Şaşfêmkirina Îranê

23-03-2025
Arif Qurbanî
Nîşan Îran Dost Şîe Şaşfêmkirin Sûriye
A+ A-

Di salan, Îran û alîgirên xwe di hewldanê de bûn ku cureyeke din ji îfadeyê ava bikin ku lap berevajî prensîba cihgirtî ya nav dinyaya siyasetê bû ku dibêje, "Di siyasetê de ne dostê hertimî ne jî dijminê hertimî heye."Wan dixwest ku wekî prensîbeke cihgirtî ya siyasî, wêneyekê ji bo Îranê çêbikin ku Îran ew welat e ku ti carî pişta xwe nade dostên xwe, tewra eger berjewendiyên wan jî hev negirin.

Ev jî ji ber wê yekê bû ku bi salan bû bêyî hebûna astengiyê û bêyî hebûna rikberekî li meydanê, Îranê karîbû Tehran, Bexda, Şam, Beyrût, Sena û Xezeyê bi hev ve girê bide û bi rehetiyeke bêsînor di navbera paytextên van welatan de hat û çûnê bike.

Wê hêz û hêlên siyasî yên van pênc-şeş welatan bi hev ve girê dabûn û di pirsgirêk û nakokiyên navxweyî yên her yekê ji van welatan de, li qezenca hêz û hêlên siyasî yên girêdayî Tehranê destwerdan dikir û pirsgirêk çareser dikirin.

Ev wêneyê xwedîtiya Tehranê ji bo hêz û karakterên siyasî li van welatan bi awayekî reng vedabû ku hetanî kes û aliyên ku heyamekê ser bi aliyên dijberî Îranê bûn, keftelefta wan bû ku Îran wan wekî beşekê ji xwe bipejirîne.

Wekî aliyekî mezin ê herêmî, hêzeke ranengihandî ya hevpeymaniya çekdarî li jêr alaya "Eniya Berxwedanê" ji hêzên çekdar ên girêdayî partiyên van pênc welatan ava kiribû. 16ê Çiriya Pêşîn a 2017an  (Artêşa Quds û Heşda Şebî û Hizbulaha Libnanê) bi hev re beşdarî girtina Kerkûkê bûn.

Di dirêjahiya 10 salên bûyerên Sûriyeyê de jî (Hemas û Hizbulah û Heşd û Pasdar û Artêşa Sûriyê) di heman çeperê de li dijî dijberên Esed şer dikir. Tewra di hevrikî û hevkêşeyên navdewletî de jî xwe wekî cure xwenîşandana sêgoşeyî ya (Îran, Rûsya û Çîn)ê nîşan dida û ewqas di ser xwe re çûbûn û qure bûbûn ku gefên derxistina Amerîkayê ji herêma Rojhilata Navîn dikirin.

Bi gotina Kurdan "ji ber ku rastî gunreşê xwe nehatibû", hem Îran di ser xwe re çûbû û qure bûbû, hem jî dûvelank û alîgirên wê heta wê radeyê ketibûn çav xwe de ku li dû sazkirina biwêjên siyasî yên cihgirtî wekî "tekane welatê dilsoz ji bo dostên xwe", pesnê Îranê didan.

Lê dema ku Îsraîlê di bersiva Tofana Eqsayê de biryara şer da, Îranê ne tenê li ser dost û dûvelankên xwe deng dernexist lê bi awayekî pişta xwe da dostên xwe ku ji bo mayîna xwe yek bi yek wan dike qurbanî.

Xeze bû xwelî, Hizbulah bû ardê nav striyan, Esed û koma wî ji welît hatin derxistin. Heşda Şebî ket ber gefên rûxandinê û Hûsiyên Yemenê jî wê bibin porê xwarî. Îran xişexiş jî jê nayê. Tewra di du heftiyên rabirdû de Şîeyên Elewî yên Sûriyeyê, jin û zarok û xelkê bêçek, rastî komkujiya desthilatên nû yên Sûriyeyê hatin.

Îranê ne tenê nekarî li ser wan bersivê bide û sînorekî ji bo qirkirina wan deyne, tewra ew wêrekiya wê jî nebû ku wekî piraniya welatên dinyayê bi dengekî bilind wan şermezar bike.

Di demekê de ku ew hêz û komên çekdar ên ku piştî Bihara Erebî wekî dijberên rejîma Esed li Sûriyeyê derketin holê, di dirêjayiya 10 salan de Rûsya û Sûriye û Îran, Hizbulah û Hemas û Heşda Şebî û Lîwayên Şîeyên Efxanistan û Pakistanê, bi hemû corên çekan ji erd û asîman li wan didn.

Lê wan komên selefî yên cîhadî li ber xwe da û teslîm nebûn heta ku text û tacê desthilata 50 salî ya Şîegeriyê li Sûriyeyê têk bir û şikand. Çend mehên gelekî kêm di ser destgirtina wan a desthilatê re derbas bûne û hîn xwe bi temamî rêk nexistine, dest bi komkujkirina Elewiyan kirin, ne Îranê û ne jî ti yek ji wan hemû komên ku wê li herêmê hebûn, karîna wan a rûbirûbûna yek rojê ya êrîşa desthilata nû ya Sûriyeyê nebû.

Van bûyeran ew yek ji me re piştrast kir ku şaşfêmkirinek di nasîna Îranê de hebû, tişta ku dihate nîgarkirin wekî keleheke ku her tim li pişt dostên xwe dimîne, derket holê ku ne wisa ye. Ji bo mayîna xwe, ne tenê ji dostên xwe re ne dilsoz e, lê her wiha ji armancên xwe yên stratejîk ên wekî prensîpa şandina derve ya şoreşê û mûşekên dûravêj û stasyonên atomî jî tê xwarê.

Derketina vê rastiyê ji bo Kurdan girîng e çimkî di dirêjahiya bûyerên nîv sedsala borî de, xwegirêdakirina Kurdan bi siyaseta Îranê ve zirar û ziyanên mezin gihandine gelê Kurd û tevgera wî ya siyasî. Heger motîv û sedemeke wê girêdanê têkildarî wêneya (şêrê daristanê li herêmê) be, derket holê ku ne şêr lê bûka berfê bû!

Bê guman ev yek ji bo Tirkiye, Amerîka û Ewropayê jî her rast e. Divê Kurd pişta xwe bi xwe girê bidin, çimkî di encamê de her yek ji van cebheyên herêmî û navdewletî yên ku bandora wan li ser pêşketin û rûdanên herêma me heye, li pey berjewendiyên xwe ne û ti carî ne amade ne ku berjewendiyên xwe bikin qurbanî ji bo me, lê belê tiştê ku prensîba sabit e ew e ku ew me dikin qurbaniyên berjewendiyên xwe.

Egera pêşhat û guherînên mezin ên li herêmê, egereke vekirî ye. Derfeteke mezin a Kurdan jî heye ku di van pêşketinên herêmê de destkeftên mezin bi dest bixin lê ezmûna herî girîng û mercê sereke ji bo serketinê ew e ku Kurd xwe bi berjewendiyên ti aliyî ve girê nedin û çavê wan tenê li ser berjewendiyên gelê Kurdistanê be.

(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst