Li ser pirsa Kerkûkê ezmûneke nû li pêş serokomar e

Anîna Dr. Necmedîn Kerîm ji Amerîkayê û danîna wî li ser parêzgariya Kerkûkê li ser daxwaza Celal Talebanî û herwiha endamtiya wî ya bo polîtbûroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ziyaneke mezin gihand pirsa Kerkûkê. Ji ber ku ew biryar, taybet jî li komîteya serokatiyê bû cihê nîgeraniyeke mezin. Lê ji ber piştevaniya Mam Celal û aliyekê, ew tirs û nîgeranî hatin beralîkirin. Ew ên ku li dijî vê biryarê bûn, ketin rewşeke dijayetiya li hember xelk û meseleya Kerkûkê û hewldanên lêdan û lawazkirina Necmedîn Kerîm alîkar bûn di pêkanîna bingeha wê rewşa ku niha Kerkûk tê de.

Her çiqas piştî nexweşketina Mam Celal jî bo demeke kurt stêrka Necmedîn Kerîm geş mabe jî, taybetî jî di heyama hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ku serokatiya lîsteyaYNKê dikir, lê wî nekarî vê serkevtinê di berjewendiya xwe de bikar bîne. Bi awayekî serbixwe û bêyî şêwra li gel polîtbûroya YNKê ket nav reftaran. Mijarên weke, hewlên wî yên di kerta petrolê de, girêdana petrola Kerkûkê bi Herêma Kurdistanê ve û ji wir jî veguhastina bo Tirkiyê, hejmara dijberên di nav YNKê de zêdetir kirin. Rewş hat wê astê ku hinek aliyên di nav YNKê de hewl dan bi alîkariyan beşek ji aliyên Şîe û Îranê wî lawaz bikin. Bilindkirina ala Kurdistanê û encamdana referandûmê li Kerkûkê ev prose bileztir kir. Ji ber zêdebûna dengên li dijî Kerîm li parlamentoya Iraqê, dûrxistina wî ya ji postê parêzgariya Kerkûkê zehmet nebû.

Armanc ne tenê dûrxistina Necmedîn Kerîm ji ser posta wî bû, armancek jî dadgehkirina wî bû û ji ber vê sedemê jî dê ji YNKê bihata dûrxistin. Ji bo dûrxistina parêzgarê Kerkûkê, tenê hilbijartina rêya Bexdayê, ne tenê dûrxistina wî, li gel vê armanc bi rêya Bexdayê amadekirina bingeha danîna parêzgarekî din ê Kurd bû bo Kerkûkê. Bi vî awayî kesê dihat hilbijartin dê berê wî li Bexdayê ba ne li Kurdistanê.

Lêbelê wê heyamê bo danîna kesekî din li şûna Necmedîn Kerîm rewş gelek guncaw nebû. Hêj jî hejmareke berpirsên di nav YNKê de li gel mayîna Necmedîn Kerîm bûn, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piştevaneke baş a wî bû. Bûyerên 16ê Cotmehê bûn dawiya çîroka Necmedîn Kerîm. Lê Bexda li danîna parêzgarekî din ê Kurd bo Kerkûkê ku qonaxa duyem a planê bû, nêzîk nebû û li şûna vê yekê parêzgarekî Ereb li ser Kerkûkê hat danîn.

Rikaberî bi qasî ku bi anîna Necmedîn Kerîm ji aliyê YNKê peywendîdar be, bi kurtasî bi qasî şexsî bi dîtina wî ya Iraqî û Kurdistanî ve jî girêdayî bû.

2 sal piştî belavkirina Encûmana Bajêr a Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê, şensê partiyên Kurdistanî hebû li derveyî hegemonyaya Bexdayê di navbera xwe de parêzgarekê bo bajêr destnîşan bikin.

Lêbelê ji ber nakokiyên di navbera PDK û YNKê de û herwiha baş nexwendin û analîznekirina rikaberiyan ji aliyê PDKê ve, Kurdan ev fersend ji dest dan. Plan û nêrîneke Iraqî serwerî proseyê bû. Ji bo bicihkirina wê rojevê jî pêwîstî bi avêtina gavan li ser zemîna rasteqîn hebûn û bo vê yekê jî pêwîstî bi polîtîkayeke Erebkirinê ya nû hebû. Di heyama du salên dawîn de, bi awayekî dijwarî hest bi vê yekê tê kirin.

