Fîlosof û helbestvanê Kurd Ehmedê Palo

 

Palo melayekî ne wek hemû melayan bû, ji ber di tu mizgeftan de nedihat dîtin, ne gotarên roja înê dixwendin û ne jî di bin konên behî û ezayan de waz û şîret dikirin, lê bêguman wî melatî xwendibû û bawernameya melatiyê wergirtibû.


Palo kî ye?


Li gundê Sêraçûrê yê girêdayî Palo li Bakurê Kurdistanê Mele Ehmedê Palo di sala 1920an de hatiye ser rûyê dinyayê. Di dema zaroktiya xwe de sêwî dimîne û jiyaneke zehmet dijî û xwe ji Bakurê Kurdistanê gihand Binxetê û demekê li gundê Weysîkê û demekê li Amûdê jî dimîne. Herwiha li gundê Xiznayê xwendina xwe ya olî qedand û di hicrikên wê de bû mamoste û dawî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bicî bû.


Naskirina min ji Mele Ehmedê Palo re vedigere beriya 25 salan. Di wê çaxê de, destpêka mijûlbûna min bi tore û wêjeya kurdî bû. Çavê min bi çend belgeyên wî yên ji helbestên wî yên çapkirî ketibû. Bi rastî wan helbestan bandoreke mezin li min kirin. Min ew zû ezber kirin û min hertim ji xwe re dixwendin.


Carekê çavê Palo bi pirtûka “Ebûl Ala el Me` rî” ya bi navê “Resalet el Xufran” dikeve û li wî te`in tê, xîreta netewî li wî dide çawa ku pirtûkeke wek vê pirtûkê di pirtûkxaneya kurdî de nîne. Lewma wî bi himeteke mezin û di demeke ne pir dirêj de li ser şêwaza pirtûka el Me` rî, dîwana xwe ya bi navûdeng “Civîna Nemiran” ku ji 10 000 malikan pêk tê nîvisand.


Palo naşibe tukesî


Bi rastî min gelek helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn xwendibûn, lê dema min helbestên Mele Ehmedê Palo xwendin, min di wan de asteke dî dît û taybetiyeke dîtir hebû, di kît û hevok û bêje û şêwe û wêne û gêşan û malik û wateyên bêjeyan de, min dewlemendiyek didît. Ji bilî hemerengiya raman û agahiyan di nav pêlên helbestên wî de, helbesteke mîna tabloyên bi rengên bêhempa hatibû afirandin. Lewra min ew helbest ezber kiribûn û mîna berbejnekê ew malzemeya wî hertim bi xwe re digerand.


Min pir caran bi çavên xwe Mele Palo dîtiye. Dema ku di rojê de demjimêrekê ji xwe re li dora zad digeriya li gundê min “Cirnikê”, min her car ew didît, weke latekî ser bi jor de, ji gundê (Meheta Kevin) ber bi Cirnikê ve dihat û diçû ta nik demirê tirênê û dîsa dizîvirî mala xwe. Ev wêneya wî hê di mêjiyê min de ye.


Herwiha têkiliyên min bi kurê wî Rêzan re çêbûbûn. Ez bi divaya dîtina wî ji nêzîk ve, çend carekê çûm mala wan, hê Mele Palo sax bû. Lê mixabin nikarîbû bipeyve. Çimkî problem di damarên serê wî de çêbûbûn, dema Istixbaratên Sûrî carekê girtibûn ser mala wî, tirseke mezin xwaribû û ji wê rojê ve bandor li karînên wî yên axaftinê hatibû kirin.


Dewlemendiya Mele Ehmedê Palo ya wêjeyî û taybetmendiya ferhenga wî, ji çanda wî ya kûr û cûrecûr û berfireh dihat. Ji ber ku hersê zaravên kurdî yên sereke, Kurmancî û Zazakî û Soranî bikar dianîn û herwiha zimanê Tirkî, Erebî û Farisî jî.


Felsefeya Palo


Seydayê Palo felsefeke xwe ya taybet heye ku li ser rastiya hebûna Xweda ava kiriye, lê herwiha bi dinyayê jî mijûl e, bi cî û war û erda xwe ve. Felsefeya wî girêdayî bêhna zemînê û welat û dengê xwezaya welat e, bi qasî ku tê xwestin ji mirovekî berpirsyariya xwe ya mirovî binase. Lewra, ew ne sofiyê hişteng e, herwiha ne dijberê mejî û raman û hiş û afirandinê ye. Berevajî vê yekê, ew bi nûkirinê re ye, nûkirina ku tê de berjewendiyên gel û milet û welatê wî tên erêkirin. Herwiha ew bi ola misilmaniyê re ye, lê bi mercê ku miletê wî di bin sîwana wê de bi rûmet be.


Berhemên wî


Gelek berhemên wî hene, weke agahiyên di dest me de, ew ne tenê helbestvan bû lê Mele Ehmedê Palo zimanzan bû, di gramatîka zimanê kurdî de pirtûkek çêkiribû, li ser rêzimana kurdî, herwiha ferhengeke wî ya Tirkî -Kurdî heye, herwiha wegerandina pirtûka bi navê “Pendên Etar” ji Farisî kiribû kurdî, lê ew jî Istixbaratên Sûrî dest danîne ser û birin, ew jî cihê mixabiniyê ye, çimkî pêwistiya pirtûkxaneya kurdî bi her pirtûkekê heye.


Herwiha pirtûkên wî yê îro di nav destê malbata wî de hene; heft dîwanên wî yên helbestan e, tevî ferhenga Tirkî – Kurdî û pirtûkeke rêziman e. Heta niha tenê du pirtûk ji wan berheman hatine çapkirin: Dewr û gera Kurdistanê (Helbest) û pirtûka Rêzimana Kurdî ku min bi xwe ew ji tîpên Erebî, ji destnivîsa wî bi xwe veguhastibû Latînî. Herwiha min beşek ji pirtûka wî “Civîna Nemiran” jî guhastiye Latînî lê hîn nehatiye çapkirin. (Nivîskar: Kasî Yûsiv)




Mele Ehmedê Palo