Roja Pênşema 25ê Hizêrana 2015ê
Demjimêr 04:40ê sibeha roja Pênşema 25ê Hizêrana sala 2015ê, ez û hevjîna xwe li ser dengê teqeyên çekan ji xew rabûn. Di cih de min ji hevjîna xwe re got, “Ne tirse ev dengê teqeyên şahiya kontrolkirina bajarokê Sirrînê ya li Başûrê Kobanî ye. Ewên teqe dikin hêzên Odeya Operesyonên Volkana Feratê ne.”
Lê ji ber pirbûna dengê teqeyan, me nekarî xewa xwe careke din bidomînin. Me di nav nivînan de guhdarî dengê teqeyan dikir. Demjimêr derdora 05:00ê sibê teqîneke mezin çêbû. Wê demê guman li cem min çêbû, ku ew ne teqeyên şahiya kontrolkirina bajarokê Sirrînê ne.
Piştî teqîna mezin, ez ji odeya razanê derketim û min telefona çend jêderên nêzîkî rêveberiya Kobanî kir. Hemûyan gotin, ku gurûpek ketiye nav bajêr û êrîşî xelkê dike. Wan tenê dizanîn, ku otomobîleke teqîner xwe di deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê (Tirkiye) de teqandiye.
Dema min bi telefonê diaxivî, lawê min ê 5 salî, ji ber dengê teqe û teqînan ji xew rabû û hate cem min. Ew dileriziya û çav bi hêsir bû û ji ber tirsa ji dengê teqeyan digriya û herweha hevjîna min jî ditirsiya. Min telefon girt û hinekî bi law û hevjîna xwe re mijûl bûm, moral da wan. Min xwest wan bi tiştekî din ve mijûl bikim lê ez têgihiştim ku planeke metirsîdar heye û çekdarên rêxistina DAIŞê li nav Kobanî ne û sivîlan dikujin.
Piştî demjimêr 06:00ê, herku diçû dengê şer pirtir dibû. Gelek cureyên çekan diteqiyan. Kilaşînkof, doşka, bombe û teqînên mezin çêdibûn. Lê min hîn nizanîbû ku li ew şer li kîjan aliyê Kobanî diqewime, ta demjimêr 06:30 ez têgihiştim ku planeke mezin heye.
Piştî demjimêr 07:00 deriyê mala me û telefona min bi hev re lêketin. Dostekî telefona min dikir û min bersiv dayê. Gote min “zû derî veke!” Dema min derî vekir, ew û hin nas û dostên min bûn û keçikeke birîndar û 6 zarokên biçûk bi wan re bûn. Min û dostê xwe ew keçika birîndar rakir û me anî li hindirê malê danî.
Keçik bi fişekekê di lingê xwe de birîndar bibû, digriya û dileriziya. Her 6 zarokên biçûk jî li dora wê kom bibûn. Rewşa wê ya tenduristî ne xeter bû, birîna wê girêdayî bû û xwîn rawestiyabû. Me av da wan û hevjîna min xwarin da zarokan ta ku em hinekî wan aram bikin.
Dîtina wê keçika birîndar û 6 zarokên çav bi hêsir, ez hejandim. Di ber mijûlbûna bi wê keçikê û bi hin mêvanên din re, min deng û nûçeyên şerê ku diqewimî dişopandin. Me telefona ambulansekê kir. Karmendên ambulansê gotin, ku ew nikarin xwe bighînin taxa me. Ji ber ku çekdarên DAIŞê li ser rê xelkê dikujin. Li wir min karê xwe yê rojnamevanî ji bîr kir û ez bi parastina jin û zarokan de mijûl bûm. Min û mîvanên xwe me çek hilgirtin û xwe amede kir, ku dema çekdarên DAIŞê êrîşî me bikin, em ê berevaniyê ji ber xwe û jin û zarokan ve bikin.
Piştî amadekariyan, min xwest çîroka keçika birîndar û wan 6 zarokan fêm bikim. Keçika ji taxa Miktelê ya li rojhilatê Kobanî bû. Ji me re got, ku hin çekdarên DAIŞê êrîşî mala wan kirine û ji wan re gotine win kafirin,. Paşî raste rast fişek berdane wan. Di encamê de bav û dayik, bira û jina birayê wê ango 4 sivîl ji malekê hatine şehîd kirin. Keçikê got, çekdarên DAIŞê wesa hizir kirine, ku ew jî mirî ye lê ew birîndar bibû. Wê keçikê karîbû xwe û 6 zarokên birayê xwe ji mal derbixe. Ji ber birîna xwe, wê keçikê zarokeke temen biçûk a birayê xwe ya hatibû kuştin, ango xwîşka wan 6 zarokên din, li pê xwe di mal de hîştibû. Herweha keçika birîndar digot, ku çekdarên DAIŞê gelek cîranên wan jî kuştine. Piştî axaftinên wê keçikê, em têgihiştin ku çekdarên DAIŞê li Kobanî komkujiyê dikin.
Heman rojê piştî nîvro, hin nasên keçikê û 6 zarokan hatin wan ji mala min bibin. Dema ku me keçika birîndar rakir û xiste otombîlê, min dît ku ew pêxwas e ango bê sol û pêlav e, xwîn li ser lingên wê heye. Min ji şofêrê otombîlê re got; “Tenê deqîqeyekê xwe ragire.” Ez bi lez çûme hindirê mal û min cotek solên hevjîna xwe anîn û bi destên xwe xiste lingên wê keçikê. Keçika birîndar giriya û ji min re got, “Ez vê helwesta te ji bîr nakim.” Wê kêliyê hêsir bi çavên min jî ketin û keçika birîndar bi tevî 6 zarokên birayê xwe birêketin. Paşî min bihîst ku ew gihiştine nexweşxaneya Emel li Kobanî.
