Ji Çîrokên Komkujiya Kobanî

25-06-2022
Omar Kalo
Omar Kalo
A+ A-

Piştî derbasbûna nêzîkî 2 demjimêr û nîvan ji bihîstina dengê teqe û teqînan di berbanga roja 25ê Hizêrana 2015an de li nav bajarê Kobanî, derdora demjimêr 07ê Sibehê, deriyê mala me bi lez û bez lêdiket, û di eynî demê de telîfona min jî lêket, min tamaşe kir ku rêvebirê Ragihandina Rêveberiya Xweser Mistefa Balî ye, dema min telefon vekir, gote min bilez derî veke, ez bi lez û bez çûme derî û dema ku min deriyê mala xwe vekir, min dît ku ew û hevjîn û zarokên xwe ne, û keçeke birîndar û 6 zarokên din ên biçûk jî bi wan re di otombîlê de ne, min û Mistefa Balî me ew keça birîndar rakir û me anî li hindir mala me danî.

Mistefa Balî ji min re got, ku dema ew û hevjîn û zarokên xwe ji taxa Mikelê li Rojavayê bajarê Kobanî derdiketin, ji ber ku çekdarên DAIŞê ketibûn wê taxê û sivîl dikuştin, wan bi rê de dîtine ku ew keça birîndar û 6 zarokan ji ber çekdarên DAIŞê direvin, û ew li wan rawestiyane û bi xwe re rakirine û ji ber çekdarên DAIŞê xelas kirine, û ji ber ku çekdar li nav bajarê Kobanî belav bibûn, rê li pêş wan girtî bûn, û wan nekariye wê keça birîndar bighînin nexweşxaneyê, loma wan berê xwe dabûn mala me, heta ku çareyek were dîtin.

Wêneyên keça Sibhiya Wêsê û 6 zarokan li mala Imer Kalo

Malbata wê keçê û zarokan, ji gundê Girik yê Başûrê Kobanî bûn, li gorî ku tê bala min, navê dayika wê keçê Sibhiya Wêsê bû, ew bi gulleyekê di lingê xwe de birîndar bibû, pir digriya û teng dibû, û her 6 zarokên biçûk û bê xew li dora wê kom bibûn, rewşa wê ya tenduristî ne metirsîdar bû, ji ber ku wê bi xwe birîna xwe girêda bû û xwîna wê rawestiyabû, hevjîna min destpêkê ava vexwarinê da wan, û ji bo kerkirina zarokan û aramkrina wan, sendewîşên xwarinê ji wan re çê kirin û hin tişt dane wan.

Piştî ku min ew keça birîndar û ew 6 zarokên biçûk dîtin û çîroka wan nas kir, ez gelekî êşiyam û tevlihev bûm, û ji bo ku em çareyekê ji rewşa wê keçê re bibînin û birîna wê derman bikin, me telefonî nexweşxane û ambulansê kir, karmendên tenduristî li Kobanî ji me re gotin, ku ew nikarin xwe bighînin taxa me, ji ber ku çekdarên DAIŞê li ser rê xelkê dikujin, çare li pêş me neman, ji bilî xwe ragirtinê û bendewariyê.

Di wan kîlîkan de, him divabû ez karê xwe yê medyayî bikim, ku wê demê nûçegîhanê Tora Medyayî ya Rûdaw li Kobanî bûm, û him jî divabû em parastina xwe û jin û zarokan bikin, û him jî rewşa wê keça birîndar û wan 6 zarokên pê re ji bo me istubariyek bû, ku divabû em çareyekê ji wan bibînin, min û mîvanên xwe me çek hilgirtin û me xwe amede kir, ku dema çekdarên DAIŞê êrîşî me bikin, emê berevaniyê ji ber xwe û jin û zarokan ve bikin.

