Herêma Kurdistanê di bendewariya krîzeke din de!

Zûbêr Resûl*

 

Piştî sîstema siyasî rûbirûyê her pirsgirêk an krîzeke siyasî dibe, divê desthilata siyasî bi pey şêwazên derketina ji krîzê bigere daku sîstemê ji egera ketinê rizgar bike, yan felcbûnê. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di çar salên borî de rûbirûyê hejmarek krîzên dijwar û bi bandor bûye, loma pêwist e heta zû be wek bersivekê bo pirsgirêkên navxweyî û yên derve jî çareseriyekê bibîne da nefeseke jiyanê bide sîstema siyasî bi giştî û piştre jî hikûmetê. Krîz piralî ne û çareserkirina wan jî bi ser çend sektoran de belav bûne; wek bingehdanîna saziyan, zêdekirina çavkaniyên dahat-hatinê, yekxistina Pêşmerge, rabûna li beramberî Bexdayê û htd.

 

Di rewşa niha de mercê destpêkê bo çareserkirina krîzan hilbijartineke giştî ye bo dubare dabeşkirina hêz û pêgeha siyasî ya aliyan, wek destpêk bo vegerandina rewatiya siyasî bo saziyên hikûmetê û wek pêngaveke bingehîn jî bo rûbirûbûna krîz û astengiyên siyasî, vêca evna çi li navxwe bin an li derve. Lê tişta cihê nîgeraniyê ye, ew metirsî ye ku Herêma Kurdistanê di yekem pêngava serekî de rûbirûyê krîzeke din bibe û paşê bibe metirsiyeke mezin li ser hikûmet û hemû proseya siyasî.

 

Herçiqas ne merc e hertim hilbijartin bi aliyê nûbûna proseya siyasî de bişke, bi taybetî di demokrasiya nû pêş dikeve yan lawaz a wek Herêma Kurdistanê. Mînakên van corên sîsteman pir in ku hilbijartin ji dêlva wêya destpêkek be bo başkirina sîstema siyasî û demokratîk, berevajiya wê bûye cihê nearamiya siyasî û hinek caran şerê navxweyî jî. Mînak; Iraq, Tûnis, Cezayîr, Filistîn, Misir û htd. Ji ber girîngiya hilbijartinê ne di kirina wê de ye, lê di karvedan û qebûlkirina encamên wê de ye. Lê xwiya ye bi ti awayekî ev nabe hincet daku bedîleke din hebe bo veguhertina desthilatê, li di rewşên wek a Herêma Kurdistanê de ji ber wê guherîn û têkçûna di balansê hêzên siyasî de qewimiye, bi taybetî têkçûna navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ne dûr e hilbijartin bi xwe bibe çavkaniya pirsgirêkeke mezintir û herêmê ber bi qonaxeke din a nearamiya siyasî ve bibe.

 

Pirsgirêk ji vê ve dest pê dike ku saziyên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê ne cîgir in heta huhertinên siyasî û guhertina kesan bandore li aramiya siyasî nekin. Li Herêma Kurdistanê modela du partiyên serekî heye ku kontrola hemû saziyên hikûmî-mîrî di destê wan de ye, bi taybetî dosya asayîş, leşkerî û peywendiyên herêmî, ji be rev warên han nehatine bisîstemkirin, egereke zêde heye ku pirsgirêkan ji proseya radestkirin an jî veguhestina desthilatê re çêbikin. Çêbûna çend hêzên nû bi taybetî li navçeya ku YNK lê serdest e, eger heye qebareya YNKê biçûktir jî bike, bi taybetî Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê, Tevgera Goran û Nifşa Nû dikarin bi kêmanî 8 kursiyan ji 18 kursiyên Kongreya YNKê bibin, bêguman eger pirsgirêkên din jî nekevin nav YNKê, ji ber hê hêzên din jî li nav YNKê hene ku di rewşeke nearam de dijîn. Di vê rewşê de gelo YNK razî dibe bibe opozîsyon û dest ji saziyên siyasî, ewlekarî û aborî berde? Gelekî zehmet e, ji ber opozîsyonbûn di formê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê de ne opozîsyonbûneke normal e ku îro hêzek opozîsyon be û piştî çar salên din bikare desthilatê werbigire. Destjêberdana YNKê ji çavkaniya hêza leşkerî, aborî û hikûmî ne dûr dirêj bibe bo hilweşîna siyasî jî, heta astekê zehmet e careke din ew hêz bikaribe vegere ser desthilatê. Bi taybetî li Rojhilata Navîn herî zêde aliyên siyasî dema digihin desthilatê hêza wan dest pê dike.

