Pêvajoya Çareseriyê û Diyaspora Kurd li Ewropayê

Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyeyê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » destpêkiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja Abdullah Ocalan destpêkir. KCKê bi daxuyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew li gorî heman mesajê tevdigere. Heya niha bi dehan komên gerîlla ji Bakurê Kurdistanê vekişiyan Başûr. Heman meşa gerîlla hê jî didome.

Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê, li cûrbecûr herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzîkî PKKê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku min şopand û dişopînim, heya meha Pûşberê jî di van civînan de hêviyên mezin hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku ew civîn pêkanîn, hikûmeta AKPê soz daye ku ew li gorî « nexşerêyê » tevbigere û pêvajoyê lipêşbixe. Lê mixabin, tê dîtin ku wisa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin naxuyên.

Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji agahdarkirinê zêdetir atmosfera serkeftina têkoşîna gerîlla hatiye belavkirin. Bêguman xebateke wisa nikare ji pirsên diyasporayê re bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzîkî PKKê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekî giştî mirov nikare diyaspora kurd li Ewropayê weke hêzekê bikarbîne. Ez vê weke kêmasiyekê dibînim û ji bo pêşerojê weke xaleke qels dinirxînim. Divê wisa nebûya û wisa nebe.

Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bêyî hêz û vîna diyasporayê nikare bimeşe. Îro parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyeleke mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêjeyî, hunerî û aborî de Kurdên li Ewropayê roleke girîng leyistine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyî ti pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyek çêbibe, ewê zerarê bibîne.

Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim, divê hemû Kurdên li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hêj di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyek peyda nebûbe jî, mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Ti hêza diyasporal ji yek rêxistinê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cûrbecûr nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wisa be, ne mimkun e ku hêza diyasporal çêbibe û bi feyde be.

Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin, wê demê divê derbarê vê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd» de nêrîna diyaspora kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin. Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.