Silêman Şah û Şêx Seîdê Pîran: Du aliyên heman çîrokê
Derdora sala 1225an a zayînî, yek ji eşîrên Tirkên Asyayê, ji perava Deryaya Xezerê ber bi navçeya Helebê ve tê. Navê vê eşîrê Kayî ye. Ev eşîr bê ax e, li stargehekê digere, dixwaze rûberek erdê wî hebe, li wir deyne û bi cih bibe. Gava ew Tirk digihin deverê, yek ji neviyên siltanê navdar Selahedînê Eyûbî desthilatdarê Heleb û herêmê ye.
El-Ezîz navê wî neviyê Selahedînê Eyûbî ye û Heleb paytexta desthilata wî ye. Serokê eşîra Kayiyan Silêman Şah e. Silêman bavê Ertugrul e. Ertugrul heta niha jî fena efsaneya mêrxasî û sembola neşikestinê di derhişa kolektîv a Tirkan de şênber e.
Piştî çend salan ji hêwirîn û niştecihbûna eşîra Kayiyan a li herêmê, li cihekî nêzî Helebê û di nav Çemê Feratê de Silêman Şah di temenekî hilkişayî de, bi hevrêtiya kurên xwe Ertugrul û Gundogdu, tenduristiya wî têk diçe û di nav ava Feratê de ji hişê xwe diçe.
Silêman her li wî cihî dimire û kurên wî li nêzî Helebê wî disipêrin axê. Ev zanyarî bi awayekî dûr û dirêj û bêzarker di zincîreya sed û pêncî beşî ya "Serhildana Ertugrul" de hene. Sala 1299an Osmanê kurê Ertugrul, ango neviyê Silêman Şah Dewleta Osmaniyan ava dike.
Gora Silêman Şahê bapîrê Osmên heta hilweşîna zilhêza Osmanî di sala 1922yan de her di nav axa Tirkan de bû. Piştî Şerê Yekem û avaçûna roja seltenetê û dabeşkirina herêmê, di Peymana Lozanê de sala 1923yan, dema Sûriye ket bin destê Fransayê, Komara Tirkiyeyê û Fransa li ser wê yekê li hev kir ku gora Silêman Şah di nav axa Sûriyeyê de bimîne lê bi mercê ku cih her di bin desthilata Tirkiyeyê de be.
Di van 13 salên têkçûna rewşa Sûriyeyê de jî bi berdewamî gor ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatiye parastin, leşkerên Tirkiyeyê, komên ku gorê diparêzin, her 15 rojan carekê di nav bajarê Kobaniyê re ji serxetê ber bi binxetê ve û berevajî dihatin û diçûn, hev diguhertin, yên ku ber bi bêhnvedanê diçûn û yên ku ber bi bicihanîna erkê ve jî diçûn ser gorê, di vê hatin û çûna leşkerên Tirk de, Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hêsankarî ji wan re dikir.
Tewra sala 2015an dema ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Tirkiyeyê gor veguhaat gundê Aşmeyê yê Kobaniyê, desthilatên xweser ên Rojavayê Kurdistanê alîkar bûn. Di van rojan de jî General Mezlûm Kobanî got: “Çawa ku em berê alîkar bûn, niha jî ji bo veguhastin an parastina gora Silêman Şah em dê alîkar bin.” Divê mirov bi vî awayî hêja, mirovane û jîrane, bi gorê û dîrokê re tevbigere.
Ev aliyekî çîrokê ye, aliyê duyem ê heman çîrokê, bi vî rengî ye:
Li hember rêzgirtina li gora Silêman Şah û dîroka wê gorê, bi sedan salan piştî mirina Silêman Şah û sed salî berî niha, desthilatdarên nû yên Tirkiyeyê, sala 1925an Şêx Seîdê Pîran bi dar ve dikin. Roja 29ê meha 6an a sala 1925an li Amedê, Şêx Seîd tê bidarvekirin lê bi dirêjahiya sed salan û heta niha jî kes nizane gora Şêx Seîdê Pîran li kû derê ye.
Zarokên Şêx Seîd, neviyên wî û hemû gelê Kurd xwesteka wan ew bû û ew e ku desthilatdarên Tirkiyeyê, ji Mistefa Kemal heta vêga, cihê wê gora Şêx Seîdê Pîran eşkere bikin lê nakin. Silêman Şah ji we re sembol e û girîng e, Şêx Seîd jî bi heman awayî ji bo Kurd û Kurdistanê sembol e û girîng e.
Êdî ev hişê hêz û desthilatê ye, ez heme û bidesthilat im, divê ez bi rêya jinavbirina te bihêztir û bidesthilattir bim. Divê tu jî bêhêztir û bêdesthilattir bî yan nemînî.
Heman hiş, heman raman û heman sîstem, ne tenê gora Şêx Seîd vedişêre, li şûnê, hebûna miletan înkar dike, digel ku hema devê xwe vedike, qala demokrasiyê dike û daxwaza herêmeke bê teror û tijî dadperwerî dike, xwe jî nola qurbaniya destê terorê pênase dike. Her dem kesên ku rewşa wan a derûnî ne aram e pîvanan berevajî dibînin!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)