Filistîn, waneyek ji bo Kurdistanê

Ji ber ku filistînî ereb in, cîhana erebî wek beşek ji kêşeya ereban li kêşeya wan dinere. Çunkî misilman in jî, cîhana îslamî bi heman çavî li wan dinere. Ji ber rewatiya doza wan jî, li derveyî cîhana erebî û îslamî, merivên din jî hene bi wan re hevsoz in.

Lê sal li pey salê erdnîgariya wan biçûktir dibe û pêgeha wan di hevkêşeyan de lawaztir dibe. Gelo sedem tenê bihêziya beramberê wan ên cihû ye? Yan ew bi xwe çavkaniya lawazbûna xwe ne?

Heke em binerin ji wexta ku dewleta cihû hatiye damezrandin, di her gereke şer de û paşê di gotûbêjên dîtina çareseriyê ji kêşeya Filistînê re, ereb li ser erdê bêhtir paşve kişiyane û asta daxwazên wan jî hatiye xwarê. Tişta di salên 40î de dikarîn wergirin û pê razî nebûn, di salên 50î de hewl jê re didan û Îsraîlê nedida wan.

Tişta di salên 60î de dikarîn ji Îsraîlê wergirin, di dehsaliya dû re de xebat jê re dikirin, heya gihişt asta ku ji daxwaza wergirtina Qudisê daketin ser daxwaza mizgefta (Eqsayê) li Qudisê û ew jî bi wan nayê parastin.

Navçeyên ku heya niha di destê ereban de mane û Îsraîl jê geriyaye xwe bi xwe birêve bibin, heke Îsraîl bixwaze wan dagir bike, dê bi hêsanî wan navçeyan jî bixe jêr kontrola xwe, lê niha wiha nake çunkî wê çaxê dê ereb bibin piraniya şêniyên Îsraîlê û naxwaze vêga vê serêşê ji xwe re çêbike. Heke çareseriya vê kêşeyê berdest bike, dê hemî Filistînê dagir bike, ne cîhana erebî û ne dinyaya Îslamê nikarin pêşî lê bigirin.

Di raboriyê de gelek caran derfeta ereban hebû bi aştî û li jêr çavdêriya civaka navdewletî çareseriyeke navendî ji kêşeya wan re were dîtin, lê ji ber ku kar bi vê tezê dikirin (yan her tişt an ne tiştek) lewma ji ber newekheviya hêzê û hergav di raboriyê de jiyan û redkirina realîteyê (ne tiştek) ji wan re ma.

Tiştê vêga li devera Xezayê diqewime, zêdebarî ku cara yekem e bi vê radeyê şiyana Tevgera Hemasê ya moşekbaran kirina navçeyên cuda cuda yên Îsraîlê heye û dibe ku bikare ziyaneke mezin bigihîne Îsraîlê jî, lê dawiya wê jî her avê dixe aşê lawaztirkirina Filistînê, çunkî ne tenê ji ber ku di aliyê şiyana serbazî û teknolojiya cengê de nayên berawirdkirin, lê ji ber bêdesthilatî û bêhelwestiya civaka navdewletî li hindava bûyerên wiha.

Tawanên Îsraîlê yên kuştina jin û zarokan û dest neparastina ji merivên sivîl, bordimankirina navenda bajaran û cihên nişteciyan, li ber çavên cîhanê diqewimin, tawan çiqas ji wiha kirêttir bin jî, helwesta zilhêzên cîhanê ji derêxistina daxuyaniyên şermezarkirinê bêhtir nabe. Bereya filistîniyan û piştovanên wan ên aşkira û nihênî jî şerê meydanî yê demdirêj bi Îsraîlê re bi wan nayê kirin.

Dibe ku bikarin moşekbaranan bikudînin ku ne dûr e bibe sedem Îsraîl çekên malwêrankertir bikar bîne. Filistînî jî tevî hemî piştevaniya erebî û îslamî û hevsoziya cîhanî bi doza wan re, tûşî şikestinên bêhtir dibin û beşek din ji welatiyên wan bêmal dimînin û koçber û derbiderî welatan dibin, ku ev armanca sereke ya Îsraîlê ye.

Kurd ji ber ku heman kêşeya wan heye, giringiyeke zêde didin bûyerên kêşeya Îsraîl û ereban. Lê giringîdaneke kelevajî ye û sûd û pendan ji ezmûnên herdu aliyên pirsgirêkê wernagirin. Ez dixwazim bêjim ku bêdengî û bêhelwestiya civaka navdewletî li ser siberoja Kurdistanê jî metirsî ye.

Heke em wisa bawer bikin ku sedem ew e ku piraniya welatên cîhanê dost û hevalbendên Îsraîlê ne û lewra çavê xwe jê digirin, ev ne rast e. Ya rast gewherê civaka mirovatî ye ku bê guhdan li mirov bi xwe dinere û xemsar e ew rastî çi jan û malwêraniyan tên.

Rast e Amerîka hevpeymana Îsraîlê ye, lê hemû Rojava û zilhêzên cîhanê ne mîna     Amerîkayê ne ji bo Îsraîlê. Qasî ku kêşeyên mesîhiyan bi cihûyan re hene, ew qas kêşeyên misilmanan bi wan re nîn in.

Lê erdnîgariya hevrikiyê wiha kiriye ku pirsgirêk bibe pirsgirêka misilman û cihûyan. Dixwazim bêjim cîhan ne piştovana Îsraîlê ye, lê êdî cîhan ji tawan û komkujiyan bê helwest e, ew tawan û komkujî li kû dibin bila bibin.

Ji bo kurdan kifşkirina vê rastiyê pir giring e, çunkî em jî li wê heman navçeya germ a rojhilêt in ku çavkaniya kêşe û tundûtîjiyan e. Kêşeya me jî bi neteweyên serdest ên tirk, ereb û faris re heye.

Dewletên Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê kurdan wek çavkaniya gefê li ser ewlekarî û aramiya xwe sawêr dikin û kar ji bo nehîştina wê metirsiyê dikin. Ev jî wiha dike ku em di siberojê de rûbirûyî aloziyên bêhtir bibin. Divê em rewşa Filistînê bi wê hemî piştevaniya erebî û îslamî wek heye bibînin, ku halê wan ev hal e.

Gelo çî kurdan heye ku ji xwe re bikin çavkaniya hêzê? Yanê çî kurdan heye bikin çavkaniya berdestkirina piştevaniya cîhana derve û zilhêzên dinyayê da ku berpirsiya parastina kurdan ji tevkujiyê li stûyê xwe bigirin.

Pêwîst e em kurd li şûna ˈhevsozî yan rik û kînˈa ji cihû û filistîniyan, ku dike civaka kurdî bike du beş, ezmûnên vê kêşeyê bikin pirsek bo tevdana mejî û derûna me ji bo ger û dîtina çareseriyeke dadmend û aştiyane ji kêşeya kurd re li navçeyê.

Heke em wiha nekin çarenivîsa me dê bê guman ji çarenivîsa erebên Filistînê ne çêtir be.