DAIŞê nekir, Şîe dixwazin bikin!

23-08-2024
Arif Qurbanî
Nîşan Qanûna Rewşa Kesîtî Îraq Zarok Zewicandin
A+ A-

Di destpêka meha Tebaxa îsal (2024) de, bi îmzeya zêdeyî 100 parlamenterên fraksiyonên Şîe yên Îraqê, projeyek ji bo sererastkirina 'Qanûna Rewşa Kesîtî ya Îraqê' di bernameya karê parlamentoyê de hat bicihkirin. Bê guman hewldana sererastkirina her yasayekê li ser wê bingehê ye ku ew yasa yan jî hin xal û bendên wê bi rewşa niha ya civakê re naguncin, loma divê bêne guhertin.

Ji ber ku Qanûna Rewşa Kesîtî ya Îraqê di koka xwe de sala 1959an hatiye derxistin, bi raçavkirina guhertin û pêşketinên ku di van 65 salên borî de qewimîne, tevî ku bend û xalên wê çend caran hatine sererastkirin jî dikare wekî yasaya dewraneke kevn were dîtin. Bi taybetî xal û bendên têkildarî mafên jinan, peymanên zewacê, pirjinî, mafê jinan ê biryardan û hilbijartina mêr, mijara mîratê û gelek mijarên din ên girêdayî jinan, di qanûnê de berovajî rêgezên mafên mirovan û prensîb û armancên niha yên Neteweyên Yekbûyî û civaka mirovahiyê ne.

Ji ber vê yekê destwerdana qanûnê bûye pêdiviyeke neçarî. Bêguman di rewşeke wekî ya niha de ku Îraq heta radeyekê dixwaze xwe bi civaka navdewletî re biguncîne, dixwaze ji hêla aborî, siyasî û bazirganî ve mifayê ji vebûna welatên cîhanê bi hev re wergire, di demeke wiha de ku mijara sererastkirina Qanûna Rewşa Kesîtî ya Îraqê derdikeve holê, hemû hêvî li ser wê yekê ne ku projeya sererastkirina qanûnê rêgez û prensîbên qanûnî yên serdema îroyîn a mirovahiyê di warê maf û azadiyan de li ber çavan bigire, cudakariya mezin a di navbera her du zayendên mê û nêr de derbas bike, qet nebe di aliyê mafan de wekheviyê di navbera mêr û jinan de çêbike, derfeta maf û azadiya bêhtir ji jinan re peyda bike di avakirina malbatê de û dabînkirina mafên wan di çarçoveya malbatê û di nav civakê de.

Lê dema ku naveroka projeya pêşniyarkirî ji bo sererastkirina Qanûna Rewşa Kesîtî ya Îraqê di medyayê de weşiya, ne tenê ne di asta hêvî û pêdiviyên qonaxê de bû, li şûnê, nîşana vegera Îraqê ber bi rewşekê ji ya serdemên herî tarî yên dîroka mirovahiyê pir xerabtir bû çimkî tiştê ku di wê stratejiya rêolî ya Şîe de ji bo sererastkirina Qanûna Rewşa Kesîtî hatiye raberkirin, mînaka wê di dîroka mirovahiyê de nîne.

Li ti dewletê, ne berê ne niha, qanûneke wer tune, tewra li Îran û Efxanistanê jî tune û xîlafeta DAIŞê jî ev yek nekir!

Pêşniyara yasayê gelek xalên xofdar li xwe digire. Wekî rêdana zewac û berdana li derveyî qanûnê, bêparkirina jinan ji mafê dayiktiya li ser zarokan piştî berdanê û gelekên din lê xala herî tirsnak xweşkirina rê li ber zewaca zarokên keç di temenê 9 saliyê de ye.

Dibe ku di nav civakên êlperest û paşketî de hîn jî rewşên zewaca li derveyî qanûnê hebin an jî perçiqandina jinan di wê astê de be ku dayik ji kezeba xwe were mehrûmkirin lê li ti quncika ser rûyê vê erdê civakek nîne ku keçikên 9 salî bide zewicandin ku meriv rabe û bibêje ku Şîeyên Îraqê çav li wan kiriye.

Şîe dixwazin vê ajo û pêvajoyê bi yekê ji wan çîrokan ve girê bidin ku qaşo (Pêxemberê Îslamê di 53 saliya xwe de Eyşeya ku 9 salî bûye, xwestiye) lê gelek çavkaniyên Îslamî û di van salên dawî de jî, hin zanayên olî red dikin ku ev çîrok xwedî bingeheke rast û durist be. Tewra ger tiştekî wiha qewimîbe jî cihê xebînetê ye ku niha dîsa biqewime çimkî ne zanist û ne jî ti mantiq îspat dike ku keç di 9 saliya xwe de ji bo zewacê guncan e.

