Hîdrojena kesk çavkaniyeke nû ya geşbûna aborî li Kurdistanê

24-02-2024
Omer Ehmed
A+ A-

Di demekê de ku hefteya borî Îraqê yekem projeya berhemanîna hîdrojena kesk li başûrê Îraqê ragihand, girîng e tekezî li ser wê yekê bê kirin ku pir pêwîst e karbidest û saziyên hikûmetê û sektora taybet li Herêma Kurdistanê li veberhênan û damezrandina vê pîşesaziyê bihizirin.

Di hin demsalan de, kurtanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê digihe 3 hezar mêgawatan û li Îraqê jî heta 13 hezar mêgawatan ji xwesteka ku li ser heye, elektrîk kêmtir tê berhemanîn.

Hîdrojena kesk dikare çareseriyan ji bo dabînkirin û cardin dabeşkirina elektrîka kesk pêşkêş bike, di heman demê de dikare bi rêya kêmkirina asta belavkirina gaza karbondîoksîtê di çend pîşesaziyên girîng de ku li Herêma Kurdistanê xwedî pêgeheke berbiçav in, guhartin û ferqeke mezin çêbike. Bi rastî, bikaranîna hîdrojena kesk di van pîşesaziyan de dikare şoreşeke mezin di pîşesaziya giran de li Herêma Kurdistanê çêbike.

Tevî ku pêwîstiya projeyên berhemanîna hîdrojena kesk bi hilberîneke darîçav heye jî lê kompanyayên navxweyî û biyanî dikarin sûdê ji garantiyên ku di qanûna budceya Îraqê ya salên 2023-2025an de ji bo projeyên enerjiya nûbûyî li ber çav hatine girtin, wergirin.

Di 9emîn Pêşangeh û Konferansa Enerjiya Navdewletî ya Îraqê de ku hefteya borî hat sazkirin, Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdilxenî yekem projeya hîdrojena kesk û santraleke enerjiya tavê eşkere kir û ev yek wekî destpêka pabendbûna Îraqê bi cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê û kêmkirina şopa karbonê di pîşesaziya petrolê de bi nav kir.

Ev proje jî berhemanîna salane ya 800 ton hîdrojena kesk e bi rêya pêvajoya veqetandina hîdrojen û oksîjenê bi elektrîka ku ji enerjiya rojê tê çêkirin.

Wekî piraniya welatên petrolê li seranserê cîhanê, Herêma Kurdistanê jî gelek caran tekeziyê li ser pirrengkirina aboriya xwe û dûrketina ji dahata petrolê dike.

Hîdrojena kesk rêyek ji bo pêşxistina pîşesaziyên nû û kêmkirina piştgirêdana bi dahatên neftê derpêş dike. Wekî din, damezrandina pîşesaziya hîdrojena kesk dikare derfetên nû yên kar biafirîne, veberhênanê bikişîne û geşbûna aborî bi pêş bixe.

Li gor Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Green Hydrogen Capitalê ku navenda wê li Hewlêrê ye, Christopher Anderson "Çimkî pîşesazî neçar in qebareya belavkirina karbonê kêm bikin, li ser asta cîhanê xwesteke mezin a kirîna hîdrojena kesk peyda bûye."

Dîsa, bi dîtina Christopherê şehreza "Kurdistan dikare xwe fena hinardekareke sereke di sûka hîdrojena kesk de bi cih bike xasma heke cihê erdnîgarî û stratejî yê Herêma Kurdistanê li ber çav bê girtin."

Pêşxistina hîdrojena kesk dikare bi kêrî pîşesaziyên giran ên Herêma Kurdistanê were, nexasim parzûngehên petrolê û kargehên hesin û çîmentoyê. Bikaranîna hîdrojena kesk di van pîşesaziyan de pêvajoya berhemanînê bileztir û çalaktir dike, herwisa dibe sedema kêmkirineke berbiçav a belavkirina gaza karbondîoksîtê ku di pîşesaziyên wiha de pir zêde ye.

Her çiqasî gelek kelem û astengî li ser rêya pêşvebirina pîşesaziya berhemanîna hîdrojenê li Îraqê hene jî lê bicihkirina hin tevdîrên girêdayî projeyên nûbûyî di qanûna budceya Îraqê de cihê dilxweşiyê ye.

Di vî warî de, Endamê Komîteya Darayî li Parlamentoya Îraqê Dr. Cemal Koçer got "Projeyên girêdayî enerjiyên nûbûyî dê bi ti astengiyên qanûnî û diravî re rû bi rû nemînin."

Dîsa bi baweriya Koçerî "Hikûmeta Îraqê dikare ji parlamentoyê bixwaze ku diravan bide projeyên girêdayî enerjiyên nûbûyî û di vî biyavî de parlamento dê nebêje na û bipejirîne."

Endamê Desteya Şirketa Green Hydrogen Capitalê Robert Colwell tekez dike ku danîna planên kêrhatî û yasa û zagonên pêwîst û zelal ji bo handana veberhênana di pêşvebirina hîdrojena kesk de pêwîst e. Li gor Colwell, divê beşdariya sektora taybet û liberçavgirtina standardên jîngehê di damezrandina pîşesaziya hîdrojena kesk de li ber çav bên girtin.

Birêvebirina zeviyên neftê di warê fikarên jîngehê de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li gor hikûmeta Iraqê baştir bû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dirustî ji gazên ziyandar ku di dema pêvajoya berhemanîna petrolê de tên şewitandin û tibabeke mezin a madeyên karbonê û gazên ziyandar ên din li atmosferê yan jî bergê hewayê belav dikin, haydar e.

Di nîveka sala 2021ê de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî gelek biryar di vî biyavî de derxistin û şirketên neftê pabend kir ku gazên ku bi petrolê re tên berhemanîn û wekî gazên hevalên petrolê (Associate Gas) tên nasîn, divê neyên şewitandin û pêwîst e bên çareserkirin.

Ev gazên zirarmend vêga li Herêma Kurdistanê nayên şewitandin û ji bo bilindkirina fişara bîran li bîrên petrolê tên vegerandin an jî ji bo berhemanîna elektrîkê têne komkirin û parzûnkirin. Ev di demekê de ye ku li gor raporên Banka Cîhanî gaza ku li gel petrola Iraqê tê şewitandin û avêtin, salane bi qasî 2 milyar dolar e.

Tew berî biryara Wezareta Çavkaniyên Xwezayî, divê em balê bibin ser şirketa Kar Groupê ku ji sala 2014an û vir ve dest bi komkirina gaza heval ku bi neftê re derdikeve û bikaranîna wê ji bo berhemanîna elektrîkê kiriye.

Her wisa ji sala 2019an ve gaza azad a di bîran de kom kir û bi heman rengî bi merema berhemanîna elektrîkê bi kar tînin û tenê rêjeyek pir kêm jê maye ku biryar e heya 2025an ev rêjeya hindik jî bê çareserkirin û li vê gorê jî rê nadin şewitandin û avêtina ti tibabeke gazê li Zeviya Xormeleyê.

Ev hewldan û destpêşxeriyên erênî yên ji bo kêmkirina gazên karbonê û gazên din ên ziyandar divê nesekinin û bi taybetî kompaniyên enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê li pîşesaziya hîdrojena kesk binêrin û di vî warî de veberhênanê jî bikin.

Ev yek dibe sedem ku bikarin doza krediyên karbonê bikin û çalakiyên xwe yên pîşesazî li gor standardên navneteweyî bilind bikin ku ji bilî qezencên diravî, dê ast û kalîteya kar û projeyên wan bi radeyeke darîçav li gor standardên navneteweyî bilind bike.

Niha ku hikûmeta Îraqê rê li ber vî warî vekiriye û însiyatîf girtiye ser milê xwe, baştir e ku şirketên Herêma Kurdistanê di vî warî de bibin pêşeng.

Bikaranîna hîdrojena kesk di pîşesaziyên wekî çîmento û parzûngehan de ji bo kêmkirina qebareya gazên karbonê li Herêma Kurdistanê rêyeke dilxweşker raber dike.

Ev yek bi hewldanên cîhanî yên di vî warî de ku ji bo baştirkirina bikaranîna enerjiyê û parastina jîngehê tên dayîn digunce. Lêbelê, ji bo bidestxistina van armancan hewce dike ku astengiyên teknîkî, aborî û qanûnî yên li ser rêya pîşesaziya nû bên çareserkirin.

Di vê navberê de, egera bidestxistina qerz û krediyên karbonê dikare bibe handereke darayî ya xurt ji bo kompanya û saziyên ku dixwazin li Herêma Kurdistan û Îraqê dest bi vê pîşesaziyê bikin.

* Omer Ehmed Berpirsê Maseya Aborî ya Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst