Peymaneke 100 salî li gel Tirkmenan

Biwêjeke Kurdan a bi navûdeng heye ku êdî weke gotineke pêşiyan cihê xwe girtiye; “Her şaşiyek, waneyek e”. Ji ber vê yekê kesên xwedî ezmûn, ji kesên bêezmûn cihêtir û biaqiltir tevdigerin û miamele dikin. Ev tê wê wateyê ku pêwîst e mirov ji şaşiyên xwe yên berê waneyan derxin. Kurd jî gelek caran dibêjin wan ji şaşiyên berê wane wernegirtine û ji ber wê yekê dîrok xwe dûbare dike.

 

Kurd li proseyeke ku ev zêdetirî 100 sal in li Iraqê birêve diçe de dimeşin û xala herî girîng (kilîl) a vê proseyê jî Kerkûk e. Li Iraqê di çarçoveya meseleya Kurd de pêwîst bû Mûsil xala herî girîng ba. Weke kilîl an navendditîna Kerkûkê zêdetir bi kêrê Ereban hat û Mûsil li derveyî rageşiyan ma.

 

Wê demê meseleya Mûsilê weke meseleya Kerkûkê ya îro bû bo Kurdan. Di heyama 100 salên dawîn de Iraqê weke dewletekê û Ereban jî weke miletekê projeyên erebkirinê berdewam kirin. Kurd jî ji ber ku weke bertekekê ketin rewşa berevaniyê, nebûn xwediyê projeyekê bê ka dê li hemberî kêşeyan bi kîjan mekanîzmayên têbikoşin. 


Ji parlamentoyê bigirin heta siyasetê û ji şoreşê bigirin heta raperînê me di her warî de têkoşîn da. Li gel aliyê din rûniştin ser maseya mizakereyan, guftugoyên me çêbûn û me hewl da ku li hev bikin. Hewldanên me jî weke ku Kerkûkê li xwe bigire hatin pêkanîn. Lêbelê ji bo bicihbûna vê daxwaza me ya rewa em ne xwediyê projeyekê bûn.

 

Di her qonaxa heyama sed salên borî de tenê pîrozdîtina Kerkûkê bi ber Kurdan ket. Ev jî bû sedem ku ti kes destê xwe ji Kerkûkê veneke.

 

Bi kurtasî Kerkûk bûbû, ‘xeta sor’ a xelkê. Lêbelê di bûyerên 16 Cotmehê de ev pîrozdîtina Kerkûkê ziyan dît. Bi şikestina vê pîroziyê êdî li Kerkûkê jî em dê rastî hinek gef û planên ku demên borî li Mûsilê rû dan bê û li gel vê yekê êdî herêmeke cuda an tiştekî din dê bibe xala herî girîng (kilîla kêşeyan/kilîla çareseriyê) a meseleya Kurd.

 

Niha him li Bexdayê û him li Kurdistanê, meseleyên weke sînor, ax û nasname ji mejiyê kesayetên Kurd tê jêbirin. Niha hewl tê dayîn bingeha meseleyê bi kêşeyên ne muhîm ên weke bûdce, mûçe, neft, kirrîna genimê cotyarên Kurd ji aliyê Bexdayê ve, para qut û dermanan a welatiyan bê sînordarkirin.

 

Eger em di vî warî de bi baldarî tevnegerin, taybetmendiên kêşeyên me dê di hişê welatên cîhanê de weke meseleyên sunî bimîne. Bexda bi plan û baldarî dixwaze me bikişîne nav van kêşeyan, lêbelê meseleyên me yên esasî ne ev in.

 

Divê Kurd rêyeke din bibînin û bên ser meseleya esas, yanî vegerin meseleya sînor, ax û nasnameya Kerkûkê. Li Kerkûkê ji bo geşepêdaneke me, fersendekî baş e em waneyan ji xeletiyên xwe yên berê derxînin. Divê em vê rastiyê jî qebûl bikin; tevî ku delîl hene Kerkûk bi belgeyên dîrokî û erdnigarî bajarekî Kurdistanê ye, lêbelê ji ber erebkirina bi sedan salan Kurdan nekari xwe bi tenê weke xwediyê Kerkûkê nîşan bidin.

 

Li gel rûxana rejîma Sedam, divê bi liberçavgirtina vê rastiyê bo xwe şirîkek peyda bikirina. Ji ber ku ev nekirin, bi tena sere xwe jî mafên xwe bidest nexistin. Di nav piştevan û aliyên vê meseleyê yên li qada herêmî û navdewletî de me piştevanek bo xwe peyda nekir. Ji ber hindê em di nav kêşeyên tevlîhev de bi tenê man.

 

Piştî ewqas binketinan (têkçûn), em hîn bûn bê ka stratejiya Bexdayê ya ‘Erebkirin’ û ‘Şîekirin’ê çi ye. Ez hêvî dikim me ji binketinên xwe wane wegirtibin. Pêwîst e ji bo rizgarkirina Kerkûkê ji vê mêtingeriyê em stratejiyekê bibînin û bo vê yekê jî divê em bi sererastkirina şaşiyên xwe dest pê bikin. Rêya vê jî di wê de derbas dibe ku em ji bo wergirtina Kerkûkê bi tenê nemînin.

 

Pêkhateya Tirkmen bi sedan salan e li gel Kurdan dijî. Herwiha di ware çandî û civakî de jî gelek xalên me yên hevbeş hene. Di ware civakî de dem bi dem rageşî çêbibin û di nav wan de hinek kesên ku tund difikirin hebin jî, pêşengên herdu aliyan jî di vê baweriyê de ne; tenê pêkvejiyan û hişmendiya Kerkûkîbûnê, dikare rê li ber ‘Erebkirin’ û ‘Şîekirinê’ bigire.

 

Hinek têkçûn bo me hinek deriyên nû vedikin.  Ev gotin, ji bo Kurd û Tirkmenên ku li Kerkûkê dijîn rast e. Kurdan ev demeke dirêj e hay ji vê metirsiyê heye lêbelê ji bo rûbirûbûnê ne xwedî plan û program bûn. Tirkmen jî hêj nû hay ji metirsiya ku guhertina demografiyê bi xwe re tîne dibin. Hêj nû pêdihesin ku bi derxistina wan ji miletbûnê û nîşandana wan weke aliyekî rageşiya di navbera Şîe û Suneyan de, hatine xapandin.

 

Ew jî di girîngiya cihgirtina ligel Kurdan têgihiştin. Bi kêmanî têgihiştin ku eger li gel Kurdan bin dê bi parastina nasnameya xwe di hevkêşêyê de bimînin.

 

Bi wergirtina waneyan ji şaşiyên berê avakirina baweriyekê ji aliyê Kurdan ve xwedî girîngiyeke mezin e. Kurd divê li hêla din peymaneke bi nave ‘Peymana Sedsalê’ ya demdirêj pêşkêşî Tirkmenan bike.

 

Pêwîst e ev bi Kerkûkê neyê sînordarkirin û Xurmatû, Mûsil, Diyala û deverên din ên ku Kurd û Tirkmen li gel hev dijîn jî li xwe bigire. Em bi sedan salan e di nav êş û kulan de dijîn û li bin zext û polîtîkayên paqijiya etnîkî de ne. Ji ber bandora sedsala dawîn, ji bo sererastkirina rewşa Kerkûkê pêdivî bi dehan salan heye. Ji ber hindê bi destpêkirina ji niha ve, pêdiviya me pê heye heta dawiya vê sedsalê şirîkatiyeke rasteqîn li gel Tirkmenan dirûst bikin.

 

Kurd pêwîst e li gel hejmarê miqayese nekin, her çiqas hejmara Tirkmenan her ku diçe kêm dibe jî divê em rêgeza şirîkatiyê li gel wan li hev bikin. Weke, em li gel hev beşdarî hilbijartina herêmî ya li Kerkûkê û hilbijartinên giştî yên li Iraqê bibin.

 

Weke misogeriyekê jî dive em erkan di navbera hevdu de bi awayekî wekhev belav bikin. Herwiha girîng e, ji bo rêlibergirtina hewlêdanên bidestxistina piraniyê di sazî û postên weke parêzgarî, Serokê Encûmena Bajar û gelek rêveberiyên din de bi navbera 2 an 4 salan pevguhertin pêk were. Bi vê yekê di rêveberiya Iraqê û cihgirtina di hevkêşeya li herêmê , dikarin weke du şirîkên xwediyên malê, li hemberî hewldanên dagirkeriyê xwedî karîgeriyeke zêdetir bin. Eger Kurd vê misogeriyê bidin Tirkmenan, mirov dikare bibêje ji bo lihevhatinê guncawtirîn dem e.