Gelo medyaya kurdî ya serbixwe heye?

Medyaya kurdî li ser hîmê parastina berjewendiyên takekes û partiyan hatiye avakirin û berjewendiyên niştimanî jî bi çavê partiyan şîrove dike. Lewra em nikarin bêjin medyayeke kurdî ya ji sedî sed serbixwe heye. Medyaya hizbî ne hertim li dijî berjewendiyên neteweyî ye. Lê têgeha berjewendiya niştimanî heta wê çaxê di medyaya hizbî de cih digre ku nebe sedemê gihandina ziyanê li berjewendiyên hizbî! Bi rastî medyaya hizbî bi dîtin û pîvanên xwe berjewendiya neteweyî dinirxîne û xala balkêş ew e ku hin caran tarîfa berjewendiya neteweyî û niştimanî ji hêla du medyayên hizbî dijhev in û ji hev pir dûr in.

 

Bêguman ji ber nebûna sîstemeke dewleta neteweyî ku nûnertiya hemû çîn û tiwêjeyên civakê bike, tarîfeke neteweyî ya têgeha berjewendiyê jî li holê nîne. Medyakar wek her mirovekî din xwediyê hin bîr û baweriyên taybet e û dibe ku girêdayî partî yan aliyekî siyasî be jî. Di heman demê de, medyaya hizbî wek hemû medyayên cîhanê xwedî hin armancên taybet e û li qezenc û mebestên xwe digere. Lewra em nikarin di warê medyayê de doza serxwebûneke bêqisûr bikin. Lê tiştê ku dikare bi awayekî berçav bala bîner û guhdaran bikşîne, meseleya "baweriyê" ye.

 

Bawerî di şev û rojekê de nayê bidestxistin. Yanî dema mirov berê xwe dide programên curbicur ên kanaleke televizyonê, bêguman piştre karvedana wan programan li ser jîngeha xwe ya siyasî û civakî têbînî dike û wê çaxê ast û radeya vê baweriyê jê re zelal dibe. Lê hesta baweriya bi medyayê li ba mirov çend qatan zêdetir dibe dema ew medya prensîba "bêalîbûnê" bikar bîne.

 

Lê gelo di cihê xwe de ye em li Kurdistanê doza medyayeke ji sedî sed serbixwe û bêalî bikin? Kurt û Kurmancî bersiva min "na" ye! Çimkî partiyên siyasî destêwerdanê di hemû alî û qorziyên jiyana takekesên Kurd de dikin. Rasterast û ne rasterast di hemû warên jiyana takekes de amade ne û êdî pêwist nake em bêjin çavkaniya hemû qeyranên hûr û girs li Kurdistanê berjewendiyên hizbî ne. Lewra normal e medyaya kurdî jî ku debar û qûtê wê ji hêla partiyan tê peydakirin, alîgiriya partiyekê bike. Lê tiştê li vir pir girîng, baweriya xelkê û bêalîbûna medyayê bi awayekî rêjeyî ye.

 

Sedemê ku hîşt wek nimûne Rûdaw bibe yekema bê rikeber, rûmala wê ya bêalî ji bûyeran re ye ku bawerî li ba guhdar û temaşevanên xwe çêkir. Eger Rûdaw girêdayî PDKê be jî, ev nebûye sedem ku PDKê ji têbînî û rexneyên Tora Medyayî ya Rûdawê xilas bibe. Kêm bernameyên Rûdawê hene ku PDKê rasterast nekeve ber rexneyên vê kanalê. Hebûna rexnegirên naskirî yên PDKê di bernameyan de ku heta asta dijatiyê li ser PDKê diaxivin, di tu medyayeke din de nayê dîtin. Dibe ku pirsgirêka hin kesan bi Rûdawê re ew be ku bi hişmendiyeke bêalî berê xwe nadin Rûdawê.

 

Rûdawê asta daxwaziyên temaşevan û bîserên xwe bi awayekî balkêş bilind kir. Guhastina nûçeyên germ bi awayekî zindî ji gundekî dûr bigre heta Koşka Spî û bernameyên wê yên ku pir tên temaşekirin û kalîteya bilind a teknîka Tora Medyayî ya Rûdawê dihêlin ku bîner, bîser û xwînerên Rûdawê daxwaza bêhtir bikin. Lewra hêviyên ku îro ji Rûdawê tên kirin, ji tu medyayeke kurdî ya din nayên kirin.

 

Reftar û lênihêrîna berdewam û berpirsyar a Rûdawê li parçeyên din ên Kurdistanê û hebûna bernameyên daîmî û neguhêr ên taybet bi wan parçeyan, rûdêmê vê dezgeha medyayê ji dezgeheke hizbî veguherand û kir dezgeheke niştimanî.

 

Dema yekem kanala kurdî "Med TV" li ser destê PKKê vebû, şêniyên Rojhilatê Kurdistanê şeva 2yê Rêbendanê ji bo temaşekirina bernameya taybet li ser Komara Kurdistanê qefle bi qefle ber bi malên xwe diçûn ji bo dîtina wê bernameyê. Lê niha Rûdaw bûye mêvana daîmî ya ekrana televizyonên kurdên Rojhilatê Kurdistanê. Heta Heta nehezên Rûdawê jî li wê deverê li Rûdawê temaşe dikin û bernameyeke wê li xwe nabin!