 

PDK û YNK qet nedibûn xwediyê wê hêza siyasî eger li derveyê desthilata siyasî bûne, bo Iraqê her heman tişt e, desthilatê Malikî û Ebadî bihêz kirin ne ku berevajiya wê. Paşê ji bîra me neçe, çendîn dosyayên hestyar û veşartî-nehênî hene ku piştrast im di rewşekê de opozîsyon desthilatê werbigire hemû tên eşkere kirin, loma zehmet e careke din derfeta YNKê hebe li derveyê desthilatê rabe ser piyan. Lihevnekirina li ser diyarkirina dema hilbijartinên Herêma Kurdistanê amajeyeke zelal a wê metirsiyê ye ku êdî xwiya ye YNK hest pê dike. Ew şiroveya min bo YNKê kir beşeke zêde bo PDKê jî rast e. Wek YNKê dûrketina ji desthilatê bo PDKê jî zehmet e. Bi taybetî ew nakokiya hêzên opozîsyonê li beramber PDKê zêdetir e ji ya YNKê. Lê PDK ji çend aliyan ve jî YNKê cuda ye, Hewlêr û Dihok jî ji Silêmanî û Helebceyê cuda ne. Eger hejmara dengên PDKê kêm jî bibe, wiha dixwiye ji sê heta pênc kursiyan zêdetir nebe, herwiha PDK di nav xwe de partiyeke aram û qayîm e, ew hêzên nû jî çêbûne wiha naxwiye hêviyeke zêde li ser dengên PDKê kiribin. Lê ev yek nayê wê wateyê ku di hilbijartinên 2018ê de ti metirsiyek li ser pêgeha mana PDKê ya di desthilatê de nîne! PDK herçiqas bikaribe piraniya dengan bidest bixe, lê nikarê bi tena xwe hikûmetê pêk bîne, 11 kursiyên kota jî herçiqas piştgiriyeke serekî ya PDKê ye, lê dîsan PDK nikare bi tenê ligel wan 11 kursiyan hikûmetê pêk bîne. Pêkanîna hevpeymaniyê bo pêkanîna hikûmetê metirsiyeke serekî ye li ser mana nifûsa PDKê li navenda desthilatê. Dibe ku zêdetir çavê PDK li ser YNK û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê be ku bikaribe hikûmetê ligel wan pêk bîne, lê nabe ew yek ji bîra me biçe ew hêza ku dixwiye piştî kongreyê dê dest deyne ser YNKê, heta ji wan were nahêlin YNK ligel PDKê rêkbikeve, ji ber li gor beşeke zêde ya dengderên YNKê, rabûna YNKê dûrketina ji PDKê ye. Ji xeynî vê ji ber îdareya YNK serzemîna hêzên opozîsyonê wek Tevgera Goran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê û Nifşê Nû ye, zehmet e YNK bikaribe xwe ji bandora gotarên aliyên opozîsyonê dûr bixe, bi awayekî wiha lê hatiye aliyek eger tiştek jî li holê nebe, gotara dijî PDKê bes e bo wêya hinek xelk hemû sîfetên wê yên xirab jibîr bikin. Ev yek bi awayekî zelal di bûyerên 16ê Cotmehê de hat dîtin, rewş bi bêdengî derbas bû heta wê asta parlamentoyê jî pêwist nedît çend rûniştinan ji dadgehkirina kesên destê wan di rêkeftina ligel hêzên Iraqî û Îranî de hebû, veqetîne, bi awayekî tawanbarên PDKê jî ketin ber rehmeta tawanbarên YNKê. Diyar e tişta rewşê bo PDKê aloztir dike senaryoya duyem e, wate eger PDK nikarî ligel YNKê rêkbikeve, yan YNK ligel hêzên din (Tevgera Goran, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperwerî, Komela Îslamî, Yekgirtûya Îslamî û Nifşê Nû) rêkeft, gelo PDK amade ye bibe opozîsyon û dest ji desthilatê berde? Gelekî zehmet e, ji ber wek berê jî min got hêza serekî û pêgeha siyasî ya herdu aliyan ji wê yekê hatiye ku zêdeyî 25 sal e desthilat di destê wan de bûye, lawaziya opozîsyonê jî heta asteke zêde bi dûrbûna ji desthilatê ve girêdayî ye. Bi liberçavgirtina vê nexşeya aloz a piştî hilbijartinê û ew bingeha siyasî ya lawaz ku heye, ne dûr e destpêka krîzeke din be ku herêmê ber bi rewşeke nearam û demdirêj bibe, bi awayekî ku ne mimkun be aliyên siyasî piştî hilbijartinê bigihin formeke maqûl a hevpeymaniyê bo pêkanîna hikûmetê û bi opozîsyonbûnê razî bibin.

 

*Doktora li ser polîtîkayên Rojhilata Navîn / Zanîngeha Exeter