Hino hino Herêma Kurdistanê dike ku ji ber Rojavayê Kurdistanê bişemite nav bûyerên li Sûriyê, bêyî ku encama wê zanibe.
Şemitandina Herêma Kurdistanê ya nav bûyerên Sûriyê bi rêya Rojavayê Kurdistanê û herdu partiyên desthilatdar PDK û YNKê ye, nemaze PDKê, ku dest bi şerê sar li dijî PYDê kiriye.
Ev herdu partiyên Başûrê Kurdistanê, nemaze PDK, sazî û dezgeh û desthilata xwe li Başûr bikartînin ji bo kontrolkirina Rojava, ji ber vê jî PYDê ligel Herêma Kurdistanê û ligel PDKê bi taybetî dest bi şerê sar kiriye.
Daxuyaniya serokê Herêma Kurdistanê derbarê Rojava de (piştî dirustkirina komîteya lêkolînkirina rastiyan) ew şemitandin gihand qonaxeke nû, nemaze danîna gumanê li ser wê yekê ku li Rojava komkujî çêbûye yan na. Herwiha doza pêkanîna komîteyekê li komîteya amadekar a kongreya neteweyî ya kurdî, ku here Rojavayê Kurdistanê, ew şemitandin bir qonaxeke din.
Serokê Herêma Kurdistanê serokê PDKê ye jî, ji ber wê nabe em gumanê bikin ku bandora gotûbêjên endamên polîtburo û serkirdayetiya partiya wî li ser tine be, di demekê de ku gotûbêja bihêzbûna pêgeha xwe ya partîtî dikin, lewma doza wî jî bêhna şerê sar ê di navbera PDKê û PYDê de jê tê.
Eger na, di vê cenga Sûriyê de, ku welatên mezin wek Amerîka û Rûsya berberiyê li ser dikin, ji bilî welatên derdorê, ku her yek ji wan çavkaniya cengê vedigerîne wan herdu seriyan, çawa Herêma Kurdistanê wiha rasterast xwe di pirsgirêka Rojavayê Kurdistanê de werbibe. Jixwe nabe em bêjin Herêma Kurdistanê jî beşek ji wê lîstika cihanî ye.
Ew hêzên cihanî û herêmî yên ku bi rêya civata ewlekariyê lîstikên xwe li Sûriyê dikin û bi rêya NY li rastiyan digerin, neku rasterast komîteyê pêk bînin û herin hundirê Sûriyê, jixwe ev jî girêdayî wê yekê ye ku di rewşekê de wernebin ku dûre bi hêsanî jê dernekevin, nemaze ew herdu hêzên mezin Amerîka û Rûsya, herdu jî pêşkarên wan ên bi vî rengî hene. Rûsya wek Yekîtiya Sovyêtê ya berê di kêşeya Afganistanê de werbû û Amerîka jî di kêşeya Iraq û Afganistanê de.
Gava li ser doza serokê Herêma Kurdistanê komîte ji bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin, armanc jê çi ye? Ji bo derxistina rastiyan e, ji ber çi? Van rastiyan wê bidin kê? Wê çi kar li ser wan bê kirin? Kî desthilata wî heye ku li Rojava rewşê rast bike, eger rastî wek ku tê gotin derkevin? Ev komîte ti pêwendiya wê bi NY heye? Di aliyê navneteweyî de naskirî ye?
Dibe ku serokê Herêma Kurdistanê ketibe şaştiyê, gava doza pêkanîna wê komîteyê kir, şaştî jî bi rêya partiya wî pê hatiye kirin. Ji ber ku ne tiştekî veşartî ye ku li Rojava di navbera PDKê (Başûr) û PYDê de nakokî heye.
Girtina sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de her carê ji aliyekî û vekirina wî jî bi heman rengî, wê cengê eşkere dike, herwiha tê gotin ku destpêkirina koçberiya van çend rojên borî her heman ceng e û PDK li Başûr dixwaze bêje vaye xelk çawa wek lehiyê ji bin destê PYDê direvin.
Vekirina sînor û koçberiya xelkê Rojavayê Kurdistanê dibe ku ziyaneke welatî û neteweyî li dû xwe bîne, nemaze di aliyê valakirina navçeyên Kurdistanê de.
Ev berberiya di navbera partiyên Başûr û Rojava de dike ku çarenivîsa kongreya neteweyî ya kurdî jî ber bi sernişîvê ve bibe, ji ber ku kongreyeke serkeftî nabe, eger li derveyî salona kongreyê şer be û li hundir jî zorbazên wî şerê sar gotûbêjê bikin.