Dema ku me xwest em çîroka keça birîndar û wan 6 zarokan nas bikim, wê keçê ji me re got, ku mala wan li taxa Miktelê li Rojhilatê Kobanî ye, û got, ku dema ew di xwe de bûne, komek çekdarên DAIŞê di berbangê de êrîşî mala wan û xelkê taxa Miktelê kirine, û ji wan re gotine ku win kafirin, û raste rast gulle berdane wan, di encamê de, bav û dayik, bira û hevjîna birayê wê kuştine, ango 4 kes ji malbata wê şehîd kirine.

Keça birîndar ji me re got jî, ku piştî çekdarên DAIŞê ew jî gullebaran kirine, bi baweriya wan ku ew keç jî miriye, lê ew tenê birîndar bibû û xwe bê deng kiribû, ta ku hîn gulleyan bernedin wê, û piştî ku çekdar ji mala wan derketine, ew û 6 zarokên birayê xwe ji mal derketine, û xwe ji ber DAIŞê xelas kirine, lê nekarîne zaroka herî biçûk hilgirin, û ew li mal hiştine.

Ji ber birîna xwe, wê keçê zarokeke temen biçûk ya birayê xwe yê ku hatî kuştin, ango xwîşka wan 6 zarokên bi wê re, li pey xwe di Bêşîgê de li mal hîştibûn, ku di pişt re Asayîşa Rêveberia Xweser ew zarok dîtibûn û biribûn naxweşxaneya Emel li bajarê Kobanî, herweha got, ku çekdaran gelek cîranên wan jî kuştine, em jî êdî têgihiştin ku DAIŞ komkujiyê di mafê sivîlên Kobanî çê dike.

Heta piştî nîvroya wê rojê, ew keç gelekî digriya û ji ber êşa birîna xwe dinaliya, û ji bo ku ew dîmena kuştina bav û dayik û bira û hevjîna birayê xwe ji kesî re dûbare neke û zêdetir rewşa wê têk neçe, min telîfona wê ji dest girt, û dema ku xwediyên wê telîfon dikirin, min bersiv dida, û min bi xwediyên wê re pilan kir, ku çawa em wê bighînin nexweşxaneyê û derman bikin, piştî nîvro, kesek ji aliyê malbata wê ve bi otombîla xwe hat, ku wê û zarokan ji mala me bibe.

Zaroka ku bav û dayika wê hatibûn şehîd kirin û li pey malbata xwe mabû

Me keça birîndar rakir û bir li ber deriyê malê xiste otombîlê, min dît ku ew pêxwas û bê sol û pêlave, û hinek xwîn li ser lingên wê diyare, min ji wî kesê şofêrê otombîlê re got, ku tenê deqeyekê raweste û li benda min bimîne, ez bi lez çûm hindirê malê, û min cotek solên hevjîna xwe anîn û min bi destên xwe xistin lingên wê keçê, diyar bû ku wê yekê gellekî bandor li keçikê kir, ew qêriya û giriya û ji min re got, ku ew vê helwesta min ji bîr nake heta ku li dunyayê sax be, hêsir bi çavên min jî ketin, û ew keç û 6 zarokên birayê wê birêketin, di pişt re min bihîst ku ew gihiştine nexweşxaneya Emel li Kobanî, û zaroka din dîtine, ya ku li pê xwe li mal hiştibûn, û Asayîşê ew dîtibû û biribûn nexweşxaneyê.

Ew roj bi giranî derbas bû, û roja din jî ku çekdarên DAIŞê li 4 cihan li nav bajarê Kobanî ji aliyê YPGê ve hatibûn dorpêç kirin, û hinekî metirsiya wan ji ya roja Yekem kêmtir bibû, berve êvara wê rojê 26-06-2015, Mistefa Balî û hevjîn û zarokên xwe jî ji mala me çûn cem malbata xwe, herweha mîvanên din yên ku hatibûn cem me û asê mabûn jî derketin, heta roja 27ê mehê, ku ew êrîşa bidwî hat, û temenekî nû ji min û malbatê û xelkê Kobanî re destpêkir û hate nivîsandin.

Almanya: 25-6-2022

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst