Çîroka netew-dewletê

Em wê bi Şoreşa Burjuvaziyê ya Frensayê (1789) nas dikin. 1918-1960ê, serdema zêrînî ya netew-dewletê ye. Şerên rizgariya netewan, di ciwaniyê de xwedzaya me bû.

 

Di Zagona Yekîtiya Netewan de (24.10.1945), “destnîşankirina çarenûsa gelan” cih digre. YNê di 1960ê de “Peymana Koloniyan” pesend kir: “Her netew xwedî mafê destnîşankirina qeder û statuya xwe ya polîtîk, aboriyî, civakî û çandeyî ye.”

 

Lê biryarên Komcivîna Giştî ya YNê, ne girêdêr in. Di wateya têgehan de jî tevlîhevî heye. Li welatên pirrnetewî, tenê yek xwedî maf bû, yên din destvale bûn.

 

Heya bêjî peyman û zagonên navneteweyî hene. Lê tenê heke hêz û pişta te hebe, mafên te hebûn.

 

Kêmnetew kî bûn? Kurd? Ne. Kurd li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê ne kêmnetew in. Ew li welatê xwe, li Kurdistanê ne. Biyanî hatine, welatên wan dagir kirine. Wek “kêmnetew” binavkirina Kurdan, xelet û heqaret e.

 

Mixabin di nav me de bêhişên ku gotina “kêmnetewê” bi kar tînin û pirsa kurd bi wê sînordar dikin, hê ne kêm in.

 

Mafdarî û bedkarî

 

Di nav netew-dewletan de hevbendî, bûye kevneşop. Ji ber ku dewletên biçûk her tim rastî bedkariya dewletên mezin dibin.

 

Sovyet û Yekîtiya Ewropayê du mînakên balkêş ên hevbendî û yekitiyê ne. Ya pêşî pelişîye, ya din li ser piyan ma.

 

YE ji Serdema XIXmîn ve di rojevê de bû. Sosyalîstan digotin, “li ser bingeha kapîtalîst yekîtî nabe”. Encam, berevajiya îdîayê ye. Dibe netew-dewlet bi vîna azad tevlî bûbûn û dibe di YEyê de bingehê demokrasiyê zexmtir bû.

 

YEyê di nav xwe de pirsên kêmnetewan, weke ya Baskê, çareser dike û tevkarî li yên derveyî sînorên xwe jî dike.

 

Tirkiye û Îran? Ew, li mînakan nayên. Ew zîndanên netewan in. Azadiya netewên bindest, bi taybetî ya kurdan, pirsa herî awarte ye.

 

“Dema netew-dewletê borîye”?

 

Jiyan, îdîayê derew dertîne. Erê ji ber entegrasyona aboriyî û siyasî, li seranserê dinyayê civak nêzî hev dibin, lê yek jî dev ji dewleta xwe bernade.

 

Tirk, Fars û Ereb, Kurdan bi “neteweperestî” û pan-kurdîzmê” sûcdar dikin û dibêjin “serdema netew-dewletê borîye”!

 

Kurdên Bakur, bi bandora pişaftinê, yên Başûr jî ji ber qelsiyên netewbûna hemdem, dikevin xefikê. Li Bakur bandora Enqerê, li Başûr jî dubendiya deverî û tevlîbûna Tehranê, sedemê dijîtiya dewleta kurd e. Lê ne Tirk ne jî Fars, dev ji netew-dewletê berdidin.

 

Kurd wê bikaribin dewletê ava bikin an ne? Li vir pirs ne ev e. Mafê dewletbûna kurdan tê înkarkirin.

 

Ka li van daneyên binêrin:

 

Li Bakur tirkî bûye zimanê zikmakî, kurdî jî yê biyanî. Kurdên hewl didin, bi rêya tirkî fêrî kurdî dibin.

 

Fars, Kurdan ji binemaliya xwe qebûl dikin. Lê wiha here li Îranê ti pêşeroja ziman û çanda kurd namîne.

 

Li Başûr em, Erebên berhema erebkirina Kurdistanê êdî qebûl dikin û di ser de jî daxwaza xweseriya wan, rojeva me tijî dike.

 

Li Rojavayê Ereb hewqas zêde bûne, em wan tevlî desthilata xwe jî dikin.

 

Îsraîla 2mîn?

 

Ji ber ku Îsraîlê dest daniye ser xaka Filîstinê? Lê kî dest danîye ser xaka kurdan?

 

Ji ber ku Îsraîl, Filîstiniyan dikuje û mal û warên wan xopan dike? Lê wêneyê Farqîn, Cizîra Bota, Nisêbîn, Sur, Şirnex û Geverê kî çêkir? Di serê 1980an de kî Rojhilat wêran kir? Pêwîst e, Seddam û DAIŞê lê bikim?

 

Ji ber têkiliyan? Mamostayê MIT û SAVAKê, ne MOSSAD e? Çekên kontrgerîlaya tirk, ne ji Îsraîlê tên? Têkiliya leşkerî û aboriyî ya tirk û îsraîliyan ne geş e?

 

Xwediyê tawanbariyê, Îran û Tirkiyê ne. Tirsa dorpêçkirinê didin me.

 

Dive em vê ji wan bipirsin: Ên Kurdan dikujin, Cihû ne, an Tirk, Fars û Erebên misilman in?

 

Bi Ereban re dewlet?

 

Qesta min Erebên Îraqê ne. Li ser çi bingehê?

 

Biratiya îslamî? Ma ola Kurd û Ereban yek e? Bêhtiriya Erebên Îraqê, Şîî ne. Kurd Sunnî, Êzîdî û yên din in. Erebên sunnî bi gelemperî Baasî û DAIŞî ne. Divê Sunnîtiya kurdan, ji wan gellek gellek cuda be.

 

Dîroka hevpar? Ji komkujî û nîjadkujiyên pêve çi heye?

 

Demokrasî? Erebên îro û demokrasî! Ew qet li hev nayên. Desthilata şîî ya Bexdayê, nûnertiya Tehranê dike, mînaka wê dişopîne.

 

Îro di nav dewletekê de bi hev re girtina Kurd û Ereban (Sunnî an Şîî), ji yekkirina Cemserê Bakur û Başûr zehmettir e. Ya herî baş, dûrketin e. Dibe rojekê. Lê divê ew berhema gelên xwedî dewlet be.

 

Netew, bê dewlet çênabe

 

Dewletbûn ne neyartiya gelan e. Dewlet ne tenê leşker, polîs û bac e, lê parastin û pêşvebirina çand, ziman û dîrokê ye jî. Netewa bê dewlet, nikare wan pîrozahiyên xwe biparêze.

Xweserî nikare erka dewletê bîne cih. Xweserî ne daxwaza netewan e, lê ya kêmahiyan e.

 

Ji aliyê din dewletbûn, helwesteke derûniyê ye. Ka bêjin, nav û ala me, li kîjan çalakî û dika navneteweyî heye? Ne li yekê jî.