Birîna reş a Apê Mûsa Anter qemûşk nagire!
Çîrok û serpêhatiyên jiyana Apê Mûsa Anter kuta nabin. Ez mijûlî montajkirina programeke bi Dîcle Anter re me ku me par li gundê wan Stlîlê tomar kir. Mala Apê Mûsa bûye muzexane û hemû tiştên wî yên taybet tê de hatine parastin. Her roj xelk serdana wî cihî dikin ku bûye parçeyek ji çanda gundê Stlîlê û navçeyê ku ne pir dûrî Nisêbînê ye.
Serxet û Binxet
Çîroka dabeşkirina Nisêbîn û Qamişloyê ku her du bajarek bûn û bûn du beş, sînorê wan bi navê 'Binxet û Serxet'ê tê nasîn, xwedî taybetmendî ye, ji ber ku tenê Kurd van biwêjan bi kar tînin. Ev jî bi serê xwe tê wê wateyê ku Kurd sînorên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem li herêmê hatin xêzkirin û gelê Kurd ji hevdu parçe kirin, napejirînin.
Li nik Kurdan, sînor tenê kişandina xetekê ye, ti nirx û qîmeteke wê tune, loma di vê dabeşkirinê de Nisêbîn ketiye ser xetê (bakur) û Qamişlo jî ketiye binê xetê (Rojavayê Kurdistanê) lê di pratîkê de mîna ku tu bi xencerekê kezeba mirovekî bikî du parçe, çimkî sînor bûye baregeha leşkerî ya du dewletên nakok ku tenê li ser yek tiştî li hev dikin: Dijayetiya Kurdistanê.
Heyamekê Tirkiye û Sûriyeyê ji bo kêmkirina nerazîbûna Kurdan, her sal xasma di dema cejnên Remezan û Qurbanê de rê didan şêniyên vî alî û wî aliyê sînor ji bo pîrozbahiyê serdana hev bikin an jî di navbera têlên dirikî de bi îşaret û bangkirinê pîrozbahiya cejnê li hev bikin, dibe ku tiştekî wisa li ti welatî çênebûye!
Lê belê heta niha jî nebûye xemeke mezin a me û mirovahiyê, ger na, divabû ew çîrokên ketwarî bibûna haveyna çêkirin û nivîsandina bi dehan çîrok, roman û fîlmên sînemayî, ger ev ne xema neteweyekê be û me nelivîne, nexwe dê çi me bilivîne?
Muxtara jin
Dayika Mûsa Anter yekemîn jin e ku bi awayekî fermî dibe muxtara gund. Ev yek jî ji bo civaka Bakurê Kurdistanê ya wê demê tiştekî taybet û tewra sosret bû. Ji ber ku civak bi tevahî mêrsalarî bû. Serokeşîr, axa û beg desthilatdar bûn. Dîcle Anter dibêje: Dapîra min muxtareke xwedî desthilat û rêzlêgirtî bû û kes ji gotina wê dernediket.
Hemalekî Dêrsimê
Apê Mûsa Anter ji xortaniya xwe ve bextreşiya gelê xwe û zilma dagirkeran kifş dike, nexasim zêde li ser komkujiya Dêrsimê bi fikar bû, loma jî hertim li çîrokên Dêrsimiyan guhdarî dikir. Dîcle Anter dibêje: Rojekê çavê bavê min bi tesadufî bi hemalekî goc/seqet ketiye, ji xuyanga wî dizane ku ew Kurd e, loma dikeve bin serê wî û ew jî serpêhatiyeke biêş jê re vedibêje.
Mêrikê hemal di dema komkujiya Dêrsimê de leşkerê artêşa Tirkiyeyê bû. Dema dibîne çawa şêniyên Dêrsimê ji aliyê leşkerên Tirk ve bi kom tên kuştin, xwe qels hîs dike, dixwaze xwe ji wê kabûsê xilas bike, fîşekekê li destê xwe dixe û xwe birîndar dike. Piştî vê destê wî goc dibe û ji eskeriyê rizgar dibe. Êdî piştî vê yekê, li hêlekê xema Dêrsimê û li hêleke din xema peydakirina pariyê nên datîne ser milê xwe û xwe di kuçe û kolanên Stenbolê de winda dike. Piştî ku mêrik çîroka xwe ya trajîk qedand, Mûsa Anter destê wî yê goc radimûse.
Anter û Besê xanim
Wekî ku kurê wî Dîcle dibêje, Mûsa Antar mirovekî çepgir bû lê Kurdayetî dikir, loma Tirkan ew wek neteweperwerekî Kurd ê serhişk bi nav kir. Hin Kurdan jî ew wek mêrikekî çep, komunîst û ji olê derketî bi nav kiri. Lê wek helbestvan dibêje ew her ew kes bû ku xwe nas dikir.
Dîcle Anter behsa wê yekê dike bê çawa bavê wî li dibistana navîn hertim bi Tirkên nijadperest re diket pirsgirêkan, tewra Ataturk jî tev li meseleyê dibe. Gava xwendekarên Tirk dijûnên kirêt li dayika serkirdeyê Kurd Elîşêr û jina wî Besê xanimê didin, Mûsa Anter germ dibe û dijûnan li dayika Ataturk dide, loma giliyê wî dikin û wî digirin. Bi tesadufî di wê demê de Ataturk serdana bajarê Edeneyê dike û meseleyê dibihîze, xuya ye naxwaze sedema dijûndanê bigihîje dadgehê û navê Elîşêr (an bi awayekî din jî tê behskirin qaşo Tirkan dijûn li dayika Seyid Rizayê Dêrsimî dabû) werin nav navan, daxwaza berdana Mûsa Anter dike.
Birîna reş
Çawa ku Apê Mûsa piştî komkujiya Dêrsimê, cara ewil helbestekê bi zimanê Kurdî dinivîse, wer dixuye yekem piyesa bi zimanê Kurdî jî bi destê wî hatibe nivîsandin, li ku jî? Li zindanê!
Birîna reş şanoyek e ku behsa pirsgirêk û bextreşiyên Kurdan ên ku bi destê dewleta Tirkiyeyê hatibûn çêkirin, dike. Min berê di gotareke din de li ser naveroka Birîna reş wiha nivîsand: "Bi rêya şandina tovên genim ên jehrî û bi rêya axa û kesên xwefiroş ên Kurd ew genimê jehrî dihat çandin û paşê dikirin ard û hejar û belengazên Kurdan ew bi kar dianîn, di encamê de birîneke reş li ser laşê xelkê peyda dibû, bi sedan zarokên Kurd bûne qurbanên xureka nanê genimê jehirkirî, hejmareke mezin a jinên Kurd tûşî nezokiyê bûn, xelkê ji wan nexweşiyan re digot birîna reş."
Dîcle Anter qala wê yekê dike bê çawa bi dizî destnivîsa şanoya pirtûka Birîna Reş derxistine derve. Di dema xwe de dengvedaneke mezin a vê şanoyê hebû. Hîn jî naveroka şanoyê bi teşeyên nû û cihêreng li Kurdistanê dubare dibe.
Kurdayetî li şûna partîtiyê
Her çiqas Apê Mûsa xwediyê bîr û baweriyên çep bû, xêlekê endamekî çalak ê Partiya Karkerên Tirkiyeyê bû jî lê nebûye endamê ti partiyeke Kurdî, tevî ku hevalekî nêzîk ê serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê Faîk Bucak bû, tewra dema bi hev re li Stenbolê xwendekar bûn, bi çend hevalên xwe re aleke Kurdistanê (kesk, sor, spî û zer) çêdikin. Alê li demançeyekê dipêçin û sond dixwin heta bimirin dilsozê ax û gelê xwe bin û ji bo wî bixebitin.
Divê tu sînor derbas nekî
Ji ber serkêşiyên wî, dewleta Tirkiyeyê pasaport neda Mûsa Anter, derketina ji Tirkiyeyê lê qedexe kir û heta mirina wî jî pasaport nedayê. Tewra Daniel Mitterrand û François Mitterrand bi xwe jî wî vedixwînin Fransayê lê dîsa jî rê nadinê.
Mûsa Anter û Cegerxwîn, yek li Serxetê û yê din li Binxetê, dixwazin hev bibînin. Li hev dikin ku di trêneke ku di nav axa Bakurê Kurdistanê re derbas dibe, hev bibînin. Êdî di vagonan de ji bo çend demjimêran civînekê saz dikin û bi hev re dimînin. Her çiqas ji dîtina hev têr nabin jî lê neçar dimînin ku xatir ji hev bixwazin. Gelo wan bi çi hesretê behsa sînor, welat û azadiyê kiriye?
Welatekî nû
Yek ji taybetmendî û bilîmetiyên Apê Mûsa Anter ew bû ku wî dadgeh kiribûn cihê henekpêkirin û cihê qerf û tinazan. Herdem bi dadwer û dozgerê giştî re di nav gengeşeyê de bû. Mûsa Anter 12 sal ji jiyana xwe li girtîgehê derbas kirin. Her carê bi bafikekê dihat girtin, carinan tenê li ser rêzek helbesta bi Kurdî dihat dadgehkirin. Carekê bi dadgerekî re devjeniyê dike. Dadger jê re dibêje: Ma tu dixwazî welat parçe parçe bikî? Mûsa Antar bersivê dide û dibêje: Kîjan welat? Birêz dadger, destûrê bide ku ez ji te re serpêhatiyekê bibêjim, da ku em baştir ji hev fêm bikin!
Apê Mûsa axaftina xwe ya bi dadger re wiha dikudîne: Carekê zarokekî jinekê nexweş dikeve, dibe ba doktorekî. Doktor ji jinikê dipirse çi bela wî ye? Jinik bersiv dide û dibêje, doktor can, zarokê min kerr û lal e, çavê wî baş nabîne, destên wî pûç bûne û nikare baş bimeşe, lîsteyek kêmasiyên zarokê xwe jê re rêz dike! Doktor dibêje pir baş e, kerem bike xwişkê, her xwe li wê odeyê tazî bike û dirêj bike! Jinik dibêje, axir doktor ez ne nexweş im, zarokê min nexweş e! Doktor dibêje ez dizanim lê ez nikarim vî zarokê te derman bikim, çêtir e ku em zarokekî nû çêbikin! Apê Mûsa ji dadger re dibêje, welatê ku tu behs dikî, mîna wî zarokî ye, ma ne çêtir e ku em jî ji nû ve welatekî nû ava bikin ku welatê me hemûyan be û bişibe welatekî?
Mixabin Apê Mûsa Anter di temenê di ser 70 salî re ku mijûlî kampanyaya avakirina welatekî nû bû, bi destê çend xwefiroşên Kurd, bi navtêdana dezgeha koma Ergenekonê ku komeke nijadperestên Tirk di nava artêş û îstixbarata Tirkiyeyê de bû, li navenda bajarê Amedê hat kuştin lê bîr û bîranînên wî hertim di hişê welatparêzan de dimînin, nola darên çinarê yên baxçeyê wî, her û her ber bi dilê ezmên ve bilind û bilindtir dibin.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)