Yekrêzî hem destkeft û hem rêya felata me ye

23-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Bilind Newres

Li Herêma Kurdistanê, em hemû çi wek partiyên siyasî û çi wek welatiyên ji rêzê, hest bi wê jihevveqetîn û cudabûnê dikin ku di encama berjewendiyên taybet de di navbera hêz û aliyên siyasî de peyda bûye.

Ev ezmûn çend caran hat ceribandin. Lê dawiya dawî her û her têgihîştinê, paşê lihevkirinê û dû re jî yekbûnê hemû kêşe û pirsgirêkên me çareser kirin. Her li ser vê hîmê bû jî ku (Serok Barzanî) kerem kir û got: Ez rijandina xwîna kurdan bi destê kurdan heram dikim.

Ne li cih e piştî ezmûnkirina çend qonaxan û akam û ziyanên wan, em careke din rabin û heman ezmûna pûç û bêmifa ducar bikin! Di demekê de ku me berhema yekdestî û yekrêziyê dît ku hem destkeft ji me re anîn û hemî jî em ji nemanê derbas kirin.

Hevkêşeyên cîhan û navçeyê jî hem ji me û hem ji hemûyan dixwazin ku em bi hevgirtin û yekbûn rûbirûyî pêşhat û guhertinan bibin, aliyê ku tenê be jî heke winda jî nebe, dê teqez rêya xwe şaş bike.

Normal û rewa ye jî ku partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwedî rêzikname û programên xwe yên konevanî yên taybet bin û li ser desthilatê hevrikiyê jî bikin. Ev hîm û bingeheke xweristî ya karê siyasî ye.

Lê tişta ne normal ew e ku ew hevrikî dorfireh bibe û bibe destdirêjîkirina li ser nirx û bihayên niştimanî û jihevvqetînê mezintir bike û li şûna ku nêzîktir bike asoya ronahiyê hîn dûrtir bike.

Em mehkûmî wê yekê ne ku em bi hev re bin. Çunke tertûbelavbûn me ber bi rêyekê ve dibe ku li dawiya wê dîwarek heye û em ê li pêşber wî dîwarê asê bimînin.

Di her demekê de û di her rewşekê de ku em ber bi paş ve vegerin berî em bigihin wî dîwarî, (lê vegera me li cem hev ne ku vegera bê encam), wê çaxê hemû sûdmend in.

Ev hesta berpirsiyariyê dewletmedarekê dixwaze ku pêngavekê di ser berjewendiyên hizbî re bihizire û tevbigere yan qonaxekê li pêştir be di hestkirina bi pêwîstiya yekbûn û giringiya yekrêziyê de.

Peyama serok Nêçîrvan Barzanî di cejnê de, nameyeke zelal û ronîdar bû ji hemû aliyan re ji bo ku mîna hergav deriyê gotûbêjê vekin, rûbirû hev rexne bikin û atmosfera giştî aram bikin ku ev xwesteka gel e jî.

Cihê medh û pesindanê ye ku hewldan berdewam in û nêzîkbûn jî ji bo rûniştin û civîna aliyan çêbûye ku hem xwesteka xelkê ye û hem jî cihê hêviya paşerojê ye.

Me pir bi hev re ceriband û şerê hev kir, lê eşkere bû ku em bi hev re xweşik in. Herdem jî dûrketina ji xezeb û waswasên şeytên aştî û tifaqê bi dû xwe de tîne.

Hemû serkeftin û destkeftên me berhema aştî, tifaq û yekdestiya me ya navxwe bû. Hemû ziyan û pirsgirêkên me jî derencama jihevvqetîn û tertûbelaviya me bû.

Lewra serok Nêçîrvan Barzanî bi awayekî reha hergav tekez dike ku gava em bi hev re bin destkeftên me çêdibin û dema em cuda û tertûbelav bin, dê tu kes me tu tiştî bi dest nexe.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Kawe Emîn / Wêne: Rûdaw Grafîk

25 filisên General Barzanî û ne 100 filisên Ebdilkerîm Qasim!

'Gelo Kurdan ti îbret ji van hemû trajediyên ku hatine serê wan, wergirtiye? Erê, gelo em dê kengî qencî û xerabiya xwe nas bikin?'