Girêka Kazimî li ba grûpên çekdar

24-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Yasîn Teha*

Piştî hewldana terorkirina Mistefa Kazimî bi rêya êrişa dronê li ser mala wî, têkiliya aloz a Serokwezîr Mistefa Kazimî û grûpên welayî (girêdayî Îranê) derbasî qonaxeke nû ya alozî û pevketinê bû. Her çiqas niha Hevpeymaniya Fetihê û komên çekdar ên Şiî, Kazimî wek sedema sereke ya paşveçûna berbiçav a kursiyên xwe dibînin, lê bêzarî û hêrsa wan ji Kazimî tenê venagere hilbijartina 10ê Mijdarê.

Rast e di saya wîlayeta 15 mehî ya Kazimî de, kursiyên Fetihê (baskên siyasî yên Heşdê) ji 47 kursiyan daket 17 kursiyan, ketîbeyên Hizbullahê jî kursiyekî tenê bi dest xistin, lê destpêka pevketin û rûbirûbûna bi Kazimî re, berî wergirtina posta wî ye û ji wê çaxê ve dest pê dike dema bi hevkariya Amerîkiyan di kuştina General Qasimê Suleymanî û temamkerê wî yê Iraqî Ebû Mehdî Muhendîs de hat tometbarkirin (Kanûna Duyem a 2020).

Pêşî Kazimî wek rojnamevan, lêkolînvan û arşîvîst kar dikir. Cara ewil bi rêya Ebadî hat nav rêza berpirsên hikûmeta Iraqê û serokatiya dezgeha saloxgêriyê wergirt (2016). Ji bilî ku Kazimî birayê yek ji hevlingên Heyder Ebadî ye (Sebah Mişetit), her du li ser wê bereyê tên hejmartin ku jê re tê gotin “Şiîyên nerm” û têkiliyên wan ên baş bi welatên Rojavayê re hene, xasma bi Amerîka û Brîtanyayê re.

Di salên şerê DAIŞê û dû re de (2016-2020) Kazimî toreka têkiliyan bi wan cemserên deverê re çêkir ku ji komikên çekdar ên dûvelangên Îranê re cihê bêzariyê ne, Kazimî pir bi dostganî bi Mîrzayê Cihnişînê Erebistana Siûdî Kurê Selmên re tevdigere.

Herwisa, heya radeya tometbariya bi karkirina ji bo malbata hukmdar a Îmaratê, Kazimî ji Ebû Zebiyê nêzîk e. Dostaniya wî ya taybet bi Serokê Misrê Sîsî û Padîşahê Urdinê Şah Ebdullah re heye. Biden deriyê Koşka Spî jê re vekir û rêzeke şahane li wî û şanda pê re girt (Temûza 2021).

Di demekê de ku ev ji bo Adil Ebdilmehdî nehat kirin. Adil ji hêla komên çekdar dihat pejirandin. Ebdilmehdî di wîlayeta xwe ya yek-salî de, ji bo hevdîtina serokê Amerîkayê nehat vexwendin. Lê Kazimî Papa anî Iraqê, şêxê Ezherê dawet kir. Ev têkiliyên Mistefa Kazimî hergav cihê tirs, dilfikarî û bêzariyê ne ji wê bereyê re ku bawer dike ji bilî Îranê nabe ti pêwendî û qiblegeheke Iraqê ya din a stratejî û demdirêj hebe.

Ji xeynî nakokiya li ser nasnameya dewletê û têkiliyên derve yên Iraqê, Kazimî çend caran bi komikên çekdar re ket şerê rûbirû. Di hezîrana 2020 de, grûpek çekdarên Hizbullahê girt bi tometa avêtina moşekan li Navçeya Kesk. Her çiqas Kazimî di vê pêngava xwe de ne serkeftî bû, çimkî paşê li jêr guvaş û dorpêça Navçeya Kesk neçar bû wan azad bike. Lê ev qevaztineke mezin bû li ser siyaseta Ebadî û Ebdilmehdî di reftara bi çekdaran re. Yê yekem ji wan (2014-2018) ji ber ku di şerê DAIŞê de bû.

Herwisa, wek serkirdekî Partiya De`wayê girêdayî hevkêşeya îslama siyasî ya Şiî bû, bêhtir debara bi mîlîsan re hilbijart û di dawa wîlayeta xwe de jî hin kampînên ragihandinê li dijî serkirdên wan kir, lê belê dû re heya asta hevpeymaniyê ji wan nêzîk bû û lîsteke hevbeş a şikestxwarî ji bo hilbijartina 2018an ragihandin!

