Kevirê bingehîn ê Xoybûnê li Qamişloyê hatiye danîn
Dema ku di dawiya Şerê Cîhanî yê Duyem de, bajarê Berlînê ket destê Hevpeymanan xasma Artêşa Sor, yekem efserê Artêşa Sor ku derbasî bajêr bû, Kurdekî Sovyetê bi navê Siyamendov bû. Bajarê Berlînê bi tevahî hatibû xopankirin lê di demeke kurt de ji nû ve avakirina bajêr hate destpêkirin. Vêga, piştî zêdetirî heftê salan, Berlîn yek ji bajarên herî xweş ên Ewropa û cîhanê ye. Tiştê tenê ku wekî sembolekê maye û wêranbûna piştî şer pê tê naskirin, hiştina parçeyekî ji Dîwarê Berlînê, goristana Cihûyan û monûmenta Artêşa Sor e.
Bajarê Berlînê li ser destê koçber û karkerên biyanî ji nû ve hatiye avakirin. Loma jî hembêza xwe ji sed hezaran biyanî re vekiriye, di nav wan de bi hezaran Kurd hene ku ji Kurdistanê berê xwe dane Almanyayê. Yek ji wan Kurdan zilamekî bitemen û serspî ye. Kesayeteke cihê gengeşeyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, karek nemaye û nekiriye, ew jî Selah Bedredîn e. Me li Hannoverê soza hevdîtinê bi wî re danîbû.
Li bajarê Hannoverê, li qehwexaneya otêla ku em lê diman, me dest bi tomarkirina bernameyeke dûr û dirêj kir. Pîrejineke Alman a cirnexweş xwediya wî cihî bû. Baxçeyekî xweş û biçûk li pişt otêlê cih digirt. Piştî demjimêr 10ê sibehê êdî kes li salona xwarinê ku ne pir mezin bû nedima. Hevkarên min Herêm û Rence ew der vediguherandin nîv studyoyeke biçûk ku ji bo karê me yekûderb bû. Ger pîrejina Alman jê biqeriya, axir ji nişka ve qît dibû, dengedeng û mineminek jê dihat û diçû.
Min gelek tişt li ser Selah Bedredîn bihîstibûn û xwendibûn. Selah Bedredîn peyvdarekî baş û şehrezayekî baş ê dîroka Kurdistanê nexasim Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ye. Wekî ku ew bi xwe dibêje, bav û bapîrên wî ne rasterast be jî beşdarî Şoreşa Şêx Seîd bûne ku sala 1925an hat dadan. Lê rastî têkçûneke wer hat ku heta vêga jî bandora wê li ser ruhê dîroka Kurdan maye. Axir, ew cara ewil bû ku serkirdeyekî Kurd bi awayekî eşkere dihat daliqandin û deriyê qedexekirineke bê ewle li ser ziman û çanda Kurdan li ser piştê dihat vekirin. Ji nişka ve biryara nebûna neteweyekê were dayîn, bê guman dê bobelat li pey werin.
Êdî ji wir ve wekî ku Selah Bedredîn jî behs dike, hilweşîn û parçebûna eşîr û malbatên Kurd dest pê dike. Hejmareke mezin ji eşîr û malbatên ku beşdarî Şoreşa Şêx Seîd bûne yan jî piştgirî dabûn Şoreşa Şêx Seîd, ji bo parastina jiyana xwe penaberî Rojavayê Kurdistanê, nemaze Qamişloyê bûn ku nû xwe wekî bajarekî dida nasîn. Selah Bedredîn dabaşa xeta trênê ya Almanyayê ku di dema Şerê Cîhanî yê Yekem de hat avakirin dike ku bajarên Qamişlo û Nisêbînê ji hev veqetand û Kurdan jî navê wî sînorî danî Binxet û Serxet.
Derbarê damezrandina Komeleya Xoybûnê de ku di navbera salên 1927-1930î de rêbertiya Şoreşa Araratê kir, Selah Bedredîn rijdiya xwe tekez dike ku wê komeleyê civîna xwe ya ewil li Qamişloyê li dar xistiye, paşê kongreya xwe li Beyrûtê saz kiriye û xwe wekî komeleyeke siyasî daye nasîn. Bedredîn ji bo piştrastkirina gotinên xwe behsa bîranînên Mela Ehmedê Namî ku helbestvanekî navdar ê wê heyamê bû û endamekî Xoybûnê bû, dike û dibêje: "Xoybûn li ser du qonaxan hatiye damezrandin. Qonaxa yekem li Qamişloyê li mala Qidûr Beg civîna yekemîn hatiye sazkirin. Qidûr Begê yek ji begên navdar ên bajarê Mêrdînê bû. 32 kes beşdarî wê civînê bûn. Pêngava duyem di sala 1927an de li navçeya Bihemdûnê ya Lubnanê bû û li wir kongreyekê li dar dixin û hejmarek Ermenî jî tê de beşdar dibin. Eşkere ye ku Ermeniyan di warê darayî de alîkarî kirine û her wisa bi rêya ragihandinê dengê Xoybûnê digihandin xelk û cîhanê."
Balkêş e ku di daxuyaniya damezrandina Xoybûnê de, behsa civîna Qamişloyê nehatiye kirin, diyar e ji ber ku Fransî li wê deverê desthilatdar bûn. Her wiha haya Fransiyan ji liv û tevgerên Kurdan li herêmê hebû, loma nedixwestin dilê Tirkiyeyê ji xwe bihêlin. Lewra jî cihê damezrandina Xoybûnê di rûpelên dîrokê de wekî Lubnan hatiye tomarkirin.
Li ser meseleya ka wekî nimûne Kurdên Başûr an Rojhilatê Kurdistanê beşdarî damezrandina Xoybûnê bûne yan na, Selah Bedredîn dibêje, çend kes beşdar bûne lê ne wekî damezrîner, belê wekî mêvan, kesên ku beşdar bûne diyar e ji bo serdanê li Lubnanê bûne û bi tesadufî rastî kongreya Xoybûnê hatine, lê rastiya ku Xoybûnê xwe gihandiye Barzan û devera Silêmaniyê bê guman û teqez e.
Selah Bedredîn di wê baweriyê de ye ku şêxên Barzan bi taybetî Şêx Ebdilselam Barzanî stûneke girîng a şoreşa siyasî ya Kurdistanê bûn, li milê din Bedirxanî stûneke sereke ya şoreşa çandî bûn.
Di berdewamiya hevpeyvîna min a bi Selah Bedredîn re, navborî qala hevdîtineke General Barzanî û Xalid Begdaş li Moskowê dike. Xalid Begdaş sekreterê yekem ê Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû. Begdaş bi neteweya xwe Kurd bû lê ne wekî Kurdekî sekreter bû û bi ser de jî ji bo ku xwe li ba Ereban şîrîn bike, bi hemû hêza xwe dijî neteweperweran rawestiyaye nemaze dijî Kurdên ku hilgirên hizra neteweyî bûn.
Dema ku em behsa destûra Sûriyeyê dikin ku paşê dibe nola marekî û li stûyê Kurdan tê pêçan, Bedredîn qala çend Kurdan dike ku bi navê welatparêzî û dijayetiya emperyalîzmê ji aliyekî ve û nîşandana dilsoziya xwe ji olê re, destê wan di nivîsandina destûra Sûriyeyê de hebû ku bi tevahî di xizmeta neteweya Ereb û Erebgeriyê de bû.
Gelek caran Kurd li Sûriyeyê di serdemên cuda de bûne parlamenter û tewra serokwezîr jî, lê ti carî nikarîbûn li ser navê Kurdan biaxivin an piştgiriya neteweya xwe bikin. Li şûnê, bêtir li pey berjewendiyên xwe yên kesîtî bûn û xwe kirin dûvelankên Ereb û Beesiyan û piraniya caran jî eslê xwe înkar kirine.
Têkildarî heman mijarê, em ê di gotareke din de dabaşa têkiliyên Kurdan û çepgirên Ereb û Filistîniyan bikin. Gelo Erefat çawa behsa General Barzanî kiriye! Bê guman, hûn ê gelek bûyerên dîtir jî di Pencemorê de bibînin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)