Tişta ku Şîeyên Îraqê dixwazin bikin berovajî şerîet, hiqûq, zanist, mantiq û hemû nirx û prensîbên mirovî ye. Berî her tiştî nav û meqamê Pêxemberê Îslamê çelexwarî dike û paşê dibe destpêka qonaxeke nû ya hovîtiya mirovan ku mînaka wê di nav teba û lawiran de jî peyda nabe.

Herçend di nav Parlamentoya Îraqê de parlamenterên Kurd û Sunî li dijî wê projeya sererastkirina Qanûna Rewşa Kesîtî ya Îraqê ne ku ji aliyê komên Şîe ve hatiye pêşkêşkirin, li derveyî parlamentoyê jî di nav saziyên civaka sivîl, saziyên jinan û hinek ji elîta çandî ya Îraqê de karvedan li pey xwe aniye û egereke mezin heye ku li ser asta civaka navdewletî û rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî jî li çepera dijî wê yasayê cih bigirin, loma hîn jî ne zelal e ka dê parlamento rêkarên sererastkirina qanûnê bidomîne yan jî vê dosyayê bigire?

Lê formulekirina stratejiyeke rêolî ya wiha û amadekirina wê wekî projeyekê ji bo sererastkirina Qanûna Rewşa Kesîtî li parlamentoyê derbas bibe û bi yasayî bê kirin an bê redkirin, tiştekî ji vê rastiyê kêm nake ku hişmendiya desthilatê û hukimdariya piraniyê li Îraqê bi vî rengî ye. Ji niha û bi şûn de dê wekî kevneşopiyekê di nav civaka Şîe ya Îraqê de li derveyî qanûnê û di bin kulav û şaşikên melayan de were pêrewkirin.

A ku cihê baldarî û di heman demê de metirsiyê ye, daketina kalîteya parlamenter û saziya yasadanîna Îraqê ber bi astekê ye ku bi vî çavî li jin, pêvajoya zewacê, pirjinî û maf û azadiyên jinan dinêrin.

Her wisa ew metirsî nîşan da ku projeya desthilata Şîe ji bo siberoja Îraqê ev e. Metirsî jî ew e ku ji ber gelek sedeman rêjeya Şîeyan bi berdewamî zêde dibe û pozîsyon û rola wan dê di salên pêş de zêdetir bibin, ji ber ku ti bizav û tevgereke çandî, jiyandost û demokratîk di nav wan de bi pêş nakeve, di siberojê de dê bêtir û zêdetir têkevin jêr bandora wê pêla rêolî ku xwe wek mînakeke cuda li cîhana Îslamî û tewra cuda ji desthilata Şîe ya Îranê jî disêwirîne.

Her çiqasî heta niha Herêma Kurdistanê neketiye bin serdestî û bandora hin çand û yasayên kevneperest ên Ereban, çi Sunî dibin an Şîe dibin, xasma ku Qanûna Rewşa Kesîtî li Herêma Kurdistanê ji piraniya welatên Ereb û Misilman pir vekirîtir û demokratîktir e lê ne şert e ku karibe bi vî rengî berdewam bike.

Îhtimaleke mezin heye ku di siberojê de bi serdestiya hegemonya û pêgeha Bexdayê li ser Herêma Kurdistanê, wan qanûnan li ser gelê Kurdistanê jî ferz bikin ku çanda Kurdan di vî warî de bi temamî berovajî çanda Ereban e.

Loma berî demokratxwazên Ereb û bendewariya ku civaka navdewletî pêşî li vî karê nemirovî bigire, divê Kurd hewldan û îmkanên xwe li dijî vê yekê bikin yek. Bi taybetî jî ku Parlamentoya Îraqê vêga bê serok e û her du cîgirên wî Kurd in.

Li milekî ji Kurdan re cihê şermezariyê ye ku di serdema desthilata wan de ev mijar li parlamentoyê bê nîqaşkirin. Li milê din jî derfet e ku nehêlin rêkarên sererastkirina wê qanûnê berdewam bikin. Tevî ku yek ji cîgirên serokê parlamentoyê beşek ji ajendaya rêola Şîe ye lê bêyî razîbûna her duyan ti projeyasa di bernameya karê parlamentoyê de cih nagire. Lewra berpirsyarî dikeve ser milê Kurdan.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mehmûd Necmedîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

Bi rastî Kurd mirîperest in?

Kurd dildarên vîla, nargîle û baxçeyan in. Kurdek amade ye her roj here kafeteryayê û 10-15 hezar dînaran bide nargîleyekê lê ne amade ye pênc hezaran bide pirtûkekê û bixwîne!