Herçî Adil Ebdilmehdî ye jî, serdema wî wek bihara mîlîsan tê wesfkirin, çimkî li bin destê wî ji bilî bidestxistina budce û rewatiyê, li bin destê wî komên çekdar dest bi tevkujiya xwepêşanderan kirin (Cotmeha 2019).

Piştî Hizbullahê, Kazimî di dawiya sala borî de (2020), ket pêsîra Esayîbên Qeys Xezeelî, bi sedema ku kadroyekî bilind ê leşkerî yê vê bizavê bi tometa êrişa li ser Navçeya Kesk girt. Aloziya navbera Esaîban û hikûmetê gihişt asta belavkirina hêzên her du aliyan li hin taxên paytextê.

Çend mehan piştî vê jî, Fermandarê Lîwaya (El Tifûf)ê Qasim Muslih bi tometa kuştina çalakvan Îhab Wezenî girt (Gulana 2021). Vê jî derî vekir li ber egera pevketineke mezin li Navçeya Kesk a Bexdayê û manora leşkerî ya Rebhullahê li nêzî serokatiya hikûmetê. Berî êrişa li ser mala serokwezîr ev bûyer wek mezintirîn binpêkirina heybeta dewletê dihat hejmartin.

Di salek û çend mehên ku Kazimî serokwezîr bû, gelek caran mîlîs ji pêngavên wî hêrs û bêtaqet bûn û hest bi aramiyê nekirin bi wî re, sûd ji rewşa piştî Qasim Suleymanî wergirt, ji bo çêkirina pirekê bi baskê Îtîlaatê re li Îranê, nasnameya kujerên rojnamevan Ehmed Ebdilsemed û hevkarê wî Sefa Sera û herwisa lêkolînvan Hîşam el Haşimî aşkera kir ku lînka hemûyan bi komikên çekdar re hebûn. Berê bêdengî li van tawanan dihat kirin û li gor çekdaran dewlet ji wê yekê lawaztir e ku van nihêniyên wan dane ber destê medyayan û wan li ber çavê xelk û dinyayê jî ewqas şermezar û neçarî rohnkirin û redkirinê bike.

Niha, komikên Heşdê û bi wan re jî Nûrî Malikî hemî giraniya xwe danîne ser wê yekê ku rê nedin Kazimî bibe serokwezîr. Malikî li destkefta xwe digere û siyasetvanekî navdar e di çêkirina keleman de ji bo kesên ku nakevin aqilê wî. Lê li gor Heşd û Hizbullahê, heke 15 mehên Kazimî dirêj bibin bo çar salên bê, ev ê bi piştgiriya Sedir û welatên derve, bi temamî kar li ser bertengkirina pêgeh û hegemoniya Heşda welayî bike, tew pir berbelav e ku dibêjin Serokê Fetihê Hadî Amirî gotiye “Ez bi Sediriyekî xwerû razî dibim bibe serokwezîr, lê Kazimî na”. Piştî aloyizên îna borî li Navçeya Kesk, Serokê Ketîbeyên Seydûlşûhedaa Ebû Alayê Welayî, di twitekê de tekez kir ku ew nahêlin Kazimî ne serokwezîriyê lê posta serokê dezgeha saloxgêriyê jî werbigire. Bi dû vê de jî, Serokê Esaîban Qeys Xezeelî bi xisleta “şirûgiyekî resen” çend gefên tund di dîmeneke vîdyoyê de jê re (ji Kazimî re) şandin û sond xwar wan gefên xwe cîbicî bike.

Ji bilî van jî, li ber çavê welaiyan (dûvelangên Îranê), amadebûneke mezin a sîbera Sedir li pişt Kazimî heye. Sedir ku niha bûye yekem (74 kursî), dinyayek kêşeyên wî yên komîserhevbûyî bi baskên çekdarî yên Îranê re heye. Beşek ji wan ji bin ebaya wî bi xwe derketine û cudabûnên wan bûne kêşeyeke wî ya şexsî. Beşeke din şerê desthilat û bandorê pê re dikin û tev li hesta Iraqçîtî û dûvelangiya Îranê jî bûye.

Di vê gengêşînê de, Kazimî bi awayekî aşkere li bereya Sedir e û bi ronî gotiye “Seyd Muqteda rêberê berxwedanê ye ji eksa kesên ku înkar dikin”, piştî êrişa li ser Kazimî jî Sedir yekem kes bû pêwendî pê re kir û twit jê re kir. Li gor vê yekê jî, beşek ji kêşe û arîşeya navbera Kazimî û çekdaran şerê pişt perdeyê yê Sedir û welayiyan bi rêya wekaletê ye.

* Ev gotar taybet ji bo Navenda Lêkolînên Rûdawê hatiye nivîsandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst