Amar ˈstatîstîkˈ nîşanên wêraniyê ne
Bi tenê sala 2022an, 519 kargeh li Parêzgeha Silêmaniyê hatin girtin, 146 projeyên pîşesazî projeyên xwe hilweşandin, 663 ofîsên kirîn û firotina xanî û zeviyan hatin girtin, 82 pêşangehên otomobîlan nûkirina moletên xwe red kirin, ˈew jî dê piştî xilasbûna moletên xwe cihên xwe bigirin.ˈ
Li gor amarên ˈstatîstîkênˈ Komeleya Mêvanxane û Xwaringehan bi tenê îsal 75 otêl, motêl û cihên geştyarî hatin girtin. Ev amar ˈstatîstîkˈ di raporeke portala Rûdawê de li jêr navnîşana ˈSala 2022an ji xwediyên şirket û kargehên Silêmaniyê re ne sala xêrê bûˈ hatin weşandin.
Ev cihên ku hatin girtin hemû cihên kar û berhemanînê ne. Bi awayekî rasterast debara bi dehan malbatan girêdayî her yekê ji wan e, girtina wan tê wateya qutkirina çavkaniya dahata kesên ku li wir kar dikirin.
Bêyî ku tu saziyeke berpirs erkê birêvebirin û jiyana wan malbatan li stuyê xwe bigire yan hin cihên din ên kar ji wan re bibîne. Ev ji bilî ziyanên ku dê bigihin karker, bazirgan û xwedîkarên bazarê ku bi sedema girtina wan cihan, ew jî karên xwe ji dest didin an karê wan li kêmiyê dixe.
Heger li welatekî desthilateke berpirsyar hebe, dê belavbûna van amar û daneyan wê veciniqîne. Dibe ku bibe sedema dest ji kar kişandina hikûmetê yan qet nebe wê dezgeh, wezaret û saziyên berpirs rastî lêpirsîn û çi bigire cezakirinê jî bên. Ji ber ku çawa zêdebûna kargeh, karxane û projeyên pîşesazî nîşanên geşepêdan û avakirina welat in, ji karketin û girtina wan jî nîşana wêranbûna jêrxana aborî û ber bi kavilbûn çûna wî welatî ye.
Tişta ku li Silêmaniyê diqewime cihê metirsiyê ye, lê ji vê xetertir ew terkexemî û hestnekirina bi berpirsiyariyê ya desthilatdaran li hember vê rewşa xerab e.
Di şert û merceke wek merca niha ya Kurdistanê de ku çarmedora wê bi dijminan hatiye dorpêçkirin û şerê aborî li dijî wê dikin, tê çaverêkirin ku dewletên derdorê siyaseteke aborî bimeşînin ku nehêlin Herêma Kurdistanê bibe xwediya jêrxana aborî.
Her berhemeke ku li hundirê Kurdistanê bê berhemanîn, ew bi nîşandana heman berhemê û bi nirxekê erzantir dixwazin bazarên Kurdistanê dagirin.
Lê kesên ku di raporê de ji Rûdawê re axivîne, beşekê ji sedemên vê pirsgirêkê li hikûmeta Herêma Kurdistanê vedigerînin, wek xwedîkaran destnîşan kiriye "Zêdebûna nirxê elektrîkê û zêdebûna çend cûreyên bacê" sedema girtina kargehên wan e, ne rikeberî û berhemên derveyî. Ango divê em zanibin ku sedemên navxweyî ne.
Nêrîna hikûmetê di birêvebirina Herêma Kurdistanê de nêrîneke çewt e. Çunke hemî bala wê li ser wê yekê ye ku bikare mûçeyan ji mûçexwerên xwe re misoger bike, di demekê de ku kêmtirî ji %20ê şêniyên Kurdistanê mûçexwer in. Peydakirina bingeh û derfetên kar ji pişka zêde ya civakê re, divê berî her tiştî be.
Tevî ku hikûmet naxwaze li wê yekê mikur were ku vê siyasetê dimeşîne, lê li gor gotina kedkar û xwedîkaran "hikûmet wan dişelîne" ji bo misogerkirina mûçeyên karmendan. Gotinên wan xwediyên kargeh û karxaneyên Silêmaniyê ku bi neçarî deriyên kargehên xwe girtine tekez dikin ku şiyana wan a dana pereyên ku li şûna dana elektrîk û bacê ji wan tên wergirtin nîne.
Berî vê raporê jî, çend carên din di bernameyên ˈLegel Rencˈ de, me dîsa ev hawar û nerazîbûn bihîstin ku xwedîkarên bazarê ji zêdebûna bac û kirêya elektrîkê dilgiran in.
Eger ev berê bi tenê axaftin bû û li ber guhê hikûmetê hatiye xistin, vêga em encamên wê siyasetê dibînin ku nîşana hilweşîna jêrxana aborî ya welatê me ye. Lewma pêwîst e hikûmet pir bi giringî li vê mijarê binêre û çareseriyeke lezgîn jê re bibîne.
Di bîst salên borî de, dema ku kirîza cihê niştecihbûnê hebû, hikûmetê siyasetek meşand ji bo navtêdana veberhênerên navxweyî û biyanî da berê xwe bidin vê sektorê, biryar da zeviyan bi nirxekê pir erzan terxanî projeyên niştecihbûnê bike. Tew li hinek navçeyan ne bi tenê erd, lê ji sinoqa niştecihûbê deyn jî dida wan.
Niha geşbûna wê sektorê gihaye astekê ku plana desteya hilberînê ew e ku ji niha û bi şûn de karkirina di her projeyeke niştecihbûnê de bi wî şertî dibe ku ji %5 ji desteya hilberînê re be. Heyamekê zevî û pere jî didan veberhêneran, vêga pişkê ji wan werdigire.
Pêwîstiya plana hikûmetê ya navtêdan û hilberînê bi sererastkirin û nirxandineke zêdetir heye. Çewtiyên zêde di wan tedbîran de hene ku ji bo tevgera li hember karsazan hatine wergirtin.
Ez ê mînakeke piçûk li ser mala xwe bidim ku gava ez li Kurdistanê dijiyam mala me li (Ban Muxan)ê bû. Em û bi sedan malên din li nav baxên xwe dijiyan. Ji bo dana elektrîk û kirêya elektrîkê, biryara hikûmetê bi vî rengî bû heger tu notekê binivîsî û bi tenê bibêjî mala min li wê derê ye, dê bi nirxê malên nav bajêr elektrîkê bifiroşe te.
Lê heger tu moleta xwe wek wê yekê werbigirî ku tu di mala xwe de baxdariyê dikî, hingê nirxê dana elektrîka te wek nirxê kargeh û navçeyên pîşesazî çend caran ji nirxê malan girantir bû. Baş e heger kesek bixwaze berhemeke xwecihî ya fêkî û şînkatiyan hebe, divê karhêsanî pê re were kirin an tu wiha lê bikî li çandina darekê jî nehizire.
Divê ji bo projeyên pîşesazî û her yek ji wan sektorên din ku jêrxana aborî xurt dikin an dibin sedem û bingeha derfetên kar ji hemwelatiyan re bi wî rengî be ku hikûmet bi wan re alîkar be, ne ku tedbîrên hikûmetê bibin sedema girtina wan wek ku em niha li Silêmaniyê dibînin.
Divê hikûmet wê yekê lêkolîn bike ka sûda wê siyasetê çi ye ji girankirina nirxê elektrîkê û zêdekirin û cihêrengkirina bacên ku li ser xwedîkaran hatine danîn, heger encama wê ew be ku kargeh, mol, otêl û xwaringehan bigirin.
Bac û kirêyeke kêmtir bikeve destê hikûmetê û derfetên kar û tevgera bazarê berdewam bin û pir ji vê baştir e bi nêta bidestxistina dahateke zêdetir ji bacê, kargeh bên girtin, ji ber ku ger bên girtin dê hikûmet wî çaxî tiştekî bi dest nexe. Wek dibêjin ˈçivîkek di dest de ji deh çivîkên li ser darê çêtir e!ˈ