Sedem û encamên operasyona nû ya Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê

Li 18ê nîsana 2022yan, Tirkiye operasyona Pence-Kilîdê (Claw-Lock Operation) li ser axa Herêma Kurdistanê xasma li navçeyên sînorî yên parêzgeha Dihokê li dijî PKKê da destpêkirin. Wekî berdewamiya operasyona Pence-Kilîdê, di 15ê hezîrana 2024an de, li navçeyên sînorî yên parêzgeha Dihokê nexasim li navçeyên Amêdî, Çiyayê Metîn, Kanî Masê û Berwarî Balayê, Tirkiyeyê dest bi operasyoneke leşkerî ya nû kir.

Di vê operasyonê de, hêzên Tirkiyeyê bi kûrahiya zêdetirî 15 kîlometran derbasî axa Herêma Kurdistanê bûn û dest bi danîna xal û baregehên leşkerî yên zêdetir kirin bi rengekî ku vêga hejmara navend û baregehên Tirkiyeyê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê gihîştiye zêdetirî 70 baregehan.

Yek ji armancên sereke yên Tirkiyê ew e ku di kûrahiya axa Herêma Kurdistanê de ‘navçeya aram’ an jî ‘korîdora ewlehiyê’ (security corridor) ava bike. Di vî warî de, Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Yaşar Guler di tîrmeha 2024an de ragihand ku armanca Tirkiyê ji operasyonê ew e ku hebûna çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Îraqê bi temamî bi dawî bîne. Di vî warî de, Tirkiye dixwaze li ser sînorên xwe yên bi Îraq û Sûriyê re bi kûrahiya 30-40 kîlometreyan korîdoreke ewlehiyê ava bike.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê da zanîn jî ku bi pêkanîna armancên vê operasyonê "em ê şerê li dijî terorê biqedînin" ku ev nêzî 40 salî ye didome. Hin çavkanî dibêjin ku vê carê Tirkiye bi niyet e çiyayê Gareyê ku herêmeke stratejîk a gerîlayên PKKê ye, bi temamî bigire. Bi giştî armanca Tirkiyeyê ji avakirina korîdora ewlehiyê û danîna baregehên xwe yên leşkerî ev e:

Yekem: Parastina sînorê xwe yê bi Herêma Kurdistanê re û qewitandina PKKê li wan deveran bi awayekî herdemî. Tirkiye tekez dike ku ew hewl dide bi rêya operasyonên leşkerî dawî li hebûna gerîlayên PKKê li navçeyên sînorî bîne û êdî rê nede PKKê ji wan navçeyan êrişî Tirkiyeyê bike.

Duyem: Avakirina baregehên leşkerî yên herdemî û bicihkirina hêzên xwe heta demeke nediyar li wan deveran. Piştî wê operasyonê Tirkiyeyê li devera Amediyê baregehên leşkerî yên zêdetir ava kir û tewra li devera Berwarî Bala û Kanî Masê jî xalên kontrolê danîn.

Sêyem: Tirkiye dixwaze bi avakirina korîdora ewlehiyê, rê li ber gerîlayên PKKê bigire ku ji sînorên çiyayî yên başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û têkiliyên wan qut bike.

Çarem: Dibe ku plana Tirkiyeyê hebe ku piştî bidawîkirina operasyona leşkerî li navçeyên sînorî, Qendîla ku navenda sereke ya serkirdayetiya PKKê ye, bi temamî bigire. Lê hin çavkanî tekez dikin ku Tirkiye dixwaze PKKê li navçeyên stratejîk ên wekî Çiyayê Gare, Qendîl û Şingalê zêdetir îzole û dorpêç bike.

Pêncem: Tirkiye bi berdewamî li dîroka xwe ya li Îraqê dinêre û hin berpirsên Îraqê jî di wê baweriyê de ne ku Tirkiye xwedî siyaset û bernameyekê ye ku tevahiya wîlayeta Mûsilê vegerîne ser axa Tirkiyeyê.

Şeşem: Plan û armanceke din a Tirkiyeyê xurtkirina pêgeha xwe ya siyasî û leşkerî li Herêma Kurdistanê û tevahiya Îraqê ye. Piştî ku karî di sala 2003yan de pêgeha xwe ya aborî xurt bike û Herêma Kurdistanê bike bazareke girîng ji bo berhemên xwe û herwiha bi sedan kompanyayan di warên cuda cuda de bide xebitandin, di sektora petrolê de jî karîbû cihekî girîng ji bo xwe û şirketên xwe çêbike. Di heman arasteyê de, niha Tirkiye hewl dide pêgeha xwe ya leşkerî bihêztir bike da ku bandoreke mezintir li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê bike.

Hikûmeta Sûdanî ku di cotmeha 2022yan de bû desthilatdar, hewl da ku têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re bi pêş bixe. Di adara 2023yan de, dema Sûdanî serdana Tirkiyeyê kir çend peymanên dualî bi Enqereyê re îmze kirin, bi taybetî di warên ewlehî û bazirganiyê de. Herwisa nola nîşana xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de, Erdogan di 22yê nîsana 2024an de, serdana Bexdayê kir û têkildarî pirsên petrol, sînor, av, aborî û Rêya Geşepêdanê zêdetirî 26 peymanan bi Îraqê re îmze kir. Pirsa PKKê û rûbirûbûna wê yek ji mijarên herî girîng bû ku babeta sereke ya hevdîtinên Erdogan û Sûdanî bû.

Di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Sûdanî, Erdogan diyar kir ku Îraq ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û peymanên ku di warê aborî û bazirganî de hatine îmzekirin, dê bibin sedema vekirina rûpeleke nû di têkiliyên her du welatan de. Têkildarî mijara PKKê, Erdogan da zanîn ku PKKê li ser ewlehiya her du dewletan gef e, Tirkiye hewl dide vê gefê ji holê rake û Îraq jî di vî warî de dibe alîkar.

Berî wê serdana Erdogan, di 14ê adara 2024an de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî serdana Îraqê kir ji bo gotûbêjkirina pirsa PKK, ewlekarî û rûbirûbûna terorê û di daxuyaniyeke hevbeş de her du aliyan tekez kir ku PKK li ser berjewendiyên her du welatan metirsî ye, Îraqê jî ji bo cara ewil PKK wekî rêxistineke qedexekirî da nasîn.

Wer dixuye ku rêkeftin û peymanên ku di dema serdana Erdogan a Bexdayê de hatin îmzekirin dê bandorê li ser sistbûna helwesta Îraqê li hember operasyona leşkerî ya nû ya Tirkiyeyê pêk bînin, loma jî hin aliyên şîî ku di hikûmeta Sûdanî de beşdar in, helwestên cihêreng û hişk radigihînin. Di 10ê tîrmeha 2024an de, Encûmena Wezîrên Îraqê ji bo ewlehiya neteweyî bi serokatiya Sûdanî civiya û di daxuyaniyekê de bal bir ser wê yekê ku ew her destdirêjî û binpêkirineke serweriya axa Îraqê red dike û ji Tirkiyeyê xwest ku li ser mijarên ewlekariyê hemahengiyê bi wan re bike.

Herwiha ji bo wergirtina siyaset û helwesteke hevpar têkildarî PKK û êrişên Tirkiyeyê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Îraqê Qasim el Erecî di 11ê tîrmeha 2024an de, li ser qewîtiya Sûdanî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya. Ev geşedan di demekê de ne ku Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Îbrahîm Sumêdeyî di 8ê tîrmeha 2024an de ragihand ku li ser operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê hemahengî di navbera Îraq û Tirkiyeyê de heye.

Herwiha di 8ê tîrmeha 2024an de, Wezîrê Navxwe yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ragihand ku çavkaniya hemû pirsgirêkan li navçeyên sînorî PKKê ye û hinceta hatina Tirkiyeyê ya sînoran jî hebûna wan çekdaran e, loma divê PKKê ji wan deveran derkeve. Ev helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de tê ku nakokiyeke kûr di navbera PDK û YNKê de heye.

Berevajî hikûmeta Herêma Kurdistanê, YNK bi fermî li dijî operasyona Tirkiyeyê derket. Bêşik ev dijayetiya YNKê bi du sedeman ve girêdayî ye; Yekem, pêwendiyên YNKê bi grûpên çekdar ên Şîe û Îranê re pir xurt in. Xala duyem, xala hevbeş a PKK û YNKê ew e ku her du jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wekî hevrikê xwe yê sereke dibînin û ji bo dijatîkirina PDKê pêwîstiya wan bi hev heye.

Bêguman, pêwendiyên YNK bi PKKê re bûne sedema têkçûna pêwendiyên wê partiyê (YNK) ligel Tirkiyeyê bi awayekî ku Tirkiyeyê dorpêça esmanî li ser Silêmaniyê ferz kiriye. Li ser vê helwestê, Erdogan di 12ê tîrmeha 2024an de ragihand "Heta dema ku desthilatdarên Silêmaniyê dûrahiyekê di navbera xwe û PKKê de nedeynin, dê dorpêça li ser esmanê Silêmaniyê berdewam bike."

Ji bilî siyaset û helwesta fermî ya hikûmeta Sûdanî, hêzên Şîe bi tundî li dijî her derbaskirineke Tirkiyeyê ya sînorê Kurdistan û Îraqê ne. Hêzên Şîe bi awayekî berdewam û bi rêyên cuda fişaran li ser Tirkiyeyê pêk tînin qene bi tevahî ji Îraqê vekişe. Di vê barê de, Serokê Lîsteya Fethê Hadî Amirî di 08ê tebaxa 2023yan de li Bexdayê di civînekê de li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan daxwaza derketina hemû hêzên Tirkiyeyê ji axa Îraqê kir.

Herwisa, di helwesta herî nû de, Serokê çekdarên (Esayib) Ehlê Heq Qeys Xezelî di 12ê tîrmeha 2024an de daxuyaniyek da û operasyona nû ya Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir. Xezelî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nabe Tirkiye PKKê wekî bafikekê bi kar bîne ji bo dagîrkirina beşeke giring ji axa Îraqê û daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê kir ku li hember bezandinên sînor ji hêla Tirkiyeyê ve helwesteke hevbeş û yekgirtî nîşan bidin.

Ya rast ew e ku hêzên Şîe ji ber gelek sedeman peywendiyên wan ên baş ligel PKKê hene û li dijî hebûna leşkerên Tirkiyeyê li ser axa Îraqê ne. Ji aliyekî ve hêzên Şîe û tewra hikûmeta Îraqê jî ditirsin ku Tirkiye bi darê zorê cardin wîlayeta Mûsilê dagir bike û bi axa xwe ve girê bide. Bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem piştî hevrikiyeke dirêj di navbera Îraq û Tirkiyeyê de, Komeleya Gelan di dawiyê de, di sala 1925an de, biryar da ku wîlayeta Mûsilê bi Îraqê ve were girêdan.

Ji aliyekî din ve, hêzên Şîe û tewra Îran jî ditirsin ku Tirkiye hebûna xwe ya leşkerî wekî amûrekê ji bo piştevaniya Sunneyan bi kar bîne. Nemaze Tirkiyêe bi berdewamî hewl dide ku desthilat û pêgeha xwe li Îraqê hêgin bike û rê nede ku Îran û hevalbendên wê hegemonyaya xwe xût li ser Îraqê ferz bikin. Di heman arasteyê de jî, hêzên Şîe û Îran naxwazin dev ji karta PKKê berdin, lê bi berdewamî dixwazin ku PKKê wek kartekê li dijî Tirkiyeyê û tewra PDKê jî bi kar bînin.

Ji aliyekî ve, hêzên Şîe û tewra hikûmeta Îraqê jî hewl didin ku pirsa PKKê wekî alavekê bi kar bînin û zextê li Tirkiyeyê bikin da ku pişka Îraqê ji avê zêdetir bike. Ji aliyekî din ve jî, hebûna PKKê li navçeyên li jêr desthilata PDKê karteke bihêz e di destê aliyên Şîe de ji bo ku zêdetir zextê li PDKê bikin. Bi taybetî piraniya hêzên PKK li navçeyên desthilata PDKê ne.

Niha hevpeymaniyeke xurt di navbera grûpên çekdar ên Şîe û PKKê de li Şingalê heye, bi ser de jî hêzên girêdayî PKKê bûne beşek ji Heşda Şeibî û mûçeyên xwe ji Bexdayê werdigirin û li pêşiya bicihanîna Peymana Şingalê ku di îlona 2020an de di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin, kelemeke sereke ne. Ev di demekê de ye ku Tirkiye tekez dike ku divê Îraq hewl bide Şingalê ji hêzên girêdayî PKKê paqij bike û bênavber bi rêya balafir û dronan êrişî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên girêdayî PKKê dike.

 

 (Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)