Li ji bo ku Kurd rê li ber erebkirina Kerkûkê bigirin, gelek rêbaz hene, lê rastiyek jî heye hewldan û têkoşîna Kurdan a di vê heyamê de ji wê serdema Enfal û çekên kîmyewî kêmtir e. Divê ev rewş bê nirxandin, çima bertek an jî helwesteke Kurdan nîne? Eger na heta li Bexdayê jî dibe rê li ber vê bê girtin. Polîtîka û stratejiya dewletê ya niha derbarê Kerkûkê de zelal e, bi erebkirina bajêr, paqijiyeke etnîkî armanc dike. Tevî hemû alozî û rûdanên li gelek parêzgehên Iraqê û destjikarberdana Serokwezîr, li Kerkûkê hêzên emnî û artêş li ser dagîrkirina zevî û erdê Kurdan û anîna Ereban bo bajêr berdewam in. Bi saya bicihkirina Ereban li derdora Kerkûkê, xelekeke ewlehiyê ava dikin û heta nêzikî Koye û Hewlêrê jî hatine. Li aliyê din jî zext û fişarê li gundiyên Daqûqê dikin ku Kerkûkê bicî bihêlin.

Kurd dikarin bi guhertina şêwazê rêveberiyê li Kerkûkê, rê li ber wê stratejiyê bigirin. Ev bi du pêngavan pêkan e; Yan dê postê parêzgariya Kerkûkê werbigirin an jî herî kêm dê bajêr bi hevbeşî birêve bibin. Fersendên di heyama du salên dawîn de, ji ber wan sedemên me gotin, ji dest çûn. Bi rawestandina xebatên Encûmena Bajêr a Kerkûkê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve, Kurdan mekanîzmaya danîna parêzger bi awayekî serbixwe ji Bexdayê, bi temamî ji dest dan. Ji ber ku hemû desthilatên destûr û yasayî ketin destê Bexdayê.

Xwepêşandanên niha li Bexda û bajarên Şîe, fersendek e ku Kurd careke din pirsa Kerkûkê bînin rojevê. Destjikarberdana serokwezîr û berdewamiya xwepêşandanan, Bexda di vê krîzê de bo hilbijartina serokwezîrekê di çarçoveya destûr û yasayan de, rastî zehmetiyan tê. Di vê rewşê de, di demeke herî nêzîk de hemû desthilatên serokwezîr dê radestî serokomariyê bên kirin. Bi vî awayî dê bê vegerîn bo proseya ku bûbû sedem Necmedîn Kerîm ji kar hatibû dûrxistin. Serokomarê niha, wê demê, ew bi xwe beşek ji wê proseyê bû. Rêveberiya Bexdayê, di proseya danîna parêzgarekê bo Kerkûkê li ser lîsta YNKê, sersarî kiribû û ev mesele piştguh kiribû. PDK jî li dij bû li Encûmena Bajêr parêzgarekî li gor daxwazên YNKê bê hilbijartin. Lê nîşanên niha vê yekê dibêjin, YNK dê desthilata danîna parêzgarekê li ser Kerkûkê bigire destê xwe û pêdiviya wê bi piştgiriya PDKê jî namîne. Li Kerkûkê di du salên dawîn de rêveberî bi wekalet tê birêvebirin û diyar e ku valayike îdarî heye. Di vê rewşê de dibe serokomar di meseleya danîna parêzgarekî li gor daxwazên YNKê, xwedî roleke diyarker be.

Posta vala ya parêzgariya Kerkûkê ji xwe destkevteke hilbijartinan a Kurdan e, ji ber hindê serokomar di jikardûrxistina parêzgarekî Ereb de, rastî bertekeke zêde nayê. Bi dehan belgeyên fermî di destê serokomar de hene ku rêveberina bajêr bi wekalet li dijî destûrê ye. Nîşandana wan rêbazên anîna Ereban bo bajêr di çarçoveya madeya 140 de, ji bo selimandina vê rewşê têrî dike.

Em dê bibînin ka gelo serokomar û YNK, ev fersendê ku di meseleya Kekûkê de derketiye pêş dê di berjewendiya Kerkûk û Kurdan de bikar bînîn an na.