Ka rojeva hevpar a Kurdan?

Trump çiqas jidil e?

 

Wî, artêşa Parêzvanên Şoreşê ye Îranê xist lîsteya terorê. Biryar li aliyekî, biryardariya Trump mijara şikdariyê ye, gellek biryarên wî pûç derketin. Vê carê jî?

 

Li himberî otokrasiya Tehranê, ti şensê civakên Îranê tineye. Serêşiyeke ji derve, dibe tevkarî li ziravê wan bike. Divê em ji bîr nekin; sedemê xîzanî û ji azadiyan bêparmayîna gelên Îranê, ji dorpêçê zêdetir, Parêzvanên Şoreşê ne; ew tûyê aboriyê dixwin, ew serdestê siyaset, çekan û hemû azadiyan in.

 

Ji ber du eşên taybet, divê guhê kurdan li mijarê be: 25ê Îlona 2017ê li Başûr referandûm çêbû. Tehranê ew têk bir. Heşda Şeibî milîsê Qasim Sileymanê ji Parêzvanên Şoreşê, êrîşî Kurdan kir. Yên referandûm pûç deranî, da ku em careke din neqeliqînê, dezgeha rêlibergirtinê jî damezrandin û wê dişemînin.

 

Îlona 2018ê li Koya Başûr siyasetmedarên Kurdistana Rojhilatê rastî êrîşa roketa Îranê hatin, bi dehan şehîd û birîndar. Me şermezar kir, hemû hewqas û bêdengiya kûr... Trump ji Tehranê "sekinandina roketan" jî dixwaze. Roketa Îranê li Îsraîlê nade, lê kengê bixwaze dikare li Kurdan bide. Hêj gunehê wê pê tê?

 

Çima li hev nayên?

 

30ê Îlona 2018ê li Başûr hilbijartin çêbû. Ji hingê ve PDK û YNK di hevdîtinan de ne, heya ku ji referandûmê ve. Piştî her civînê daxuyaniyeke biçûk. Min tiştek fêm nekir, we?

 

Ez pirsê hêsan bikim, pirsgirêkên awarte rêz bikim: Xebatkirina parlemenê, destnîşankirina serokwezîr û Serokê Herêmê, ji pêşmergeyan heya tenduristî, dadmendî û perwerdê reform û guhertinên lezgîn. Pirsa herêmên li ser rikberî heye. Pirsa Êzidiyan, ji nû ve avakirina civaka Êzidî...

 

Hatiniya petrolê. Berê di navbera PDK û YNKê de peymana "camerî" hebû. Vêga rewş guherîye, zevî ji dest çûne, hatinî kêm bûye. Di hevdîtinan de parvekirina hatiniya petrolê, çiqas cih digre?

 

Qey herdu partiyan jî bi Bexdayê re pirsgirêkên xwe dane aliyekî, an li ser hin mijaran gotina wan nemaye? Bûyer ev be, vêga hemû xema herduyan jî ew bi xwe ne. Ka YNK buxçika pînekirî bû? Koma me ew wek "xiyanetkar" bi nav dikir, deqa xwe li YNKê dide. Hûnê bibînin; wê Parlemena Brîtanyayê li ser Brexitê li hev were, lê yên me dê hê di hevdîtinan de bin. Ma lihevnehatin jî behremendî ye?

 

Divê mirov ji wan bipirse; çima parlemen? Dezgeheke bêxebat. Çima pereyan terxanî dikin? Mirov bêyî xebat çawa dibe mehane-standinê qebûl dike?

 

Cebirandina birînan ked û demê dixwaze, lê ma hewqas dirêj? Tişta zêde zora mirov diçe, bêxemî û laşgiranî ye, qet leza wan tineye!

 

Rojava amadeyê pêvajoya piştî DAIŞê ye?

 

Dînamîzmeke bêhempa. Di navbera hûtan de çarenûsa dê bêhtirî bi hevkêşeyên siyasî, bi DYA û dewletên hevbendên wê ve girêdayî ye. Bi daneyên rewşa îro; DYA ji wir bikişe, dê ew hişsivîkî be.

 

Ev daxwaz her di rojevê de ye; hêza li Rojavayê serdest, biçûk an mezin, divê komên din ên siyasî û civakî yên kurd jî bikşîne nav xwe. Helwesta hevpar, rêya serketinê kurttir dike.

 

Evîndarî û hestyariya bo Efrînê, nîşana dilxweşiyê ye, lê propagandaya "Dor hat Efrînê", di şert û mercên heyî de bêvac e. Dagirkirina Efrînê, qasî artêşa tirk, berhema Rûsyayê ye jî. Îro erka damezrandina sîstema çaraserkirina barên girtî û koçberên ji DAIŞê mayî, derdikeve pêş. Û xetereya êrîşa artêşa tirk neboriye, heya ku piştî hilbijartina dawî, ew xetere mezintir bûye.

 

Bi boneyê ev mijar jî; ji çapemeniya kurd çendek, bi têgeh û gotinên dewleta tirk bûyerên Rojavayê şîrove dikin. Mînak; "Herêma Ewlekariyê". 30 cm an 3 km firehî, 10 an 300 km dirêjahî, kîjan be jî ew rûxandina desthilat û destkeftiyên Rojavayê ye. Erka çapemeniya kurd, ne dubarekirina têgehên dewletên serdest e, lê eşkerekirina planên dagirkeriyê ye, divê ew rastiyan binivîse.

 

Siyaset, ne fal e

 

Piştî hilbijartina şaredariyan, şîrove û bendawarî cuda ne; di derbara Kurdan de polîtîkaya Erdogan diguhere? Bi CHPê re hevbendî? Ji demokrasiya Tirkiyê hêvidarî?

 

Ez ji desthilata tirk ne hêvîdar im. Wê, bi gef, bertîl, dekbazî û rewşa aloz, hin encamên gorî xwe bi dest xistine. Dewlet rêxistina kesayetî ye. Patron dê, dezgehê bi kar bîne. Jixwe wî, mîsyoneke bîrdozî, siyasî û leşkerî daye xwe. Di konseptê de ciyê kurdan tineye, ne dostanî lê dijminahiya wan 'destkeftiyan' tîne(?)

 

Dibe mirov bi ser nekeve, lê mirov winda bike jî divê helwesta mirov rûmetdar be. Gellek siyasetmedarên tirk, di pirsa kurd de ne hevparên danûstandinê ne, bi sedemên xisletî û rûmetî wan ew destûrmendî winda kirine. Divê Kurd wek însan, di tevgera xwe de wê pîvana xisletî li ber çav bigre.

 

Xetereyeke din; dibe Erdogan û CHP li hev werin û di polîtîkaya kevneşop ya dewletê de bibin yek. Me gellek caran ew dît; dijberiya kemalîst bêhestî ye, di dijminahiya kurdan de zû dibin yek. Em bi sebir bin? Dijberê tirk bi demokrasiyê ve çiqas girêdayî ye? Li himber otokrasiyê şertê bivênevê yê jiyanê, lihevhatina bêyî pêşdaraziyên nîjadî û civakî ye. Gelo dijberê tirk ew fêm kiriye?

 

Korerêyeke din a Bakur, Îmralî ye. Divê xwedî li Ocalan derkevin. Lê nikarin pirsa kurd bi Îmralîya êdî mirî ve girê bidin. Bixwazin qencî li Ocalan bikin, divê hişmendî, tevger û berxwedana netewî û civakî zexm bikin, divê rê û dirbên wê, behremendî û ziravê wê nîşan bidin. Ya li pêş ew e, ne Ocalan e. Heke em ji berevajiyê newin xware, em reben in reben!

 

Pêdiviya me bi vejîneke nû heye

 

Roja me qala doza hevpar dikir, hêj do bû. Vêga me xwe kişandiya nav kulavê xwe, em xwe ji herkesî vedişêrin. Li himber êşên hev em bêxem in. Li himber erîşên li ser me, em bêdeng in. Em ji êrîşa dagirkiriyê re dibêjin "Operasyona Ewlekariyê". Di çapemeniyê de bo dewletên serdest em dengê hevûdin dibrin. Dîasporaya kurd, weke ku qerimî be. Platformên hevpar nemane. Xebata kurd dizivire xebata bo berjewendiyên kesayetî. Li her beşê, li ber derê, li himberî xwe-veşartin, tiralî, gendelbûn û bêberpirsiyariyê, pêdiviya me bi deng, gav û vejîna hevalbendî û hevgirtinê heye, him jî bi lezgînî.