Beşa yekemîn
Siyaseta înkara mafên zimanî û kulturî yên neteweyên ne-fars li Îranê
Di navbera hêz û rewşenbîrên kurd ji aliyekî û hikûmet û rewşenbîrên farsî ji aliyê din ve liser çemka netewebûn yan etnîbûna kurdan de hertim munaqeşe çê bûne. Kurdan xwe wekî neteweyekî pênase kiriye, lê farsan kurd wekî qewmekî îranî bi nav kiriye.
Niha ji aliyê hikûmet û elîta siyasî-kulturî ya Îranê ve helmetekê dest pê kiriye ku tenanet statuya qewm/etnîsîte jî ji kurdan bistînin û wan wekî bingrûpeka fars pênase bikin.
Hesen Yûnisî, alîkarê taybetê Rûhanî bo karûbarên gel û kêmîneyên Îranê, vê dawiyê bi hindek amajeyên zimanî di hewla hindê de ye ku bi çend daneyên sînorkirî îsbat bike ku mirov li Îranê nikare behsa grûpên etnîk ên ciyawaz bike.
Yûnisî bi amaje li çend şebahetên zimanî di navbera kurdî, farsî û lurî de hewl dide hemiyan bi rehekê farsî ve girê bide û kurdan û neteweyên din yên di nav sînorên siyasî yên Îranê de ji meşrûiyeta zimanî-etnîk mehrûm bike, ji lewre di vê hevristê de weha derdibirre: “rehê wan hemiyan dizivire bo farsiya derî yan fasiya navîn û tenanet farsiya serdemî.”
Ji vê tehrîf û şêwandinê Yûnisî digihîje wê encamê ku di “rastiyê de %90 xelkên Îranê ji heman rehî ne. Lewma, divêt em wisa nesêwirînin ku kurd, lur û mazenî her yek qewmekê serbixwe ye.”
Îroniyek di vê gotarê de heye; heta niha siyaseta fermî li Îranê kurd, lur û belûç wekî qewm yan kêmîneyên etnîk pênase dikirin. Di vir de Yûnisî gaveka din diçe pêş û mafê etnîsîteyê jî ji wan distîne, ew jî bi alîkariya tehrîfa dîrokî ya ziman û kultura van neteweyan.
Ev derbirrîn berovajî tesbîtên hemî îranologên navxweyî û derveyî Îranê ne, ku kurdî, belûçî, simnanî, tatiya başûr, talişî û çendîn cûre zimanên din wekî zimanên bakur-rojavayî polîn dikin, lê farsî wekî zimanekê başûr-rojavayî pênase dikin.
Ligor vekolînên dîroka zimannasiya zimanên îranî û zimannasiya berawirdî ev ziman ne devok û diyalektên farsî ne, ne jî ji farsî veqetiyane, ku wekî zimanên persîd bihêne pênase kirin.
Dîroka cudabûna zimanên bakur- û başûr-rojava ji hevûdû dizivire bo 2800 salan, ango berî 3000 salan zimanekê proto-îranî hebûye ku paşê bi ser grûpeka rojhilat û rojava û paşê grûpa rojavayî bi ser grûpên bakur û başûr de hatine dabeş kirin, yan jî di prosesa werareka zimanî re derbas bûne. Ew proto-îraniya ku em qala wê dikin ne proto-farsî ne jî proto-bakur-rojavayî ye, lê dayka herdûyan bûye. Berî ku ti deqeka farsî hebe, zimanekê bakur-rojavayî hebûye ku bûye bingehê pergala kargêrî û rêveberiya împaratoriyekê; ev ziman medî bû ku berî farsî zimanê desthilatê bûye.
Berovajî gotina Yûnisî, piştî hilweşandina împaratoriya medî bi destê satrapa pers û xwarziyê medan Kûruş, zimanê medî demeka dirêj di seraya hexamenişiyan de dihate bi kar anîn û gelek bandor li farsî jî kiriye.
Van herdu grûpên zimanî sê qonaxên dîrokî derbas kirine û di her sê qonaxan de cudahiyên wan yên fonolojîk, morfolojîk û sentaktîk yên xweser hene. Herçî grûpa başûr-rojavayî ye di qonaxa kevnar de wekî farsiya kevnar ya serdema hexamenişiyan, farsiya navîn ya serdema sasaniyan û farsiya nû wekî ya serdema piştî îslamê dihêne pênase kirin. Yên bakûr-rojava di serdema kevnar de wekî medî, di serdema navîn de wekî partî û serdema nû de wekî kurdî (kurmancî, soranî, zazakî û hwd), belûçî, simnanî, mazenî, gîlekî, talişî, azerî û tatî û hwd. hatine pênase kirin.
Zimanên bakur-rojavayî yên nû ji aliyê îranologê amerîkî Windfuhr ve wekî bermayên zimanê partî hatine destnîşan kirin, ku hêj berî du hezar salan dirûvên ciyawaztir ji farsî nîşan dide û tenanet şopên kevntir ji farsî radestî me dike.
Zimanên Pehleyê (ku heman cografyaya medan bû) zimanên çiyayên Zagros û Elburzê û zimanê farsiya navîn zimanê deşt û berriyên başûrê Îranê ne. Hindek zimanên Zagrosê wekî spahanî (isfehanî) jiber serdestiya farsî hatine ji nav birin û farsîze bûne û hindekên din wekî luriya başûrî û bextiyarê jiber serdestiya siyasî ya farsan taybetmendiyên xwe yên bakur-rojavayî ji dest dane. Wate, gelên lur û bextiyarî bi rexma nêzîkbûna zimanî bi farsan re wekî kurdan gelên pehlewanî/partî ne û ne êl û eşîrên persîd, ku fars dixwazin wan wisa destnîşan bikin.
Lewma şêwandin û tehrîfên ku Yûnisî dike înkara dîroka zimanê kurdî û xwîşkezimanên wê ne. Di nîşeya jêrê de mirov dikare cudahiya farsî û kurdî û farsiya navîn û partî bi awayekê dîrokî bibîne. Di vir de tesbît dibe ku kurdî dikare wekî diyalekteka partî bihête pênase kirin lê pîverên dengnasiya diyalektolojî rê nadin kurdî wekî diyalekteka farsî bihête destnîşan kirin.
bakur-rojava başûr-rojava
Partî (200 bz–220p.z) kurdî farsiya navîn (220 – 640) farsiya nû
roj roj roz rûz
ez ez en men
ej ji, je ez ez
jîr jîr zîr zîr
masîg masî mahîg mahî
Jibilî tehrîfên navbirî, Yûnisî tehrîfeka din di cografyaya diyalektên bakur-rojavayî yên serdema me de dike û talişî, ku xwîşkezimanekê kurdî ye, wekî “farsiya kevnar” pênase dike, herçende talişî zimanekê bakur-rojavayî ye ku ne nêzîkî farsiya kevnar a berî 2500 salan e, ne jî dikeve grûpa farsiya îro.
Di hêla rêziman û dengsaziya xwe de, talişî tenanet ji kurdiya başûrî û lekî jî bakurîtir e, ango di berawird bi kurdî re, ji farsî hêj dûrtir e, jiber ku gelek taybetmendiyên arkaîk yên bakur-rojavayî parastine.
Tehrîfeka din ya Yûnisî liser dîrokê, pênasekirina azeriya kevnar (ew zimanê ku azeriyan berî turkîfiyebûnê pê diaxiftin) wekî farsî ye. Azeriya kevnar wekî kurdî zimanekê bakur-rojavayî ango pehlewanî ye ku berî çend hezar salan ji proto-îranî derketiye.
Heta dawiya sedsala 18an jî li gelek deverên Azerbaycanê dihat axaftin lê niha tenê çend gundewarên wekî Herzen û Kirîngan bi vî zimanî dipeyivin. Hindek deqên azeriya kevnar di helbestên fehlewiyat de hatine parastin, ku helbesteka Şêx Sefî (bapîrê mezin yê Şah Îsmaîlê Sefewî yê tirkbûyî) yek ji wan e û pir eşkere nêzîkatiya jibo kurdî û dûrbûna ji farsî nîşanî me dide:
Bi min canî bide ez caniwer bum / bi min nutqî bide ez demawer bum
Bi min goşî bide ez bişnewa bum / her ange vange bû ez a xeber bum
Di helbesta jorê de diyar dibe ku azerî ne devokeka farsî ye, bo nimûne cihnavê “ez” niha di kurdî de jî heye, di partî de her “ez” bû û tenanet di avestayî de “ezem” bû ku berovajî farsiya kevnar ev cihnav “edem” bû. Di vir de diyar dibe di serdema farsiya kevnar ya berî 2500 salan de azerî dûrtir ji farsî lê nêzîkî medî, partî û kurdî bûye, ji lewre ne dikare bibe devokeka farsî ne jî dikare ji farsî derketibe. Wekî zimanên din yên rojavayî azeriya kevnar di hêla fonolojîk, morfolojîk û sentaktîk ji farsî kevnartir û paqijtir bûye, îcar dê çewan bibe diyalekteka farsî?
Wê berdewam bike ...
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse