijî wan bikar bînin.

Di vê hevkêşeyê de naxuye PDK jî her wekî bînerekî ji dûr temaşe bike. Dûr nayê zanîn ji niha bi şûn de PDK doza 16ê oktobirê bike dozeke qanûnî û tedbîrên pêwîst ji vê meseleyê re bi rêya parlamento û hikûmetê werbigire.

Ango li vir zêdebarî ku rastî ne zelal e kîjan ji wan senaryoyan rasttir e ku li pişt bûyeran e, lê ya ku dibe rastî, avabûna roja siyasî ya Lahûr Şêx Cengî ye û di siberojê de tenê wek bîranînekê ji hinekan re tal û ji hinekan re şîrîn dimîne.