Berbi êvara wê rojê, hêdî hêdî agahî dighiştin me, ku çekdarên DAIŞê di çar cihan de li nav bajarê Kobanî ji aliyê YPGê ve hatine dorpêçkirin. Bi dehan kes şehîd û birîndaran in. Navên hin kes û malbatên ku hatibûn şehîd kirin dighiştin me û dengê teqe û teqînên şer jî berdewam bû.
Bû êvar û me di şevereşê de şeva xwe derbas kir. Me newêribû ronahiyê li dor xwe çê bikin ta ku çekdarên DAIŞê nezanin ku kes di mala me de heye. Em mest û bê xew bûn. Me li ser banê mala xwwe çavdêriya egera liv û tevgera çekdarên DAIŞê li taxê me dikir. Cîran nemabûn ji bilî maleke li nêzîkî mala min. Derangê şevê hinekî dengê teqeyên şer kerr bibû. Me ji xwe re got, terorîst westiyabe û dixwazin bêhnvedin.
Roja Îna 26ê Hizêrana 2015ê
Sibeha roja Îna 26ê Hizêrana 2015ê, ango roja duyem a êrîşê, dîsa şer û pevçûnan dest pêkir. Li ser banê mala min xuya dibû, ku şer li 3 xalan diqewime. Li Dibistana Xortan, li ser Qûça Hecano, li Qabaltiya Xwaringeha Kindî, li avahiyeke di navbera Dibistana Reş û Qada Azadî de û di avahiyeke li taxa Miktelê de li ser riya Helinc û Şêranê, ku ji me ve xuya nedikir.
Wê rojê êdî piraniya sivîlan di nav bajarê Kobanî de nemabûn. Yên mabûn jî wek me di malên xwe de dorpêç kirîbûn û nikarîbûn ji malên xwe derkevin. Me dibhîst ku cenazeyên gelek şehîdan hîn li erdê ne û di wê rojê de, kes nikare wan rake û binax bike.
Ji ber ku derdora meh û nîvekê bibû ku em ji koçberiyê ji Bakurê Kurdistanê vegeriyabûn Kobanî. Mûna kevin ya xwarinê li mala me tunebû û herweha hejmara kesên li mal jî hinekî zêde bû. 6 malbat li mala me bûn. Nan û keskayî û xwarin nema ji bilî savar û rizê, ku me pê debara xwe dikir.
Danê êvarê bi berdewamiya şer re ava vexwarinê jî li mala me kêm bû. Bîra avê û Xetasê ya me hebû lê ji ber bext û şansê xerab, Xetas roja yekem a êrîşa DAIŞê xera bibû û av ji bîrê dernediket. Wekî ku xelkê Kobanî dibêjin: “Xerabiyê çavî li heve”, wê sibê înterneta me jî qut bibû.
Bû şev û ava vexwarinê xelas bû, tenê av di xezaneya hemamê de mabû. Tevî ku ew av ji bo vexwarinê ne dibû jî lê em neçar bûn ku wê xezaneyê ji jêr de ji tora avê ya mal vekin daku em avê jê derxin û pê debara xwe bikin. Şeva roja duyem jî bi heman sîstema çavdêriya roja yekem me derbas kir heta bû sibe.
Roja Şemiya 27ê Hizêrana 2015ê
Sibeha roja Şemiya 27ê Hizêrana sala 2015ê, roja sêyem a êrîşa çekdarên DAIŞê ya li ser Kobanî bû. Dengê şer pir kêm bibû. Demjimêr 10:00ê sibê teqîneke mezin çê bû. Ez derketim ser banê mal û min dît ku Dibistana Xortan hatiye teqandin. Nîvê dibistanê hatibû rûxandin û dûmaneke mezin jê radibû.
Bi teqandina Dibistana Xortan re, hate ragihandin ku êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Kobanî bi dawî hatiye. Êdî xelkê ku ji nav bajar derketibû dorhêlên bajêr, vedigeriyan malên xwe û cenazeyên ku ji roja yekem ve li erdê mabûn, dihatin rakirin. Gelek cenaze ji ber ku demeke dirêj li erdê mabûn, nedihatin naskirin. Niha jî li ser kêla gora wan hatiye nivîsandin, “Ev gor bê nav e” û yek ji şehîdên komkujiya 25ê Hizêrana 2015ê ye.
Ew hersê rojên reş derbas bûn, lê baca wan ji bo xelkê Kobanî giran bû. Roja dawiyê me zanî ku hejmara qurbaniyên komkujiyê yên navên wan tên zanîn di navbera 250 û 300 kesan de ne. Herwiha ew qas kes jî birînadar bûne. Hîn jî lîsteya şehîd û birîndaran vekiriye û hejmara dawiyê nehatiye zanîn.
Her şehîd û birîndarekî Kobanî, di wan rojan de xwedî çîrokeke bi êş û seyr ya cuda ye.
Di dîroka kurdên Rojavayê Kurdistanê de, li ciheke din komkujiyeke wiha mezin, zilm û zoreke dijwar çênebûye. Ya min, hevjîn û herdu zarokên min jî wekî ku Kobanî dibêjin: “Nan û xwê ya me li vê dunyayê heye.” Em ji vê komkujiyê filitîn û temenekî nû ji me re hate nivîsandin. Lê ew tirs, êş û xemgîniya ku me û xelkê me li Kobanî dît, herwiha ew her sê rojên reş û bi zilm, heta dawiya jiyana me jî dê neyên ji bîrkirin.
Hewlêr: 25-6-2017
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse