Kemal Sadiq Gokçelî navê tevahî yê hostayê jêhatî yê nivîsandina romanê Yaşar Kemal e. Navê wî bi xwe Kemal e, navê bavê wî Sadiq e û paşnavê malbata wî Gokçelî ye.
Yaşar Kemalê nivîser ji ber hezkirinê navê bavê xwe Sadiq li biraziyekî xwe dike.
Li Stenbolê û di hevpeyvîneke kin de, Sadiq Gokçeliyê biraziyê Yaşar Kemal behsa têkiliya xwe û apê xwe dike, behsa têkiliya xwe û wî nivîserê mezin û bibandor dike.
Min ji kekê Sadiq re got: Tu dikarî ji min re behsa bîranîneke xwe ya kurt û kartêker lê nebihîstî bi mamê xwe re bikî?
Sadiq Gokçelî xêlekê bêdeng ma û paşê biland:
Di gundê Qadirliyê re çemê Savrûnê diherike. Apê min got ka em ber bi çêm ve herin. Ez bi mamê xwe û du hevalên xwe re çûm ber çêm.
Gava em gihîştin wir, me dît çend malên koçer bizin û keriyên xwe yên pêz diçêrînin. Koçer ber bi zozanan ve diçûn, lê ji bo bêhnvedanê li wir danîbûn.
Apê min got, bila em herin bal wan û bi wan re biaxivin.
Dema em gihîştin, mamê min ji wan pirsî: Erê bizinên zer hebûn, bizinên reş ên bedew hebûn, çi hat serê wan?
Xortekî koçer ji apê min ango ji Yaşar Kemal re got: Yên ku tu pirsa wan dikî, tenê di pirtûkên Yaşar Kemal de mane. Kuta bûn, êdî nayên dîtin.
Em keniyan. Xortê koçer got: Nekenin, heke hûn Yaşar Kemal bixwînin, hûn dê bizanin ku bizinên zer û reş hebûn. Lê niha hûn wan li ti deran nabînin.
Hevalê min ji wî xortê koçer re got: Ev Yaşar Kemal e.
Lawik bi bayê bezê ber bi kon ve çû. Paşê me dît ku mêrikekî pir bitemen ji kon derxistin. Mêrik bi xwe nikarîbû bimeşe, ketibûn binçengê wî. Kor bû jî.
Mêrikê salmezin giriya û got: Yaşar Kemal hatiye vir? Got: Ez ji hemî pirtûkên te serwext im, min neviyekî xwe dianî û wî pirtûkên te ji min re dixwendin.
Ji bo me hemûyan atmosfereke kezebsoj bû. Mamê min mêrikê pîr hembêz kir. Paşê mêrik got: Ez ji Xwedê re şikirdar im ku di dawiya jiyana xwe de ez vê hembêza te jiyam.
Sadiq bêhna xwe berdide û piştî ku dibîne ez bi aramî û di heman demê de jî bi kêfxweşî lê guhdarî dikim, berdewam dike:
Ji xeynî min biraziyên wî yên din jî hene lê ez yê herî nêzî apê xwe bûm. Wî navê bavê xwe li min kir, navê min Sadiq e.
Ji 14-15 saliya min ve, wî ez bi domdarî dianîm Stenbolê ku li nik wî bimînim. Em mehekê yan meh û nîvê bi hev re diman. Dema ez mezintir bûm jî, êdî ez bi xwe diçûm Stenbolê cem wî.
Wê demê li taxa Florya ya Stenbolê dijiya. Em derdiketin û digeriyan. Em dimeşiyan û wî bê navber çîrok digotin. Guhdarî dikir û gelekî pirsa xizm û şêniyên Qadirliyê dikir, li jiyan û rewşa wan dipirsî. Bê guman fena dostekî mezin ê xwezayê, pirsa xwezaya wê jî dikir. Pirsa mala me ya li zozanên wê herêmê dikir. Xema şêniyên Qadirliyê û zozanên wir dixwar.
Der barê bîrûbaweriya xelkê navçeya Qadirlî û gundê Hemîdeyê jî li ser Mihemedê Zirav, tiştekî herî balkêş biland:
Şêniyên herêmê wer qebûl kiribûn ku Mihemedê Zirav kesekî rastîn bû, kesek bû li wê deverê ji dayik bûye, jiyaye û serî hildaye. Bo nimûne, xelkê cihek nîşan dida û digot: Ha li vir Mihemedê Zirav şer kir, li vir gule berda û neyarê xwe hingavt.
Sadiq got: Rojekê kesek hatibû digot; bavê min hin sîngbend, gem û jêrzînên xweşik ên hespê Mihemedê Zirav parastiye û dixwaze ji Yaşar Kemal re bişîne!
Ango baweriya wan bi hebûna Mihemedê Zirav ewqasî xurt bû ku mirov nikarîbû ji wan re bibêje ku Yaşar Kemal Mihemedê Zirav afirandiye.
🔶9 sal di ser koça dawî ya #YaşarKemal re derbas bûn:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 29, 2024
🔶Biraziyê Yaşar Kemal ji Rûdawê re behsa taybetiyên wî kir pic.twitter.com/dhw4O2zJ86
***
Marcel Reich-Ranisky (1920-2013) nivîskar û weşangerekî alman bû, yek ji nirxîner û rexnegirên herî bi bandor ên ziman û edebiyata almanî bû.
Lê çima ew qasî bi bandor bû? Ji ber ku xwe mijûlî heyberên mezin dikir, nivîskar û heybera wî jî di nav xelkê de û her wisa di qada wêjeyê de mezintir dikir.
Destê xwe li mamikên metnê dixist, razên wê eşkere dikir an jî ronî dikir û çêjwergirtina xwe ji tekstê bi xwîner re parve dikir, dixwest xwîner jî bigihe wê asta çêjwergirtinê.
Marcel Reich-Ranisky yek ji wan rexnegiran bû ku nivîskar çêdikir an jî nivîskarê mezin mezintir dikir û stûnên xurt ên wêjeyê xurttir dikirin.
Rexnegirekî ku armanca wî xistin û şikandina nivîskêr be, divê dev ji nivîsandinê berde û here hêza xwe li qada şer bide xebitandin.
Li vê cîhana heytehol, di vê serdema bi şeran dagirtî de û tijî zikreşî û bi rikberiya bêtixûb û bêhûde ya mirovan bargiranbûyî, li şûna ku em kêfxweş bibin ku hîna jî hin kes hene ku rûdinin, dinivîsin û cefayê dikişînin û roman, çîrok û helbestan ji me re diafirînin, bobelat e rexnegirek were û wan bi du paragrafên erzan bişikîne.
Li vê bobelatê binihêrin: Kesek tê û muzîka dilrevîn û serxweşker pêşkêşî me dike, li dewsa ku spasiya wî/wê were kirin û destxweşî lê bê kirin, êrişî wî û keda wî dikin. Ev ne karê mirovê nivîskar, nirxîner û rexnegir e.
Divê rexnegir bedewî û çêjên ku em wan nabînin û hest bi wan nakin, pêşkêşî me bike. Wekî din, destbadan, şikandin û tiştên nelirê, rexnegirên bi vî rengî kedstewr dike û navê wan jî eybdar dibe.
Bîne ber çavên xwe, daristaneke rengîn û himbiz heye ku daristana helbesta Şêrko Bêkes e. Çend kes di ber wê re derbas bûn, çend kes di nava wê re derbas bûn û çend kesan tiştên kelevajî û nelirê û tew kirêt li ser got lê ew deng, ew tiştên kelevajî û hewldanên şikandinê li ku ne? Û daristana helbesta Şêrko li ku ye?
Daristana helbesta Şêrko di edebiyat û zimanê Kurdî de yek ji organên nefesê yên herî bi enerjî ye.
Girîng e ku heke rexnegir û nirxîner nikaribin bi qasî Marcel Reich-Ranisky di warê rexne û nirxandinê de karekî mezin bikin, karibin bi qasî koçerên evîndarên Yaşar Kemal qîmeta metn, nivîs, edebiyat û hunerê bizanibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse