Ereb û erebane!

 

 

Xwedê neke fîşekek biteqe, çimkî wê pirraniya siwar û xweşmêrên Facebookê, dest bi kampanyaya qewitandina ereban ji şar û bajarên Kurdistanê bikin.

 

Ne di navbera me de be, ez xulamê we jî qet ji ereban hez nakim. Lê ez qewitandina kesî ji ti cihî baş nabînim. Axir li kîjan şar û bajarê dinyayê, şênî û rûniştevanên wî bajarî hemû yekreng in? Ji xeynî kurdan, kîjan miletê dinyayê daxwaz kiriye kesî din di nav wan de nejî?

 

Axir ev daxwaza ku kurdên Facebooknişîn û qaşo pêşketî dikin, şêniyên Erebistana Siûdî, Lîbya û Yemenê nekiriye. 

 

Qeşmerek postekê belav dike û tê de dibêje: Divê ereb bên komkirin û di kampan de bên civandin. Ev dirist ew kar bû ku Hitler bi serê cihûyan anî. Ez şerm dikim ser bi neteweyekê bim ku, li ser rêbaza Hitler difkire. Axir qet ne dûr e ku ev daxwaza wan ku ji komkirina ereban di kampan de destpê dike, piştre bigihîje wê asta ku em rabin ereban di firnan de bihelînin û wan bikin sabûn.

 

Mezhebperestî û neteweperestiya Iraqê û neyartiya desthilata erebî li hember gelê Kurd tiştek e, û dijatîkirina mirovekî ku di dikanekê de digere û ji ber ku Ereb e tiştekî din e û cihê şermezariyê ye. Qet ne rasîzma kurdî bû ku piştevaniya dinyayê bo gelê Kurd misoger kir. Lê dinyayê piştevaniya kurdan kir çimkî dilê Kurdistanê mezin bû û cihê her kesî tê de hebû. Dinyayê piştevaniya kurdan kir çimkî Kurdistanê çi kesê ku ji hovîtiya DAIŞê direviya, himêz dikir û di nava xwe de vedihewand.

 

Kurd bi awayekî dipeyvin, wek ku Ereb hemû alîgirên DAIŞê bin yan wek ku endamên DAIŞê hemû Ereb bin. Lê hin kes dibêjin kesê ku xwe li ber avahiya parêzgeha Hewlêrê teqand Kurd bû. Serleşkerê êrişa terorîstan li ser Kobanî, paşnavê wî El Kurdî ye. Ev otomobîlên ku tên teqandin, eger Kurd sitargehekê ji wan re peyda nekin, jixwe ew ji ezmanan danakevin. Hejmara kesên Kurd ên di nav DAIŞê de, tirsnak e. Baş e, ka em li hember xizm û mirovên van kurdên di nav DAIŞê de çi bikin?

 

Welatiyên şarê Dubey, ên ku bi nijadê xwe Îmaratî ne, tenê ji sedî 17 ne. Lê Hindistanî ji sedî 53 ne. Ji sedî 30yê din jî Pakistanî, Bengladişî, Filipînî û nizanim kî ne. Yanî eger kesên ne Îmaratî li Dubey, biryar bidin Dubeyê dagîr bikin, dikarin di cî de vî karê xwe bibin serî. Ne rasîst û nijadperestên Îmaratê, lê aqildar û hişmendên wê bi zîrekiya xwe bajarê Dubey kirin qiblegeha jiyana xweş li seranserê dinyayê!

 

Dûre, gelo ewên ku di Facebookê de doza qewitandina ereban ji Kurdistanê dikin netewperwer û welatparêz in?! Axir pirraniya wan li ber bernameya `Arab Idol`, van postên xwe dinivîsin û belav dikin.

 

Ne cihê metirsiyê ye ku ereb bi erebaneyan bên Kurdistanê. Lê cihê metirsiyê, fikir û hizrîna sîpekên Facebookê ye ku hêja ne bi erebaneyan bên birin û di kampan de bên topkirin!