Dema Kurd hatin!
Li Kolnê me mala xwe bo cihek din ê bajar vediguhast. Ji bo ku malê pê veguhêzim, min seyareyek kirê kir. Xwediyê seyareyê kesekî Şîe yê ji Necefê bû. Di mijara veguhastina baran de xwedî azmûn bû.
Li kêleka wî jî ciwanekî jîr hebû, di hilgirtin û bicihkirinê de bê pirsgirêk bû. Du rojan ev herdu kes li gel min xebitîn û barê min sivik kirin. Berî ku em dest bi bazara xwe bikin, em çûn kafeteryayekê me hinek tiştên sar û qehwe vexwar.
Ew zilamê ji Necefê, dibe ji ber zêde westiya be, hêza wî ya axaftinê zêde nebû. Lê ciwan ne wisa bû û tim sihbet dikir, pirs dipirsîn. Ev pirs ji min kir:
“Tu xelkê ku derê yî? Li ku derê ji dayîk bûyî?”
Min jî got, ez Kerkûkî me, li Kerkûkê ji dayîk bûme.”
Yê li hemberî min rûyê xwe hinekê tirş kir û got, “Kerkûk? Li ku dera Kerkûkê? Li kîjan taxê? Ji ber ku ez jî ji Kerkûkê me. Ez jî li Kerkûkê ji dayîk bûme û mezin bûme.”
Mn jî got ku ez ji taxa Zeweyê me.
Wî bi îfadeya li ser rûyê xwe nîşan da ku ji vê bawer nekiriye û dewam kir, “Ez zarokê Kerkûkê me, li Kerkûkê bi vî navî cihek nîne.”
Paşê min ji wî pirs kir bê ka ji ku dera Kerkûkê ye. Wî jî got ew ji taxa Hurriyetê ye. Piştre min pirs kir, “Dayik û bavê te jî li Kerkûkê ji dayîk bûne. Ew jî ji Kerkûkê ne.”
Wî jî got, “Na! Ew eslê xwe ji gundekî nêzikî Semawa ne. Di salên 80ê yî de bi biryara dewletê weke malbat koçî Kerkûkê kirine.”
Bi bihîstina vê bersivê ez di gotina wî ciwanî ku digot ‘ez zarokê Kerkûkê me’ û lixwedîderketina wî ya bo Kerkûkê têgihiştim.
Ew ciwan li taxa Hurriyetê ya Kerkûkê ji dayîk bûye, ew niha li Almanyayê penaber e û malbata wî jî hêj li Kerkûkê ye û li wir dijîn.
Wî ciwanê ku navê Zeweyê bo xwe kir kêşeyek, bê agahdar e bê ku cihek wiha li Kerkûkê heye an na.
Wî ciwanê ji bo ku bîranînê xwe vebêje, daxwaz ji min kir ez bîranînên xwe yên li Kerkûkê vebêjim.
Min jî wiha vegotin:
“Di hişê me, xizmên me, hevalên me yên zaroktiyê û kesên din ên ku em bi heman zimanî diaxivin, bîranîneke bi êş û kur heye ku di serê me de bicih bûye. Ez dikarim bêjim ku ew bîranînên din hemû li ber wê biçûk dimînin. Bîranînek tenê ye û ew jî qewirandin e.
Em hatin qewirandin û rê nedan em careke din vegerin Kerkûkê. Ez li taxa Zeweyê ku cihêkî hejar e û dikeve navbera deverên Qasim û Azadî, ji dayîk bûm. Zewe mîna berê ji hejartirîn cihên Kerkûkê ye. Dema ku em hatin qewirîn, navê wê deverê ne Hurriyet bû. Navê Hurriyetê berhema rejîma Baes e ku bi ser wê deverê de sepandiye. Rejîma Baesê ev cih damezrand.”
Ev hevdîtin ecêb û mîna beşeke ji fîlmekî destanî yê xembar e. Kerkûkiyekî hatiye qewirandin û Kerkûkiyekî hawirde tên ba hev, li ku derê? Li bajarê Kolnê yê Almanyayê.
Gotinên wî ciwanî yên, “Ez zarokê Kerkûkê me, li Kerkûkê devereke bi navê Zewe nîne” bi bandora, birûskekê, bûne sedem u trajediya ku min di zarokatiyê de jiyabû, bê bîra min.
Dibistanên Pîremêrd û Aştiyê hatin bîra min, kebabên Kebapgerê Reza hatin bîra min, qehwexaneyên Aşûr û Azadî, lîstikên Sînî di şevên Remezanê de, li ber çavê min zindî bûn. Kêliyekê min dûçerxevanên li Zewe û Îskanê, malên dapîra xwe yên li Şorce û Zeweyê hatin bîra min. Ji hemûyan karîgertir, taybetî jî di mehên havînê de, şewqa ji agirê bîrên petrolê li ber çavên min zindî bûn.
Wî zilamê ciwan bi ti awayî qebûl nekir ku li Kerkûkê cihekî bi navê Zewe heye. Ya rastî, ez jî niha nizanim ka di belgeyên fermî de cihekî bi navê Zewe maye an na!
Tişta ji vê biêştir ev bû; min xwest ji çavdêriyên wî rewşa Kerkûkê hîn bibim.
Ciwanî got, “Dema ku Kurdan sala 2003an Kerkûk dagir kir, rewş zêdetir ber bi xerapbûnê ve çû. Em ne li bendê bûn ku Kurd Kerkûkê bidest bixin. Min di jiyana xwe de tiştekî wiha nedît. Salên 2003 heta 2017an bo me karesat bû, nayên jibîrkirin. Piştî ku ji Kurdan xilas bû, rewş niha gelek baş e û her ber bi başbûnê ve diçe.”
Cîhaneke ecêb û entresan, kî kê bi dagirkeriyê bi nav dike û kî kê naxwîne!